Bayik ji ANF'ê re qala dostaniya xwe ya bi Şêrko Bêkes re kir

Helbestvanê çiya, xweza, xizanî, ba, şer, berxwedan, hesret û azadiyê bû. Di dilê Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî taybet bû...

Ji Başûrê Kurdistanê heta Rojhilat, ji Bakur heta Rojava helbestvanê têkoşîna dehan salan, sedan salan bû. Li Îranê dema ku keça Kurd Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê dibirin sêdarê, Şêrko Bêkes berî wan dilê xwe biribû sêdarê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di salvegera şeşan a wefata Şêrko Bêkes de ew bi hesret bi bîr anî. Bayik qala dostaniya xwe ya bi Şêrko Bêkes re kir.

We kengî û li ku deverê Şêrko Bêkes nas kirin?

Helbestvanê mezin ê gelê Kurd û mirovahiyê Şêrko Bêkes di salvegera wefata wî de bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Hem weke dostekî hem jî ji ber xizmeta wî ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê ez ê wî ti carî ji bîr nekim. Hesreta helbestvanê mezin ez ê timî weke hesreta xwe bibînim. Weke dostekî ez ê timî ji gelê Kurd re qala wî bikim. Ne tenê helbestvan bû; di heman demê de mirovekî pîvanê bû. Kesayetekî xwedî ruhê azad bû. Ji xwe ji ber ku kesayetekî bi ruhê azad bû bûbû helbestvanekî mezin.

Di sala 1994'an de li Silêmaniyeyê min dostê xwe yê hêja Şêrko Bêkes nas kir. Têkiliya me ya bi YNK'ê re baş bû. Ji ber têkiliyên bi YNK'ê re têkiliyeke me ya xurt bi Berpirsyarê Têkiliyên Derve Mamoste Çeto re hebû. Bi Mamoste Çeto re rojekê em der barê mezinahiya helbestvaniya Şêrko Bêkes axivîn û min ji Mamoste Çeto xwest ku min bi Şêrko Bêkes bide naskirin. Me li malekê êvarekê di dema xwarinê de hev nas kirin. Bi naskirina helbestvanekî wiha mezin ez hem kêfxweş bûm hem jî serbilind. Çawa ku fîlozofekî Yewnan dibêje, hêza yên ku stran û helbestan diafirînin ji hêza yên ku qanûnan diafirînin mezintir e. Civakek beriya her tiştî bi wêjevan û hunermendên xwe dibe civak. Di diyarikrina kalîteya jiyanê û nirxên civakî de rola wêjevan û hunermendan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê, Şêrko Bêkes beriya ku wî nas bikim ji bo min yekî mezin bû, piştî ku min ew nas kir bi hemû taybetmendiyên wî min mezinahiya wî dît. Bêguman PKK ne tenê tevgereke siyasî ye. Tevgereke ku civakê ji binî ve diguherîne. Lewma bala wêjevan û hunermendên Kurd hemûyan li PKK'ê ye, ku bala Şêrko Bêkes jî çû ser tevgera PKK'ê. Ji ber vê yekê hîn di dema naskirinê de, bi nêzîkatî û hevbeşiya hestên guhertina civakê û afirandina paşerojê me sohbeteke xweş kiribûn.

Dostaniya we ya bi helbestvanê mezin re di ser kîjan nirxan re afirî û çawa xurt bû?

