Bayik: Heke were xwestin ev desthilatdarî hefteyekê jî nikare bisekine

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku hêz û qaweeta desthilatdariya AKP û MHP’ê nemaye û pirsgirêkên wê girantir bûye.

Bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvînek hatibû kirin. Em beşa 4’emîn a hevpeyvînê diweşînin.

Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem rojane êriş hene, hem jî bi gefên dagirkeriyê yên Erdogan re artêşa dagirker ketiye nava amadekariyan. Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî heta niha li vê qadê çawa hate bicihanîn? Li dijî êrişên gengaz divê berxwedana xweparastinê ya li vê derê çawa be?

Rojava ji sala 2012'an û vir ve yekser di nava şer de ye. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşek bû ku gel û hêzên şoreşger ên çekdar bi hev rekirin. Gel û hêzên şoreşger ên çekdar di nava hev de bûn. Zarokên gel jî, gel bi xwe jî çi bi çek çi jî bêçek di nava şoreşê de bûn. Lewma Şoreşa Rojava bi şerê gel ê şoreşgerî ku gel bi rengekî çalak tê de bû, pêk hat. Heta ku bi berxwedana Kobanê bi ser ket, karaktera berxwedanê di asta şerê gel ê şoreşgerî de bû. Ji xwe li Kobanê di şerê dijî DAÎŞ'ê de ji çar aliyên cîhanê şoreşger hatin tevlî bûn. Ji vî alî ve piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane piştevanî û berxwedana enternasyonal a bi beşdariya mirovên ji gelên cuda li Kobanê pêk hat. Di serketina Kobanê de nasname û ruhekî bi vî rengî hebû. Di serî de xelkê Kobanê divê gelên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiyê ji bîr neke.

Eger em bêjin ku piştî berxwedana Kobanê berxwedan tenê ji hêzên leşkerî re hate hiştin û gel jî di asta piştevaniyê de hate hiştin, wê ne nirxandineke şaş be. Ji xwe li Efrînê gel şer tenê ji YPG'iyan hêvî kir. Bêguman fedakarî û tevkariyeke mezin a gel jî heye. Lê belê ji ber ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin nekir, tevlîbûna gel bi giranî di asta piştevaniyê de bû. Di nava hêzên leşkerî de jî ev bû sedem ku mîna artêşa dewletan şer tenê weke karê xwe dibîne; piştî ku herêm ji aliyê gel ve hate valakirin xwe ji qadên navborî vekişand. Li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi gel re di nava hev de nebû û gel nekir parçeyek ji berxwedanê, bûyerên bi vî rengî yên neyînî qewimî. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî rewşeke bi heman rengî rû da. Li vê derê hin lîstikên ku li ser bingeha têkiliya DYE-Dewleta Tirk hate diyarkirin, bandoreke neyînî li ber xwedanê kir, di encamê de jî ev herêm ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şervanan jî gel jî berdêlên gelekî giran dan. Di vê mijarê de lehengiyeke mezin nîşan dan. Berxwedanên girîng, serketinên girîng hebûn. Lê belê li herêmên ku şoreşa gel pêk tê, karaktera berxwedanê divê şerê xwe dispêre gel û di nava gel de be. Fikra ku dikare mîna dewletan bi artêşê li ber xwe bidin, şer bi vî rengî bimeşînin, tê wateya nexweşiya desthilatdariya zû. Şoreşgerên Rojava ku dibêjin armanca wan ne avakirina dewletê ye û li dijî vê ne, hingî divê bi leşkerî û şoreşgeriyeke rast di nava şerê gel de bin. Naxwe bûyerên neyînî wê rû bidin.

Lê belê em di wê baweriyê de ne ku gel, rêveberiya xweser a demokratîk û hêzên leşkerî yên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê encamên gelekî girîng ji ezmûna berxwedanê ya 10 salan wergirtine. Li hemberî gefên sala dawî yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, helwesta gel rastiyeke bi vî rengî nîşan dide. Ji ber vê yekê demên dawî êrişî gel û malbatên welatparêz ên naskirî dikin. Hewl didin bi rêya êrişên bi vî rengî pêşî li tevlîbûna gel a li nava şerê gel ê şoreşgerî bigirin.

