Bayindir: Karê me yê sereke şikandina tecrîdê ye

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku karê wan ê sereke şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Em ê îro jî, sibe jî têkoşîna xwe mezin bikin."

Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirina ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) li Wanê kongreya xwe ya yekemîn a awarte li hev civand.

Bi sedan kes tevlî kongreyê bûn ku yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bû.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir li kongreyê axivî û destnîşan kir ku dem êdî dema Kurdan e.

Bayindir plana têkbirinê ya dewleta Tirk di sala 2014'an de xiste meriyetê bi bîr xist û got, "Ev proje li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd têk çû."

Bayindir got, "Li Bakur desthilatdariya AKP-MHP'ê têk çû, tenê tiştek di destê wan de maye, ew jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Li dijî Birêz Ocalan tecrîdeke giran tê ferzkirin. Lê belê her proje û plana wan têk çû. Gelê Kurd rastiya têkoşînê ji zindana Amedê wergirt. Gelê Kurd xwedî li Birêz Ocalan derket û wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê dewam bike. Karê me yê sereke jî şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Îro jî, sibe jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Piştî axaftinan bi lîsteyekê hilbijartin hate kirin û Hanim Kaya û Bûrhan Demîr bûn hevserokên komeleyê.