Di dîrokê de wêjevan û humermend her tim bûne şoreşgerên destpêkê yên civakê. Şoreşên civakî û siyasî di çarçoveya pêşketinên li wêje û hunerê de pêk hatine. Ji bo gelên mîna Kurdan ku di bin qirkirina çandî de ne, di têkoşînên îdeolojîk, siyasî û civakî de pêngavên şoreşgerî bi vê rolê radibin û zemînê pêşkêşî pêşketina hunerê dikin. Lê belê rastiyeke wiha heye; yên ku dixwazin bi wêjevan û hunermendan şoreşa civakî û siyasî pêk bînin, bi şêweyên cuda jî be karên mîna hev ên guhertina civakê dikin. Bi armanca jiyana civakî ya nû kûr dibin û têdikoşin. Wêje û huner jî di rastiyê de di nava têkoşîna ya berê û ya nû de derdikevin holê û bi pêş ve diçin. Ji xwe wêje û huner di nava civakan hemûyan de nîşaneya dînamîzma li nava civakê ne. Hunermend û wêjevan jî di çarçoveya başî û xweşiyê de dînamîzma li nava civakê diafirînin. Tê zanîn ku wêje û huner lêgerîneriya li başî û xweşiyê ne, afirînerên başî û xweşiyê ne. Hewldana Rêber Apo ku şoreşgerekî mezin e ya afirandina guhertina bingehîn li nava civaka Kurdistanê di çarçoveya jiyana baş û xweş de, nirx û hestên hevpar ên me bûn ku dostaniya me afirand. Şêrko Bêkes dît ku hesret, xeyal, armanc û daxwazên wî herî zêde bi têkoşîna Rêber Apo û PKK'ê dikarin pêk werin, lewma têkiliyeke bi vî rengî pêk hat. Lewma çîmentoya vê têkiliyê gelekî xurt bû. Têkiliyek bû ku bi hestên xweş û bedew xurt bû. Di nava dinyaya Rêber Apo de hestên xwe didît. Vê têkiliyê ew bi moral dikir. Qîmeta azadiya jinê ya li gel Rêber Apo ew kelecanî dikir.

Dinyaya helbestvanan berfireh e. Zehmet e ku di nava qalibekî de bên hiştin. Çand û huner civakî ne. Çand û hunereke şexsî nabe. Huner û wêjeyeke malbatperestî û parçetî nabe. Ji ber vê yekê Şêrko Bêkes di dil û mejiyê gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê de bûye xwedî cihekî. Ji bo wî girîng bû ku Rêber Apo bandor li gelê Kurd ê li tevahiya Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn dikir. Şêrko Bêkes dixwest hestên wî li tevahiya Kurdistanê bên parvekirin. Hest, fikir û hewldanên Rêber Apo yên ku hestên Kurdan dikir yek hêja didît. Lewma gelek mijar hebûn ku dostaniya me xurt dikir. Bêguman guhertina civakî ya ku têkoşîna me ya şoreşgerî di nava huner û wêjeyê de afirand û dînamîzma vê yekê herî zêde helbestvanê mezin kelecanî dikir.

Hunermend û wêjevan lêgerînerên mezin in. Ji xwe di pêlên fikrî yên nû de di nava dîrokê de rola ozanan her tim diyarker e. Bi hêza xwe ya rexnekirinê li dijî her tiştên ku civak lawaz dikir helwest nîşan dan. Şêrko Bêkes lêgerîneriya xwe di nava PKK'ê de dît. Ji bo wêjevan û hunermendan mirin ew yek e ku dema zemîn û demê ji lêgerîneriya xwe re nabînin. Lewma rastiya Rêber Apo û PKK'ê kir ku berê xwe bide hêviyên nû ku bibe bersiv ji lêgerîneriya wî re. Ji ber ku nêrînên Rêber Apo û lêgerîna wî ya timî li guhertinê, xwedî karektereke welê ye ku timî başî û xweşiyê dike armanc.

Têkiliya me di vê çarçoveyê de dest pê kir û bi rengekî bênavber dom kir. Her ku çûm Silêmaniyeyê çûm dîtina wî. Her ku çûm Silêmaniyeyê di bernameya min de timî dîtina vî helbestvanê mezin hebû. Ji bo min mîna serdana li devereke pîroz bû. Hunermend û wêjevan ji xwe karê pîroz dikin. Dinyaya manewî ya mirovan û civakan xurt dikin. Rêber Apo wêje û huner mîna ol weke metafîzîk nirxand. Gelekî girîng e ku xwezaya mirovan bi manewiyatê bê xemilandin. Ev yek jî aliyê metafîzîk ê mirovan e.

Di rastiya Kurditsanê de car carna di navbera partiyan û tevgeran de pirsgirêk rû didin. Vê yekê bandoreke çawa li têkiliya we kir?

