Bayik: Têkoşîna PKK’ê dawiya desthilatdariyê anî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê di dema xwe ya dawîn de ye û got “Heke desthilatdariya AKP û MHP’ê qels dibe, ev bi saya têkoşîna tevgera me ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk Tvyê bû. Bayik di beşa duyemîn a bernameyê de êrişên dewleta Tirk û yên PDK’ê, helwesta DYE, Rûsya û hikumeta Şamê ya li hemberî Rojava û krîza siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê nirxand. Bayik bal kişand ser vî tiştî ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber hilweşandinê ye.

Beşa duyemîn a roportaj Stêrk TV a bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re wisa ye:

Di sala 2021’an de li Tirkiyeyê karesetên ekolojîk çêbû, di van karesatan de bêçaretiya dewletê derket holê. Lê li Kurdistanê rewşeke berevajî derket holê. Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê hilweşand, qadên pîroz ên gel talan kir. Hûn vê qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP’ê ji ber ku dijminê gel û mirovayetiyê ne, li hemberî civakê jî dijminatiyê dikin. Ji ber  ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji holê rake, dixwaze jiyanê li gelê Kurd heram bike. Hemû siyaseta wê ya li Kurdistanê ev e ku divê Kurd çawa nejîn. Ji Kurdan re dibêjin an hûn ê stûyê xwe xwar bikin, an teslîm bibin yan jî di warê fizîkî de hûn ê tune bibin. Ango feraset û siyaseta wan li dijî Kurdan e. Sedema qirkirina ekolojiyê jî ev e. Bendavan çêdikin, daristanan dişewitînin, gundan hildiweşînin, fihûşê dikin. Ango ji bo ku jiyanê li Kurdan bikin jehr, her tiştî dikin.

Xweza bingeha domandina jiyana mirovan e. Dema ku xwezayê texrîb dikin, derfeta jiyanê namîne. Dema ku li Tirkiyeyê agir bi derekê dikeve, hemû derfetên xwe dixin dewrê. Lê li Kurdistanê dewlet bi xwe her derê dişewitîne. Dema ku gel dixwaze bitefîne jî, gel asteng dikin. Ji ber vê jî meseleya ekolojiyê meseleyeke girîng e. Meseleyeke man û nemanê ye. Parastina nasnameyê û xwedîlêderketina dahatû û jiyanê ye.Ji ber vê jî meseleya ekolojiyê ne derveyî meseleyên demokrasî û azadiyê ne. Ji ber vê divê gelê me xwedî li jiyan, dahatû û xwezaya xwe derkevin. Divê destûrê nedin ku dijmin Kurdistanê talan bikin. Divê li hemberî vê siyasetê têbikoşin. Di çarçoveya vê têkoşînê de divê têkiliyê bi gelên Tirkiyeyê, hêzên sosyalîst û demokrat re deynin. Ji ber ku ev tişt ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî hewce ye. Rewşenbîr û sosyalîstên Tirkiyeyê jî divê xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin û têkiliyan ava bikin.

Li Tirkiyeyê a niha krîzeke ekonomîk û civakî heye. Bi giştî di nirxandinan de tê diyarkirin ku siyaseta Erdogan bûye sedema krîzê. Di vî warî de hûn dixwazin çi bibêjin?

Dema ku hinek kes dibêjin em di warê aboriyê de ditengijin, em nikarin tiştekî bikirin û her tişt biha bûye, Erdogan ji wan pirsî ‘Ma hûn fiyeta fîşekekê dizanin’ Ango bi eşkere got “Em şer dikin, ji ber vê divê hûn tiştekî ji me nexwazin.” Vê desthilatdariya zalim, mafê jiyanê ji destê mirovan distîne. Ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin, hemû derfetan dixin bin xizmeta xwe. Erdogan şer û qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye esas. Ji ber vê hemû derfetên xwe ji bo şer bi kar tîne.