Herhal eger dewleta Tirk dest bi êrişeke nû bike, wê li dijî vê êrişê şerekî topyekûn bikeve rojevê. Temamiya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê wê bibe qada şer. Bi gotina 'dewleta Tirk ketiye cihekî yan jî derketiye' berxwedan bi dawî nabe. Şer wê bi rengekî bênavber û heta bidawîkirina dagirkeriyê, li her devera dagirker lê ne wê dewam bike. Li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk dagir kiriye yan jî dagir bike, wê şer bi kûrahî bê meşandin. Herhal li hemberî êrişeke nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk, rêyeke ji vê cudatir li pêşberî şoreşgerên Rojava nîne. Ji bo parastina Şoreşa Rojava ji bilî vê yekê ne polîtîka ne jî cûreyekî din ê berxwedanê heye. Helwesta gel, gotinên rêveberî û hêzên leşkerî yên yên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê nîşan dide.

Dewleta Tirk hin hêzên mîna PDK'ê tevlî plana têkbirinê kir. Bi taybetî hewl dide qadên gerîla tengav bike, kemînan datîne û li dijî PKK'ê kampanya reşkirinê dimeşînin. Gelo ev helwesta PDK'ê bi taybetî jî ya rêveberên wan tê çi wateyê?

PDK di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li gel dewleta Tirk cih digire; êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Şengalê, dagirkerî û komkujiyên ku dike bi gotina 'Tirkiye ne li dijî Kurdan e, lê dijminê PKK'ê ye' rewa dike. Van kiryarên PDK'ê ne tenê em, her wiha raya giştî ya Kurd û gelê Kurd jî fêhm nake. Gelo hin hêzan hin sozên ku dilê PDK'ê pê xweş dikin dane ku PDK ji ber vê yekê di vê astê de dijminatiyê li PKK'ê dike; li gel dewleta Tirk cih digire? Eger bi vî rengî cihê xwe li gel hêzeke mîna dewleta Tirk a dijminê Kurdan digire, hingî vê pirsê dixe bîra mirovan.

Eşkere ye; eger dewleta Tirk bi dewletekê yan jî hêzeke siyasî re têkiliyeke baş danî be, ev têkilî li ser dijberiya li PKK'ê ye. Bi taybetî jî eger bi rêxistineke Kurd re di nava têkiliyeke baş de be, ev yek teqez li ser dijberiya li PKK'ê ye. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkaya xwe ya hundir û derve li ser bingeha dijberiya li PKK'ê, dijberiya li Kurdan ava kiriye. Têkiliya bi AKP-MHP'ê re ku li tevahiya cîhanê bi dijminatiya li Kurdan tê naskirin, têkiliyeke xurt a bi hêzeke wiha re ne ji bo xêrê ye. Dostên PDK'ê jî dewleta Tirk weke dijminê Kurdan û faşîst dibîne, ji Erdogan re dibêjin dîktator. Lê rayedarên PDK'ê îdîa dikin ku Tirkiye welatekî demokratîk e. Ev nêzîkatiya rayedarên PDK'ê piştgiriyê dide dewleta Tirk ku hîn bêhtir dijminatiyê li Kurdan bike, Kurdan bitepisîne.

Tirkiye bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re di dema herî giran a dijminatiya li Kurdan de ye. Ev desthilatdarî eger beriya salên 1990'î serwer bûya, herhal ne bi dehan wê bi sedan sêdare bihatina danîn. Li Bakurê Kurdistanê tişta ku vê desthilatdariyê li Kurdan nekir, nema. Li gorî PDK'ê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ne dijminê Kurdan e, lê dijminê PKK'ê ye. Wateya vê jî ew e; em Tayyîp Erdogan deynin aliyekî, Devlet Bahçelî jî ne dijminê Kurdan e, lê dijminê PKK'ê ye. Mirovê herî nezan ê li cîhanê jî zane ku Devlet Bahçelî dijminê Kurdan e; ti carî nabe hevparê desthilatdariyek ku polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdan nemeşîne. Ji xwe yê ku polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rê ve dibe MHP û Devlet Bahçelî ye.