Têkiliya Şêrko Bêkes bi YNK'ê re hebû. Kurdekî welatparêz bû, lewma bi xemsarî nêzî rewşa siyasî nedibû. Ji ber vê yekê di têkoşîna siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de helwesta xwe li aliyê YNK'ê nîşan dabû. Yê ku em bi hev re da naskirin jî ji wezîfedarên têkiliyên derve yê YNK'ê Mamoste Çeto bû. Bi YNK'ê re têkiliyên me timî baş bû. Lê belê ji ber ku gelek hêz di ser Başûrê Kurdistanê re têkoşîna siyasî dikin, di navbera partiyên siyasî de pirsgirêk rû didin. Demekê di navbera me û YNK'ê de jî pirsgirêkên giran hebûn. Vê rewşê bandor li têkiliyên me yên bi Şêrko Bêkes jî kir. Şêrko Bêkes helwesta xwe li aliyê YNK'ê nîşan da. Me ev yek nekir pirsgirêk û fêhm kir. Têkiliya me bi YNK'ê re nebaş jî bûya têkiliya me bi Şêrko Bêkes re dom kir. Şêrko Bêkes di demeke kurt de helwesta xwe guhert. Nêzîkatiyeke xwe ya welê hebû ku timî hewl da me fêhm bike. Ji ber vê yekê têkiliya me piştî navbereke kurt xurt bû. Şêrko Bêkes mirovekî adîl bû. Ne kesayetekî welê bû ku bi gotina hinekan tevbigere. Feraseta wî ya başî û xweşiyê dikir ku her tim helwestê li aliyê heqîqetê nîşan bide. Kesayeta wî neheqî û bêedaletî qebûl nedikir. Ev yek taybetmendiya wî ya bingehîn bû. Bi vî rengî wê her tim di nava rewşenbîrên herî hêja yên gelê Kurd de be. Bi vê helwesta xwe wê bibe mînak ji rewşenbîrên Kurd re. Ji bo Şêrko Bêkes berjewendiyên şexsî ne girîng bû, ya girîng ji bo wî nirxên civakî, xurtkirina nirxên civakî bû. Eger di nava Kurdan de nirxên civakî hîn xurt be di vir de rola wêjevan, hunermend û rewşenbîrên mîna Şêrko Bêkes gelekî girîng e. Bi taybetî di dinyaya berjewendiyan de ku modernîteya kapîtalîst afirandiye, taybetmendiyên rewşenbîrên mîna Şêrko Bêkes ku timî helwest li aliyê rastiyê nîşan dan gelekî hêja ye.

Bi kurtasî nêzîkatiya bi mesafe ya ji bo demeke kurt hem ji bo wî hem jî ji bo me bû pêvajoyeke hîn bêhtir fêhmkirin û hêjadîtina vê têkiliyê. Têkiliya me di vê pêvajoyê de xurt bû.

Gelekî qala dostaniya we ya bi helbestvanê mezin re tê kirin, hûn vê yekê çawa pênase dikin?

Têkiliya me ya bi helbestvanê mezin re qet qut nebû. Dema ku me hev nedîtin jî name ji hev re nivîsandin. Di nameyan de der barê hin mijaran de me nêrîn û hestên xwe ragihandin. Wî jî helbestên xwe ji dengê xwe dişand. Pirtûkên xwe jî îmze kirin û şandin. Dixwest ku karên wî ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve bê zaînin. Têkiliya me têkiliyeke fermî û protokolê nebû. Bi nirxên girîng ên ji bo gelê Kurd û mirovahiyê pêk hatibû. Ji ber vê yekê dema ku me hev nedîtin û ji hev re nedinivîsandin jî hestên me hevpar bûn; me hev fêhm dikirin. Di karên me de jî ev hestên me derdikevin pêş. Beriya ku nexweş bikeve hatibû Qendîlê û li vê deverê me bi hev re hevdîtin kirin. Di encama nîqaşan de Şêrko Bêkes pêşniyar kir ku helbestvan, nivîskarên romanan, wêjevan û hunermendên Başûrî bîne Qendîlê û bi wan re civîneke nîqaşê pêk bîne. Me qebûl kir. Lê belê ji ber ku piştî demeke kurt nexweş ket ev plansaziya me pêk nehat.