Di hinek roportajên kolanan de nûçegihan bi taybetî dipirsin, gelo pirsgirêka mezin çi ye. Dibêjin pirsgirêka aboriyê ye. Ev meseleyê berevajî dike, erê rast e pirsgirêkeke mezin a aboriyê heye lê sedema vî tiştî çi ye? Sedema vî tiştî şer e. Ji ber ku dewlet hemû derfetên gel ji bo şer û li dijî gel bi kar tîne. Mirov vî tiştî nabînin, dibêjin pirsgirêka aboriyê heye û Erdogan rexne dikin. Lê gelo ev pirsgirêkên aboriyê çima hene, wê çawa werin çareserkirin, vî tiştî nîqaş nakin. Ji ber vê divê hemû gelên Tirkiyeyê bizanibin sedema bingehîn a pirsgirêkên wan şerê li dijî Kurdan e. Hemû kesên ne li dijî vî şerî, desthilatdariyê çiqasî rexne bikin çiqasî nerazîbûnan nîşan bidin jî, tu pirsgirêk wê çareser nebe. Dema ku hemû kes li dijî şer, ango li dijî qirkirina li ser Kurdan derkevin, wê demê ew ê li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibin. Heke wisa nebe, wê pirsgirêk çareser nebin.

Em hinek kesên demokrat û sosyalîst dibînin, lê rêya vî tiştî ji ku derbas dibe. Ji helwesta li hemberî şer derbas dibe. Armanca vî şerê ev e ku gelê Kurd ji holê rakin. Heke gele Kurd ji holê rakin tê wateya ku Tirkiyeyê ji holê radikin. Demokrat, sosyalîst û rewşenbîrên Tirkiyeyê çawa vî tiştî qebûl dikin? Li hemberî gelê Kurd siyaseteke qirkirinê ya mezin tê birêvebirin, çawa dikarin bibêjin pirsgirêka herî mezin a aboriyê ye. Ev şaş e. Heke pirsgirêka aboriyê hebe, ev şerê li dijî gelê Kurd e. Erdogan bi xwe jî li vî tiştî mikur hat. Divê her kes vî tiştî bibîne û li hemberî vî tiştî têbikoşe. Wê demê ew ê karibin ji krîzê rizgar bibin.

Hêzên demokrasî û azadiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê pêngaveke çawa amade bikin?

Heke desthilatdariya AKP û MHP’ê qels dibe, ev bi saya têkoşîna tevgera me ye. Belkî em berdêlên giran didin, êşên mezin dikişînin lê di encama vî tiştî de desthilatdarî jî ber bi hilweşandinê ve diçe. Ew bi xwe jî vê rastiyê dizanin. Ji ber vê jî dixwazin ji tevgera me û gelê Kurd tolê bistînin. Ji ber ku PKK û gelê Kurd ji xwe re wekî gefekê dibînin. Têkçûna desthilatdariya AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê ne bi tenê bidawîbûna desthilatdariyekê ye. Di heman demê de tê wateya têkçûna ferasetekê jî. Feraseta desthilatdariyê ya di dîroka Tirkiyeyê wê têk biçe û ev rewş wê guherîneke mezin biafirîne.

AKP-MHP, sermayedarên Tirkiyeyê û pergala modernîteya kapîtalîst dixwazin vî tiştî asteng bikin. Dixwazin AKP û MHP’ê ji desthilatdariyê bikeve lê dizanin piştî ku AKP û MHP ji desthilatdariyê bikeve wê feraseta dewleta Tirk jî têk biçe. Ew jî dibînin tifaqa Millet li hemberî feraseta AKP û MHP’ê nikare têkoşîneke xurt nîşan bide. Bernameyeke wan a demokratîk tune. Dema ku desthilatdariya AKP û MHP’ê têk biçe wê feraseta tifaqa Millet jî têk biçe. Wê demê ew ê demokrasiya radîkal jî li Tirkiyeyê ava bibe. Ev hêzên ku min qala wan kir, vî tiştî ji xwe re wekî gefekê dibînin. A niha tifaqa Millet nikare tiştekî bike.

Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û sosyalîstan gelek nirxên hêja afirandin, êşên mezin kişandin, berdêlên mezin dan. Ji ber vê jî piştî ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ji desthilatdariyê bikeve, naxwazin heman feraset dîsa bibe desthilatdar. Divê hêzên demokrasiya radîkal xwedî li keda xwe derkevin û ji bo vê jî têbikoşin. Divê Rêya Sêyemîn a Rêbertî ji xwe re bikevin esas. Bi vî awayî wê bikaribin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Tişta ku ji siyaseta demokratîk tê xwestin ev e.

Faşîzma AKP û MHP’ê çi dema ku êrişî gerîla kir, têk çû. Herî dawîn bi piştgiriya hêzên navneteweyî dest bi cînayetên wekî sûîkastê kirin. Li Rojava ji malbata Gulo, Yûsiv Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo qetil kirin. Gelo çima dewleta Tirk êrişên wisa li ser Rojava dike?