Ti argûmanek di destê PDK'ê de nîne ku PKK'ê pê reş bike. Yekane tişta ku niha dike, piştgiriyê dide argûmanên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li Kurdan dike. Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike. Her wiha li qada navneteweyî bi her dewleta ku têkiliyê datîne ne tenê PKK'ê reş dike; şoreşgerên Rojava jî reş dike. Gotin û nirxandinên xwe hemû ji bo nixumandina polîtîkayên qirkirinê û dijminatiya li Kurdan a dewleta Tirk e.

Ketina nava qadên gerîla, danîna kemînan li pêşiya gerîla, asta têkiliya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji xwe radixe pêş çavan. PDK'ê berê jî hewl dida bi rêya hêzên dijminê Kurdan rêxistinên muxalîfên xwe tasfiye dikir. Herhal dixwest ku bi destê dewleta Tirk PKK'ê tasfiye bike û li ser Kurdan xwe bike hêza hegemon. Dibe ku jê heye eger PKK tasfiye bibe wê bigihêje asteke bi vî rengî. Dema ku mirov rastiya dewleta Tirk tîne bîra xwe, hingî fêhm dike ku ev fikra wan xefleteke çawa ye. Dijberiya PDK'ê ya li PKK'ê, çavê wê kor kiriye. Bi rastî jî em gotinekê jê re nabînin. Asta têkiliyê ya niha ya bi dewleta Tirk re; tevlîbûna li polîtîkaya tasfiyekirina PKK'ê bi rengekî cuda nikare bê vegotin.

Ji me hebû ku pirsgirêkên navbera me û PDK'ê êdî derbas bûne. Piştî ku PKK bi pêş ket, mezin bû, li parçeyên din ên Kurdistanê û li siyaseta Rojhilata Navîn bi bandor bû, PKK li asta cîhanî bi bandor bû, di polîtîkaya PDK'ê de guhertin çêbûn. Têkiliya bi dewleta Tirk re ya ku dixwaze PKK'ê tasfiye bike, li ser bingeha dijberiya li PKK'ê ava kir. Eger PDK dest ji feraseta xwe ya 'bibe hêza hegemon li nava Kurdan' berde, wê nekeve nava rewşeke bi vî rengî. Eger bi Kurdan re xurt bibe PDK jî wê sûdê ji vê werbigire. Polîtîkaya rast divê bi vî rengî be: Bila Kurd qezenç bike, em jî qezenç bikin.

43 sal in têkoşîneke bênavber tê meşandin. Gelê Kurdistanê bi hemû beşên xwe yên civakî berdêlên mezin da. PKK 43 sal in bi wesfa pêşengiyê tevdigere; îro jî pêşengiyê ji berxwedanê re dike. Hûn dibêjin, 'Me plana têkbirinê pûç kir, dor hatiye hilweşandina faşîzmê'. Ev ê çawa bibe? Li qadên leşkerî, siyasî û civakî divê stratejiyeke çawa ya têkoşînê bê meşandin? Di vê çarçoveyê de roleke çawa dikeve ser milê kê û kîjan hêzê?