Ya ku ez êşand jî ew bû ku dema nexweşî lê giran bûbû nameya ku min ji wî re nivîsand negihîşt wî. Name gihîşt malbata wî. Bigihîştibûya wî û di kêliyên wî yên dawî de me hevpariya hestên xwe bijiya wê ji bo wî jî gelekî hêja bûya. Piştî wefata wî me ji çapemeniya azad xwest ku her tim helbestvanê mezin bi bîr bîne, kesayet û hunera wî nîşan bide. Bêguman hate nîşandan, lê belê ji ber ku bi têrkerî nehate kirin me çapemenî jî rexne kir. Di nava rewşa rojane de jî ev nirxên me bi têrkerî nayên nirxandin. Halbûkî yên mayinde ev nirxên me ne. Di afirandina paşerojê de wê rola nêrîn û hestên van mirovên mezin gelekî girîng be.

Divê vê yekê jî destnîşan bikim; Rêber Apo Şêrko Bêkes gelekî hêja didît. Her tim silavên xwe lê dikir. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Rêber Apo ew e ku wêjevan û hunermend her tim gelekî hêja dibîne. Di jiyana civakê û têkoşîna şoreşgerî de girîngiya hunermendan baş zanî bû. Nirxên şoreşê tenê bi wêje û hunerê dikarîbû mayinde bibin. Ji ber vê yekê ji bo hîn bi xurtî hilberînin teşwîq dikir. Rêber Apo digot, çawa ku hunermend û wêjevan xizmetê ji civakê re dike, têkoşîna me jî xizmeteke mezin e ji bo hunermendan. Têkilî û dostaniya Şêrko Bêkes a bi tevgera me re ji ber vê yekê jî xurt bû.

Têkiliya me têkiliyeke ji dostaniyê jî wêdetir bû. Bi kûrbûn û hewldanên xwe em ji bo armanceke hevpar dixebitîn. Hewldana helbestvanê mezin jî ya me jî ji bo afirandina hestên nû yên civakê bûn. Ji ber vê yekê me hestên xwe xurt dikirin. Ji dostaniyê jî wêdetir em hevrêyên hev bûn. Ji ber vê yekê têkiliyên me timî dom kir û xurt bû.

Hûn feraseta azadiyê û welatparêziyê ya Şêrko Bêkes çawa dinirxînin?

Hestên welatparêziyê yên Şêrko Bêkes gelekî xurt bûn. Ji xwe ya ku ew kir helbestvanê mezin jî ev hest bûn. Weke ku tê zanîn li Başûrê Kurdistanê devera ku huner û wêje herî zêde lê bi pê şetiye herêma Soran a ku navenda wê Silêmaniye ye. Ji xwe ji ber vê yekê welatparêzî û têgihiştina wan a siyasî xurt e. Raperînên destpêkê yên mezin ên Kurd li vê herêmê pêk hatin. Raperînên Kurdan huner û wêje, huner û wêjeyê jî raperînên Kurdan xurt kirin. Di navbera huner û wêjeyê û têkoşînên azadiyê de têkiliyeke bi vî rengÎ ya yekser heye. Em mînaka vê ya herî berbiçav li herêma Soran a ku navenda wê Silêmaniye ye dibînin. Raperîna Baban û Mahmût Berzencî mînaka berbiçav a vê yekê ye.