Beriya her tiştî ez Yûsif Guloyê şehîd û neviyên wî bi hurmet bi bîr tînim, ji malbata wan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Yûsif Gulo welatparêzekî mezin bû, wî welatparêzî temsîl dikir. Dewleta Tirk a dagirker dema ku Yûsif Gulo qetil kir, gotin qey wê gelê Kurd bitirsînin. Lê wekî wan çênebû, îro bi hezaran Yûsif Gulo hene. Ji ber vê jî ev xeyalên dewleta Tirk pûç bûne. Dewleta Tirk sûdê ji nakokiyên Rûsya û Emerîkayê werdigire û wisa bi awayekî hovane êrişî Rojava dike.

DYE û Rûsya ji ber berjewendiyên xwe çavê xwe ji van êrişan re digirin. Heke ne wisa bûya, dewleta Tirk wê nekaribûya Rojava dagir bike û ev qasî kesên sivîl qetil bikira. DYE û Rûsya heke bixwazin wê bikaribin pêşiya van êrişan bigirin lê ji ber berjewendiyên xwe nakin. Haya gelê me ji van tiştan heye. Ji ber ku Rêbertî ew gel perwerde kir. Gelê me evîndarî demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê jî ji bo ku destkeftiyên xwe biparêze, li hemberî dewleta Tirk e. Şoreş, nirxên wê û têkoşînê ji xwe re dikin esas.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tifaqa gelan ava bûye. Ev jî bi saya siyaseta Rêbertî çêbû. Ji ber vê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li Rêbertî derdikeve û hinek kes hewl didin têkiliya Rêbertî û ya gel qut bikin. Lê ev ne tiştekî wisa hêsan e. Ev gel ji Rêbertî hez dike. Hezkirina ji Rêber Apo nabe ku bibe sûc. Hinek kes vî tiştî wekî sûc dibînin. Bi vê hincetê zextan dikin û dixwazin têkiliya gel a bi Rêbertî re qut bikin. Lê wekî ku min got, ev tişt ne mumkun e, ev têkilî û girêdan roj bi roj xurttir dibe.

Li gorî wê, wê krîza li Sûriyeyê çawa çareser bibe? Hevdîtin û çareseriya di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîmê wê çawa pêk were?

A niha ne DYE û Rûsya, ne çeteyên ku îddîa dikin ew mûxalefet in û ne jî dewleta Sûriyeyê bi siyaseta xwe ya heta niha nikare pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bikin. Wê pirsgirêkên li Sûriyeyê çawa çareser bibin? Heke dewleta Sûriyeyê siyaseta xwe biguherîne wê pirsgirêk çareser bibin. Ango heke modela li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê fêm bikin, têkiliyê bi Rêveberiya Xweser re deynin wê demê ew ê karibin pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bikin. Heke vî tiştî ji xwe re nekin esas, wê nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Model derketiye holê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi biratî, tevî nasname û çanda xwe, di şertên wekhev de dijîn. Heke pirsgirêkên li Sûriyeyê wê çareser bibin, wê li ser ê modelê were çareserkirin.  Heke Sûriye, DYE û Rûsya di siyaseta xwe ya berê de israr bikin wê nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Em alîgirê vî tiştî ne ku hemû pirsgirêk di nav yekparetiya Sûriyeyê de were çareserkirin. Doza Kurdan jî di nav de. Çareserî wê wisa pêk were. Em heta niha xwedî nêzikatiyeke wisa ne. Rêber Apo ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn siyasetek ava kir. Heke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek derketibe holê, ev saya têkoşîna Rêbertî ye. Rêber Apo bingeha tifaqa gelan ava kir. Ev tişt ji bo hemû Rojhilata Navîn kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk bibe esas, wê pirsgirêk werin çareserkirin. Ya rast jî ev e.

Di sala 2021’an de yek ji cihê ku êriş û berxwedan lê hatae kirin Şengal bû. Ligel hemû êrişên dewleta Tirk û PDK’ê gelê Êzidî dev ji berxwedana xwe bernedan. Ji bo ku ev êriş werin astengkirin divê gelê Êzidî çi bike?