Têkoşîna ku PKK pêşengiyê jê re dike dikeve sala 44'an. Ya rast di Newroza bê de tevgera Apoyî wê bikeve sala 50'î. Ev yek bi tena serê xwe di pêşengiyê de tê wateya şarezatî, di berxwedanê de kûrbûn û berfirehiyê. Mîna ku hesin dike pola, PKK'ê bi têkoşîna xwe ya nîv sedsalî veguherî wê hêz û berxwedêriyê ku her cûre êrişên li ser gelê Kurd têk bibe. Dirêjbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di vê astê de, pêwendiya xwe bi karaktera dijminatiya li Kurdan heye. Ji ber ku di armanca qirkirina Kurdan de bi israr in, ev berxwedan ji neçarî dirêj bûye. Eger armanca dewleta Tirk ne qirkirina Kurdan bûya, gelek caran dikarîbû çareserî bihata kirin. Tevî ku Rêber Apo pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl ên ji bo jiholêrakirina înkarê û misogerkirina hebûna Kurdan pêşkêş kir jî, bersiv wernegirt. Lewma şikandina înkarkirina Kurdan a dewleta Tirk ne hêsan e. Rêber Apo hîn ji destpêkê ve tespît kir ku wê têkoşîneke zor û zehmet be. Ev polîtîkaya qirkirina Kurdan û înkarkirina Kurdan ne tenê li ser Bakurê Kurdistanê, her wiha li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî tê meşandin. Her wiha eger konjonktur dest bide wê heta li Rojhilatê Kurdistanê jî bimeşîne.

Li dijî hêzeke qirker a mîna dewleta Tirk, ne bi zîhniyet, rêxistin û feraseta polîtîka û xeta têkoşînê ya PKK'ê be, têkoşîn nikare bê meşandin. PKK ji niha û pê ve jî wê pêşengiyê ji azadkirin û rizgarkirina Kurdan a ji qirkirinê bike.

Dema ku hate dîtin ku Kurd xurt bûne û gihîştine asta pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd, hingî 'Plana Têkbirinê' hate amadekirin û piştî salekê jî dest bi êrişê kirin. Ahmet Davûtoglû ji xwe diyar kiribû ku beriya salekê ferman dane polîs û leşkeran ji bo xwe ji êrişê re amade bikin.

Bi sala 2015'an re dewleta Tirk ya wê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî maqûl qebûl bikira, yan jî wê dest bi êrişeke topyekûn bikira. Ji ber ku hîn dest ji armanca xwe ya qirkirina Kurdan bernedaye ku dixwaze Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk, dest bi êrişa têkbirinê kir. Êrişên ji sala 2015'an û vir ve têne kirin hemû di vê çarçoveyê de ne. Lê belê faşîzma AKP-MHP'ê tevî ku derfetên hundir û derve heta dawiyê bi kar anî jî ti carî encama dixwest bi dest nexist û li pêşberî berxwedanê têk çû.

Bi pêşengiya PKK'ê têkoşîneke giran hate meşandin ku li qadên leşkerî, siyasî, civakî û çandî berdêlên giran hatin dayin. Bi vî rengî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hem li hundir hem jî li derve ketiye nava pirsgirêkên giran. Niha êdî temenek ji desthilatdariya AKP-MHP'ê re tê danîn. Ya rast gelek caran hilweşandina vê desthilatdariyê bi temamî kete rojevê. Ne desthilatdariyeke ku bi hêza xwe li ser piyan dimîne. Hêzên derve, heta ku alternatîfek li gorî xwe nebînin vê desthilatdariyê li ser piyan dihêlin. Eger hêzên derve nebûna destek desthilatdariya AKP-MHP heta niha li ser desthilatdariyê nema. Eger hêzên demokrasiyê bi hemû derfetên xwe berê xwe bidan armanceke bi vî rengî ya hevpar, ev desthilatdarî li gel piştgiriya derve jî wê hilweşiya. Hin hêz hilweşandina AKP-MHP'ê bi hilbijartinê ve girê didin, AKP-MHP jî ji vê yekê sûdê werdigire û desthilatdariya xwe dewam dike.