Di dema hevdîtinên Lozanê de dema ku nîqaş dihate kirin ku Mûsil û Kerkûk wê bi ku deverê ve bên girêdan û di nîqaşan de Tirkiyeyê bi israr dixwest ku bi wê ve bên girêdan, herêma Soran a ji navenda Silêmaniyeyê got ku ew dixwazin ne bi Iraqê ne jî bi Tirkiyeyê ve bê girêdan. Piştî ku Suryaniyan jî nexwestin ku bi Tirkiyeyê ve bên girêdan Mûsil û Kerkûk bi Tirkiyeyê ve nehatin girêdan. Şêrko Bêkes di nava rastiyeke bi vî rengî ya civakî dîrokî de afirî. Hunermendî, wêjevanî û welatparêziya wî ya mezin ji ber vê yekê ye. Ji xwe di helbestên wî de hezkirina welêt, eşqa azadiyê timî xwe nîşan dide. Di navbera daxwaza wî ya azadiyê û kesayetiya wî ya raperîn de her tim têkiliyek heye. Kesayetiya wî ti carî qebûl nake ku bi deverekê ve bê girêdan. Serxwebûnparêz û azadîparêz e. Ji ber vê yekê nokerî her tim ew aciz kiriye. Aliyê wî ku Rêber Apo û PKK'ê herî zêde jê hez kir ev bû. Li cografyaya ku hevsengiyên dinyayê lê ava dibe û destê gelek hêzan tê de heye, polîtîkaya serbixwe û sekna azad bandor li Şêrko Bêkes kiribû.

Welatparêziya wî ne tenê ji bo herêma Soran bû ya jî Başûrê Kurdistanê bû. Têkoşîna azadiyê ya li tevahiya Kurdistanê ew ji nêz ve eleqedar dikir. Hesta neteweparêziya demokratîk bi Şêrko Bêkes re jî gelekî xurt bû. Hem hewl dida yekîtiya hestê ya gelê Kurd xurt bike hem jî civakên etnîkî û olî yên cuda yên li Kurdistanê weke parçeyekî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê didît. Ferasetên siyasî yên ku di sedsala 20'an de Kurdistan parçe kirin û hestên ji ber vê yekê derketin holê rewa nedidît. Wî di hest û helbestên xwe de Kurdistan kiribû yek. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê têkoşîna Şêrko Bêkes jî bû. Gerîla ji bo wî gerîlayên gelê Kurdistanê hemûyan bû. Ev hestên Şêrko Bêkes bûn sedem ku daxwaza wî ya ji bo yekîtiya neteweyî û pêkhatina kongreya neteweyî xurtir bibe. Ji ber vê yekê bi her rengî piştgiriya vê hewldanê dikir.

Lêgerîna wî ya azadiyê ne tenê azadiya siyasî bû. Azadiya civakî û demokrasî jî ji bo wî gelekî girîng bû. Ji ber vê yekê ji nêz ve bi pirsgirêkên civakî re eleqedar dibû. Ne tenê bi pirsgirêkên civakî yên li Başûrê Kurdistanê re eleqedar dibû her wiha bi pirsgirêkên civakî yên li hemû Kurdistanê re eleqedar dibû. Ji ber vê yekê şopdar, rexnegirekî baş bû. Ji xwe taybetmendiya wî ya rexnegiriyê hin derdora aciz dikir. Dema ku welatparêzî bi azadiya civakî û demokrasiyê re hev temam neke ev yek weke welatparêzî nedidît. Ji xwe helwest û nêzîkatiya wî ya li pirsgirêkên civakî, demokrasî û azadiyê eşkere dikir ku xwedî hesteke çawa ya welatparêziyê ye.

Şêrko Bêkes helbestvanekî mezin e û wekî siyasetmedar, şervanekî azadiyê, welatparêzekî mezin û pêşmergeyekî derdikeve pêş me. Gelo dibe ku mirov ji Şêrko Bêkes re tenê bibêje helbestvan?