Gelê me yê Êzidî ji bo pêşiya fermanan bigire, wekî hemû gelan li ser axa xwe bi çand, ziman û dînê xwe bijîn, li ber xwe dan. Bi vê berxwedanê piştî fermanê cara pêşîn nêzî xweseriyê bûn. Ev jî bi saya berdêlên mezin û êşan pêk hat. Bi vê wesîleyê di şexsê Heval Zerdeşt Zekî Şengalî, Beşîr, Saîd, Dijwar û Egîd Civyan de, hemû qehremanên di vê têkoşînê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Van şehîdan xizmeteke mezin kirin. Heke îro gelê me yê Êzidî hatibin asta xweseriyê ev bi saya ked û têkoşîna şehîdan e. DAÎŞ ne bi tenê dijminê Êzidiyan bû, dijminê hemû mirovayetiyê bû. Li hemberî DAÎŞ’ê PKK, Rojava û gelê me yê Êzidî şer kirin û derbeke giran li DAÎŞ’ê dan. Mirovayetî ji belayeke mezin rizgar kirin. Wekî ku min gotî dema ku ev tişt pêk hat, me berdêlên giran da. Nabe ku mirovayetî vî tiştî nebîne. Ji ber vê divê nekevin rewşa ku daxwaza xweseriye ya gelê me yê Êzidî qebûl nekin.

Gelê Êzidî ji bo ku xwe biparêze û bi rê ve bibe, têdikoşiya, li ber xwe da û saziyên xwe ava kir. Ji ber vê jî dibêje ez dixwazim xweser bim. Ji xeynî PDK û Tirkiyeyê tu kesên din li dijî vî tiştî dernakevin. Iraq jî ne li hemberî vî tiştî ye. PDK û Tirkiye ji ber vî tiştî zextan li Iraqê dikin. Dewletên wekî Hollanda û Belçîkayê jî qirkirina li ser Êzidiyan qebûl kir. Hinek dewlet ji bo qebûlkirina vî tiştî nîqaşan dikin. Heke gelê Êzidî ji niha û şûnde têkoşîneke mezin bike, wê xweser bibin. Tu kes nikare wê pêşiya vî tiştî bigire. Ji ber vê divê gelê me yê Êzidî yekîtî û berxwedana xwe geş bikin da ku karibin mafê xwe bistînin. Heke Êzidî îro bûne xwedî hêz, ev tişt bi saya têkoşînê pêk hatiye. Gelê Êzidî ne wekî berê ye, divê êdî hemû kes vê guherînê bibînin.

Divê hemû Êzidiyên li dinyayê bizanibin rêya parastina Êzidiyê ji Şengalê derbas dibe. Ji ber vê divê ji bo xwesertiya Êzidxaneyê têbikoşin. Divê piştgiriyê bidin gelê Şengalê, divê xebatên dîplomasiyê bikin. Wê demê ew ê gelê Êzidî karibe mafên xwe bi dest bixe. Heta niha me piştgirî da gelê Êzidî, ev peywira me bû, talîmata Rêbertî bû. Em ji niha û şûnde jî amade ne, peywira xwe pêk bînin. Em deyndarê gelê xwe ne û em vî deynê xwe didin. Lê divê gelê me jî xwedî li peywirên xwe derkeve. Dewleta Tirk û PDK bi hev re êrişan dikin, qetlîaman dikin, dibin sedema şehadetan û bi vî awayî dixwazin îradeya gelê me bişkînin. Lê ez gelê me yê Êzidî ji dil û can pîroz dikim, ligel ku ev qas êriş hene, dev ji berxwedanê bernadin, xwedî li şehîd, nirx û îradeya xwe derdikevin û ji bo xweseriyê têdikoşin. Tişta rast jî ev e.

Di Cotmeha 2021’an de li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên giştî hatin kirin lê tevlêbûna gel gelekî kêm bû. Gelek jê neçûn ser sindoqan û hilbijartin protesto kirin. Hilbijartineke wisa ji bo Iraq û Başûr tê çi wateyê? Wê encamên vê hilbijartinê di demên pêş de çawa be?

Hilbijartin ji bo îstîkrarê tên kirin lê a niha li Iraqê tu îstîkrar tune. Bi ser de pirsgirêk kûrtir bûne. Ji ber ku ji sedî 80’ê gel tevlî hilbijartinê nebûn. Bi fermî hate ragihandin tevlêbûn ji sedî 40 e lê ev ne rast e. Hilbijartineke ku ji sedî 80’ê gel tevlê nebûye, ne meşrû ye. Tu kes vê hilbijartinê qebûl nake. Lê em dibînin ku li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hinek kes rabûne dibêjin, em di hilbijartinê de bi ser ketine. Tu kes bi ser neketine. Kesên dibêjin em bi ser ketine, têk çûne. Hilbijartineke ku ji sedî 80’ê gel tev lê nebûne, wê kî karibe bibêje ez bi ser ketime. Rêjeyên dengan li gorî ya berê ji sedî 50 kêm bûye. Çawa dikarin bibêjin em bi ser ketine. PDK li Başûrê Kurdistanê propagandaya vî tiştî dike. Dibêje min parlementer derxist û ez bi ser ketime. Lê em dizanin PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ji sedî 12 deng stendiye. Çawa vî tiştî wekî serkeftin dibînin? Divê xwe nexapînin.