Eger hêzên demokrasiyê li bendê ne ku ev desthilatdarî wê bi hilbijartinêk hilweşe, hingî wê bikevin nava xefletê. Li hemberî wan hêzeke siyasî nîne ku di nava sîstema siyasî ya heyî de bi hilbijartinê bûye desthilatdar û bi hilbijartinê biçe. Ji ber ku desthilatdariyeke welê heye ku dixwaze dewletê bi temamî li gorî xwe ava bike. Heta ku xwe negihîne vê armancê naxwaze dest ji desthilatdariyê berde. Eger têkoşîneke ku zextê lê bike dest ji desthilatdariyê berde neyê meşandin, desthilatdarî ji bo li ser piyan bimîne wê serî li her rê û rêbazê bide. Ji xwe polîtîkaya şer jî ji ber vê yekê tê meşandin. Ji bo dest ji desthilatdariyê bernede, dikare bikeve nava qumarên nû yên şer. Dikare xwe bispêre vê û hilbijartinê nede kirin, ya jî di rewşeke wiha de li gorî xwe hilbijartinê bike; bêje 'ez bi ser ketim'. Lê belê bêyî ku li benda hilbijartinê bimîne eger hêzên demokrasiyê li hev bicivin û têbikoşin, hingî wê dawî li vê desthilatdariyê bê. Ji ber ku hêz bi wan re nemaye ku desthilatdariyê bimeşîne. Li gel kêmbûna piştgiriyê her wiha pirsgirêkên wan jî giran bûne. Ji vî alî ve hêzên demokrasiyê dikarin tevgera hilweşandina desthilatdariyê bidin destpêkirin. Li hemberî tevgereke wiha desthilatdarî jî nikare bisekine. Tenê bila dayina hinek berdêlan bidin pêş çavên xwe, bila bi ser desthilatdariyê ve bimeşin. Hingî nikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku bingeha wan jî êdî piştgiriyê nade vê desthilatdariyê. Dibe ku komên çekdar bi rêxistin kiribin. Lê belê dema ku gel bi ser wan ve meşiya ew ê jî birevin. Hêzên ku piştgiriya civakî bi wan re nîne tenê xwe bi çeteyên çekdar bi rêxistin kirine, çekên wan bi kêr nayê.

Tifaqa AKP-MHP'ê hêzeke faşîst e ku ne tenê Kurdan, her wiha gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî eleqedar dike. Hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û hêzên demokratîk ên li cîhanê jî eleqedar dike. Hêza li pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng e, di şexsê AKP-MHP'ê de dewleta Tirk e. Faşîzma AKP-MHP'ê gefeke li ser hêzên demokrasiyê yên cîhanê. Eger hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê hevkariyê bikin, hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî helwestê nîşan bidin, hingî kes xwedî li vê desthilatdariyê dernakeve.

Li Tirkiyeyê potansiyela hêzên demokrasiyê ne kêm e. Eger hêzên demokrasiyê li hev bicivin, hilweşandina vê desthilatdariyê bikin armanca xwe û bi biryardarî ji desthilatdariyê re bêje êdî dest jê berde, ev desthilatdarî hefteyekê jî nikare li wir bimîne. Rewş bi rastî jî di vê astê de ye. Gelê Kurd ji xwe têdikoşe. Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' têkoşîna li hemû parçeyên Kurdistanê hevgirtî kiriye û têkoşîna li dijî tifaqa AKP-MHP'ê hîn bi bandor kiriye. Vê pêngavê di têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê de roleke girîng lîstiye. Lê belê hevgirtina têkoşînê divê li tevahiya Kurdistanê hîn bi bandor bibe. Hêzên siyasî yên li her parçeyên Kurdistanê, divê her beşên civakî yên gelê Kurd hîn bêhtir bi rêxistin bikin û tevlî nava têkoşînê bikin. Ji xwe ya ku faşîzma AKP-MHP'ê aniye ber hilweşînê bi esasî ev têkoşîna gelê Kurd a li qadan e.