Divê ez vî tiştî bibêjim, helbestvan û hozan bi tenê helbestan nanivîsin û stranan nastrên. Di dîrokê de hozan, helbestvan û hunermendan qala pêdiviya guherandina civakê kirin. Feraseta modernîteya kapîtalîst ev e ku dixwaze wêje, huner û çandê ji eleqedarbûna kêşeyên civakî û siyasetê dûr bixîne. Ji bo ku karibin bi hêsanî civakê bi rê ve bibin, feraseteke wisa ava dikin. Bi tenê hunermend û wêjekarên modernîteya kapîtalîst siyaset û kêşeyên civakî dûrî hev dinirxînin. Helwesta helbestvan û hozanan a dîrokê de cihê ye. Hunermend ji bo siyaset, azadî û têkoşîna demokrasiyê civakê haydar dikin. Yek ji peywira wan a sereke jî ev e. Şêrko Bêkes di jiyana xwe de ev tişt kiriye. Şêrko Bêkes baş dizane ku li welatekî azadî û serxwebûn lê tune, di nav civaka wê de başî û bedewî nayê avakirin. Ji ber ku ew bi çand û hunerê eleqedar dibe, di nav têkoşîna azadiyê ye. Heke ev tişt nekira wê nebûya hunermend û wêjekar. Jixwe kesayetiyên bi tenê yên wekî helbestvan û hozan tune. Teqez helwesteka wan a siyasî heye, ji ber vê jî di warê siyasî de çalak in. Pêşmergetî û çalakiyên wî yên siyasî ji ber helwesta wî ya hunermend û wêjekariyê ye. Heke li Kurdistanê têkoşîna demokratîk a neteweyî û têkoşîna azadiyê nehata kirin wê ji bo kê huner û wêje bikirina? Ji ber vê jî helwesta Şêrko Bêkes rast e. Yên dûrî têkoşîna azadiyê û kêşeyên civakî ne, helwesta wan şaş e yan jî nizanin li welatekî çawa dijîn. Ji ber vê jî hunermend û wêjekar divê wekî Şêrko Bêkes bêtir bi siyasetê eleqedar bibin û di nav têkoşîna azadiyê de cih bigirin.

Helbestên Şêrko Bêkes li hemberî dagirkeran serhildanek e. Em di hemû helbestên wî de Çiyayên Kurdistanê, têkoşîna azadiyê dibînin. Tê dîtin ku wî helbestên xwe diyarî têkoşeran kiriye. Di vê çarçoveyê de divê em kesayetiya wî bi çi awayî binirxînin?

Şêrko Bêkes helbeskarekî bi coş bû. Helbestên wî yên ku dixwend, teyisandina kesayetiyê wî ye. Bi coş helbest dixwend. Axa Kurdistanê çawa bi heybet û coş e, Şêrko Bêkes jî wisa bû. Gelekî girîng e ku mirov bi çavê dayiktiyê li çiya, deşt û welat binihêre. Heke ku ji van çiya û deştan hez bikî, bi çand û karakterê xwe yê fîzîkî tu yê wê cografyayê fêm bikî. Şêrko Bêkes helbestvanekî welat bû yê ku civak ava dike. Kurdistan ji bo wî dîrok û diyardeyeke civakî û çandî bû. Ji ber vê jî zêdetir li ser çiyayan sekiniye. Yên ji welatê xwe û ji gelê xwe hez dikin, ji têkoşeran jî hez dikin. Ji ber ku gel û civak bûne hevalê têkoşeran. Heke ev nirx neyên bilindkirin wê civak nikaribe xwedî li azadî û welatê xwe derbikeve. Yên ku xwedî li van nirxan derdikevin, ji bo azadiyê têdikoşin û xwedî li azadiya xwe derdikevin. Ji ber ku xwedîlêderketina têkoşîna azadiyê tê wateya xwedîlêderketina civakê. Civakên ku bi qedran nizanin di êrîşeke biçûk de ji hev belav dibin. Divê mirov xwedî li nirxên civakî derkeve. Ev nirx di hin kesan de xwe şênber dike, yan jî herî zêde ev kes xwedî li van nirxan derdikevin. Xwedîlêderketina hozan û helbestvanan jî gelekî girîng e. Civakên ku xwedî li helbestvan û hunermendên xwe derdikevin, bêtir xwedî li azadî û jiyana demokratîk derdikevin.

Helbestvan beriya her tiştî xwedî li têkoşerên başî û bedewiyê derketine û bi vê re beriya her tiştî xwedî li xwe derketine. Ji ber ku hunermend afirînerên bedewî û başiyê ne.