Civak êdî siyaset û desthilatdariya heyî qebûl nake. Gel dibêje an hûn ê guherîneke bingehîn bikin an jî em we qebûl nakin. Ji ber ku pirsgirêkên li Iraqê pirsgirêkên kûr in. Civak di nav lêgerînekê de ye. Dixwaze pirsgirêkan çareser bike. Avadaniyên nû derdiketin holê. Li ser vî esasî nîqaş tên meşandin. Heke ev partiyên heyî guherîneke mezin nekin, wê tevgerên nû derkevin holê. Ji ber vê divê di ya xwe de israr nekin. Paradîgmaya Rêbertî wê ji pirsgirêkên Iraqê jî bibe çareserî. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê pirsgirêk bi xeta Rêya Sêyemîn dikarin werin çareserkirin. Ji xeynî Rêbertî û tevgera azadiyê ji bo Iraqê bernameya çareseriyê ya tu partî û tevgerê tune. Siyaset û bernameya xwe ya berê didomînin lê êdî dawiya vî tiştî jî hatiye. Ji ber vê divê hemû kes çareseriya Rêbertî ya ji bo Rojhilata Navîn ji xwe re bike esas.

Di sala 2021’an de li Rojhilat û Îranê hilbijartinek hate kirin. Rojeva li wir nakokiyên di navbera DYE û Îranê de û berxwedana li wir e. Bandora berxwedan û nakokiyan a li ser gelên Îranê çi ye? Hûn vî tiştî çawa dinirxînin?

Nakokiyên di navbera DYE û Îranê wê zû bi zû çareser nebe. Him DYE û him jî Îran naxwazin şer bikin. Dixwazin nakokiyan nerm bikin. Lê ev nakokî û pirsgirêk, wisa bi hêsanî wê çareser nebin. Em naxwazin ev tişt veguhere şerekî ku xisarê bide gelan. Em dixwazin pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin. Pêdiviya gelên Rojhilata Navîn ji vî tiştî heye. Li Îranê nifûseke mezin a Kurdan heye. Gelê Kurd jî dixwaze pirsgirêk çareser bibin. Divê Îran siyaseta xwe ya li hemberî gelê Kurd biguherîne. Kurd naxwazin Îran parçe bibin, Kurd mafên xwe yên meşrû dixwazin. Ev tişt xisarê nade Îranê. Ji ber vê divê Îran jî daxwazên heq ên Kurdan qebûl bike.

Ciwanan di sala 2021’an de gelek pêngavên bênavber dan destpêkirin û çalakî kirin. Hûn performansa ciwanan a di sala 2021’an de çawa dinirxînin? Bi taybetî di demên dawîn de bi qasî ku di medyayê de dîmen tên belavkirin, tevlêbûna nav gerîlayan gelekî zêde bûye.Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Pergala modernîteya demokratîk êrişî civak, mirov û xwezayê dike, derfetên jiyanê yên civakê ji holê radike. Civakê qels dike û wê dike mûxtacî xwe. Ciwanên Kurd divê ji hemû ciwanan zêdetir li dijî pergala modernîteya kapîtalîst bin. Ji ber ku gelê Kurd ji berê ve pêşengtî ji civakê re kiriye. Divê ciwanên Kurd vî tiştî bizanibin. Rast e kapîtalîzm li dijî civakê ye lê ji hemû tiştan zêdetir li hemberî Kurdan e. Ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de pêşengtî ji civakê re kiriye. Gelê Kurd û ciwanên Kurd heke karibin li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst derkevin wê karibin civakê biparêzin. Peywira ciwanan çi ye? Parastina civakê ye. Heke ciwan xwedî li civakê dernekevin, civakê neparêzin, li hemberî texrîbata pergalê helwesta xwe diyar nekin, nexwe peywira xwe bi cih neanîne.