Şêrko Bêkes jî bi awayê herî şênber ê xwedîlêderketina têkoşîna azadî û demokrasiyê, xwedî li Rêber Apo derketiye. Li hemberî komploya navneteweyî helwesta herî zelal nîşan daye. Helwesta Şêrko Bêkes bûye sedem ku li Silêmanî û Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyê werin lidarxistin. Ji ber helwesta wî ya li hemberî komployê û ji ber xwedîlêderketina Rêber Apo ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim. Wê helwesta wî tu carî ji aliyê gelê me neyê jibîrkirin.

Şêrko Bêkes ji bo Rêber Apo helbesteke pir watedar nivisiye. Cara pêşî bi telefonê tevlî bernameya televizyonê bûye û wî bi xwe helbest xwendiye. Ev helbest gelek caran di televizyonan de xwendiye û rola wî jî çêbûye ku Rêber Apo di dil û hişê Kurdan de were neqişandin. Ev helbest her wiha, bi zimanê hozanekî, dibe malavahiyek ji bo keda Rêber Apo a dayî Kurdan. Bi vê helbestê, têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya Kurdan tê watedarkirin, dibe nirxdayin. Ji bo Rêber Apo nivîsandina helbestê ya ji hêla helbestvanekî mezin ve, ji bo me jî cihê şanazî û rûmetê ye. Ev helbesta Şêrko Bêkes ji bo civaka Kurd a çar parçeyên Kurdistanê dibe bangeke ku nirxê bidin wan kesên ku ji bo we kêferatê dikin û têdikoşin. Rêbertiya ku hozan, helbestvan lê xwedî dertên, gel jî helbet wê lê xwedî derkeve. Yek ji sedema girîng ku îro ev qasî li Rêber Apo xwedî tê derketin ew e ku, bi qasî ku hozan, şaîr û wêjekar lê xwedî derkevin, ji bo gel xebitiye û nirx afirandiye.

Şêrko Bêkes bi helbesta ku ji bo 4 şoreşgerên ku li Îranê hatine darvekirin nivisiye jî nîşan daye ku divê mirov li têkoşerên azadiyê xwedî derkeve. Bi vî rengî Şîrîn Elemholî, Elî Heyderî, Ferzad Kemenger bi helbesta xwe nemir kirine, di dil û hişê gel de ew neqş kirine. Şêrko Bêkes wiha nîşan daye ku hem bi têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê re dijî û hem jî xwestiye nirxên li hemû parçeyan nemir bike. Bi vî rengî nîşan daye ku divê pîvanên qencî û spehîtiyê yê gel divê çi be. Ji bo ku kareter û têkoşîna têkoşerên azadiyê bike pîvana civakê di helbesta xwe de cih daye wan. Çawa ku di dîrokê de lehengên ku di roman û çîrokan de ji bo gel xebitîne û têkoşiyane bûne pîvana gel, bi rengê ku bibe pîvana qencî û spehîtiyê berbiçav bûne, Şêrko Bêkes jî, bi helbestên xwe, jiyan, karakter û têkoşîna têkoşerên azadiyê dike mînak. Dike ku nifşên nû bi van pîvanan bigihijin. Ev rasteqînî jî nîşan dide ku şaîr, hozan û wêjekar çendî ji bo civakê girîng in.

Ji vî alî ve Şêrko Bêkes şaîrekî wiha ye ku pîvanên welatparêziyê, yên azadiyê, gelparêzî û demokratiyê datîne holê. Karakterê civakê ji siyasetmedarên bêhtir ji hêla şaîr û hozanan ve tê diyarkirin. Ji vî alî ve divê mirov Şêrko Bêkes wiha bibîne ku weke hemû şaîr û hozanan giyanê gelê Kurd diafirîne. Siyasetmedar û şoreşger derfetên qencî û spehitiyê diafirînin, qencî û spehîtiyê datînin holê. Şaîr jî wan dikin civakî, mayinde dikin û nemir dikin. Şêrko Bêkes jî, divê mirov mîna şaîrekî  wiha bibîne ku giyanê civakî û karekterê civakî diafirîne.

Heke Şêrko Bêkes îro sax bûya, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bradostê û parçeyên din ên Kurdistanê wê çi bikira?

Bersiva vê pirsê zelal e; şaîrekî mîna Şêrko Bêkes, wê li dijî êrîşên desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP'ê, dijminên Kurdan ên li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî êrîşên qirker ê li ser Rojava derketa, wê bixwesta ku gel jî li dij van êrîşan derkeve.Wê helwesta nokerî ya partiyan û oportunist qebûl nekira, wê bixwesta ku gel jî ji van partiyan bêrî li dijî tevgera dagirker rabin ser piyan.

Şêrko Bêkes ti caran wê qebûl nekira ku ti devera Kurdistanê ji hêla hêzên dijminên qirker ve, bi balafirên şer were bombekirin. Li dijî qetilkirina mirovên sivîl û şewitandina daristanan ku gencîneya herî hêja ên Kurdistanê ne, wê bi rengê wijdana gel rabûya ser piyan, li dijî van êrîşan wê li dijî bêdengiyê rabûya. Daristanên Kurdistanê niha li her deverê dişewitin.

Şaîrekî ku evîndarê welat, çiya, daristan, çûk, gûr, kêz û kurm û deştên xwe dikarîbû çavê wî li vê bar bibe? Şewitîna daristanan şewitandina dahatuya wê ye. Heke mirov lê bifikire ku qadên ku pir nêzî Başûrê Kurdistanê dibine çol, wê demê şewitandina daristanan Kurdistanê dike çol.

Şaîr, hunermend, hozan, mirovên çandê nikarin oportunîst bin, nikarin çehvê xwe li rastiyê bigirin, berevajî, çavê civakê bel dikin. Ji vî alî ve, ku dewleta Tirk bi desthilata faşîst a AKP-MHP'eê Başûrê Kurdistanê dagir dike, fersendê bibîne wê dagir bike, helbet Şêrko Bêkes wê li dij  dagirkeriyê rabûya. Hem jî di vê mijarê de wê aktîf jî bûya. Wê zor lê bikira ku hêzên siyasî jî di vî alî de bibin xwedî helwest.

Şêrko Bêkes wê qebûl nekira ku Kurdistan ji hêla artêşa Tirk ve ev çend were dagirkirin, Başûrê Kurdistanê ji hêla MÎT'a Tirk ve wiha were pêçan. Di rewşeke wiha de ku Başûrê Kurdistanê ji bo destkeftiyan ew çend berdêlên giran daye, wê li dijî van êrîşan bi mebesta şikandina vîna Kurdan derbiketa, wê bixwesta ku şaîr, hozan, bi giyanê azadiyê li dijî dagirkeran derbikevin. A rast divê helwesta hemû welatparêzan wihabe.

Şêrko Bêkes dibêje ev êrîş ne tenê li ser PKK'ê û gerîla, li ser hemû gelê Kurd û li ser hemû destkeftiyên Kurdan in, bêdengî mîna xafilbûnê dinirxand. Şêrko Bêkes li dijî dagirkeriyê bê dudilî helwesta xwe nîşan dida. Ji vî alî ve, hemû gelê Kurd divê guh bide şaîrên ne oportunîst û ne li pey berjewendiyê, divê guh bide wan şaîr, hozan û rewşenbîrên bi giyana azad. Hurmet û dilsoziya bi Şêrko Bêkes re, herî pêşî helwesta li dijî êrîşên dagirker hewce dike.

Herî dawî ji bo Şêrko Bêkes dixwazî çi bibêjî?

5 salên ku bêyî Şêrko Bêkes derbas bûne, valahiya xwe nîşan daye. Niha jî em nebûna şaîrên mezin ji her alî ve dibînin. Di rewşên wiha zor de zêdetir mirov hewcehiyê bi şaîrên mîna Şêrko Bêkes dibîne ku nirxên moralê yê civakê berz dikin. Di van rojan de ku em ê wî bi bîr bînin, em careke dî sond dixwin ku em ê tim wî bi rêzdar û minetdarî bi bîr bînin û bêrîkirinên wî bi cih bînin. Şêrko Bêkes pir girîngî bi avakirina yekîtiya neteweyî dida. Em bawer dikin ku em ê daxwazên Şêrko Bêkes û yên ku jiyana xwe bi vê bêrîkirinê bihurandine, daxwaza yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bînin.