Rêber Apo dema ji bo sosyalîzmê paradîgmayek ava kir çawa ku jin kir pêşeng, ciwan jî kir pêşeng. Pêşengtî tê wateya ku em xwedî li civakê derkevin û civakê biparêzin. Niha li ser civakê êrişên mezin hene. Ji ber ban êrişan fihûş, eroîn û sîxurtî çêdibe. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst, pergaleke psîkolojîk e û şerekî taybet dimeşîne. Bi fihûş, eroîn û sîxurtiyê civakê qels dikin da ku civak ne li hemberî wan be. Tevgera ciwanan li hemberî eroîn û fihûşê pêngavek da destpêkirin. Ev pêngaveke hewce bû û divê were xurtkirin. Heke wisa xwedî li civakê derkevin wê karibin bibin pêşeng. Tevgera me wekî tevgereke ciwanan ava bû.

Rêber Apo got, me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Em tevgereke ciwanan in. Di her qada tevgera me de ciwan hene. Dijmin jî ji ber vî tiştî êrişî ciwanan dike. Ji ber ku ciwan pêşeng in, xwedî li civakê derdikevin û dahatûya civakê temsîl dikin. Dijmin derbê li ciwanan bixe, wê derbê li civaka Kurdan bixe. Ciwanên me jî hay ji vî tiştî hene. Ji ber vê jî ev pêngav dan destpêkirin. Divê pêngavê kûrtir bikin. Ciwan di çarçoveya vê pêngavê de tevlî nav gerîlayan dibin. Ji ber ku bicihbûna di siyaseta demokratîk de û helwesta li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst têr nake. Ciwan di gelek qadan de têdikoşin û gerîla jî yek ji van qadan e. Suleyman Soylû di vî warî de hinek daxuyanî dabû, ciwan bi têkoşîn û berxwedana xwe vî şerî psîkolojîk pûç dikin. Ez bawer im ciwan wê di demên pêş de têkoşîna xwe geştir bikin û rola xwe bi cih bînin.

Îsal li her qadên Kurdistanê êriş zêde bûn, gerîlayan jî li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan da. Hûn hêzên demokrasî û azadiyê, xwe çawa ji sala 2022’an re amade dikin? Di vî warî de peywira hêzên demokrasî û azadiyê çi ne?

Di sala 2021’an de têkoşîneke mezin pêk hat. Ev rewş nîşanî me dide ku di  sala 2022’an de jî wê têkoşîn geş bibe. Di sala nû de wê têkoşîneke xurttir geş bibe, ji ber ku me desthilatdariya AKP û MHP’ê anî asta qedandinê. Divê em vî tiştî temam bikin. Ango di sala 2022’an de em ê vê desthilatdariyê têk bibin û bigihêjin armanca xwe. Em li ser vî esasî têdikoşin. Armanca me têkbirina vê desthilatdariyê ye.

Li dinyayê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome. Ez bawer im wê di sala 2022’an de ev kampanya bi xurtî bidome. Tu kes nikare li pêşiya vî tiştî bibe asteng. Ev kampanya wê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bêtir bîne rojevê. Paradîgmaya Rêbertî roj bi roj li dinyayê belav dibe. Di xwedîlêderketina Rêbertî de jî ev tişt bi awayekî zelal xuya dibe.

Em demokratîkbûna Rojhilata Navîn ji xwe re dikin esas. Em dixwazin li ser xeta azadiya jinan û neteweya demokratîk vî tiştî bikin. Di vî warî de me jî hin gav avêt. Li hemû dinyayê me ji bo jinan, gelên bindest, ciwan, tevgerên demokratîk û sosyalîst hêviyek ava kir. Her kes Rêber Apo, PKK û têkoşîna jinan xwe re dike esas. Em ê jî van hêviyan xurttir bikin. Em ê têkoşîna xwe ya sala 2022’an li ser vî esasî bidin meşandin. Ji ber ku em bi tenê parçeyekî temsîl nakin û ne bi tenê tevgereke Kurdistanî ne. Em biqasî tevgereke Kurdistanî de, em tevgereke Rojhilata Navîn û ya dinyayê ne. Ji ber ku me ji bo gelan paradîgmayeke nû ava kir. Em bûn hêvî. Li ser vî esasî em têkoşînê geş bikin.

AKP û MHP’ê jî dibîne ji ber têkoşîna me têk diçin û ji ber vê jî dixwaze tolê bistîne. Ji ber ku ji xeynî israra di şer de tu rêyeke din li ber wan nemaye. Em ê jî li hemberî vî şerî berxwedaneke mezintir nîşan bidin. Bi vî awayî em ê têkevin sala nû. Ji ser pêngavên ku me di sala 2021’an de ava kirine, em ê encamekê bistînin. Li ser vî esasî ez sala nû ya hemû kesan pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.