Li dijî êrişên têkbirinê, gerîla zêdeyî 6 sal in bi rengekî fedaî li ber xwe dide. Ev berxwedan bi pêşengiya gerîla tê kirin. Hîn jî gerîla pêşengiyê dike. Lê belê êdî nabe ku şer tenê ji gerîla re bê hiştin. Tevî şerê gerîla eger li bajaran, li tax û kolanan li dijî hêzên dijmin, li dijî nokeran, li dijî aboriya mêtingeriya qirker çalakî bê kirin, ev desthilatdarî nikare li hemberî rastiyeke bi vî rengî ya şerê gel bisekine. Bi kurtasî di vî şerî de divê her kes, her sazî xwe berpirsyar bibîne; çi dikeve ser milê wan divê pêk bînin. Li her kolanê dema ku 3 ciwanên welatparêz li hev civiyan dikarin gelek tiştan bikin. Li bajaran têkoşîna li dijî sîxurkirin, narkotîk û fûhûşê divê weke têkoşîna li dijî vê desthilatdariya faşîst bê dîtin.

Di vê demê de ji bo lawazkirin û têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê jin bi roleke girîng rabûn. Tevî girtin û zextan jî jinan di têkoşînê de israr kirin û vê yekê hêzên demokrasiyê bêhtir wêrek kir.

Karker jî li gelek qadan têkoşiyan. Lê belê potansiyela têkoşînê ya karkeran ku hîn zêde ye, di asta tê xwestin de nekete nava liv û tevgerê. Girîng e ku berê têkoşîna karkeran ber bi têkoşîna demokrasiyê ve bê kirin. Ji ber ku mafên aborî û demokratîk ên karkeran tenê bi têkoşîna demokrasiyê dikarin bên bidestxistin.

Potansiyela têkoşîna ekolojîk bi têra xwe xurt bû. Divê ev qad hîn bêhtir girîng bê dîtin, bê birêxistinkirin û bi tevger bê kirin.

Di serî de Elewiyan hemû civatên baweriyan fêhm kirin ku azadiya baweriyê ji dewletê nayê hêvîkirin. Xerabiya ku desthilatdariya AKP'ê li Îslamê kir di astas kiryara DAÎŞ'ê de ye. Eger derdorên Îslamî helwestê li dijî desthilatdariyê nîşan bide ku baweriyê ji xwe re dike amûrek, wê hingî seknek û jiyanek li gorî cewhera Îslamê bê nîşandan. Baweriya AKP'ê û yên mîna wê ya li feraseta Îslamê feraseta Îslama desthilatdarîperest a Mûaviye ye. Desthilatdariya AKP'ê ji bo civaka Îslamî bûye ceribandineke girîng. Dibe ku bawerî bi rengekî nebaş hatibe bikaranîn û xisar li nirxan hatibe kirin. Lê belê ev ceribandin dikare bi rengekî ku xizmetê ji feraseta Îslam a Demokratîk re bike bê nirxandin. Bi vî rengî wê nirxên civakîparêz ên Îslamê hêzê tevlî jiyana civakî ya demokratîk bike.

Berê cîhana rojava PKK bi karên dîplomasiyê û propaganda dijberiyê ya Tirkiyeyê nas dikir. Li gel dewletan her wiha bi hin akademîsyen, rojnamevan û rewşenbîran re jî nêrîneke bi vî rengî hebû. Em dibînin ku ev nêrîn îro di asteke girîng de guheriye. Mînak; êdî gel, dewlet, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan li şûna ji dagirkeran hîn bibin, bi şopandina PKK û Kurdan hîn dibin. Lewma mirov dikarin bêjin ku pêşhukmên berê hatine şikandin. Ev rewşa nû ji bo tevgera we û gelê Kurd tê çi wateyê? Rê li ber pêşketinên çawa vedike?

Têkoşîna me nêzî 50 sal in dewam dike. Dewleta Tirk yek ji wan dewletan e ku li cîhanê herî zêde şerê taybet, şerê psîkolojîk bi berfirehî dimeşîne. Qirkirina bi dehan milyon Kurdî bêguman bêyî şerê taybet û şerê psîkolojîk nabe. Bi rêya şerê taybet û psîkolojîk divê cîhanê, civaka xwe bixapîne, Kurdan bixapîne. Naxwe wê nikaribe qirkirinê veşêre. Ev jî wê zorê bide dewleta Tirk. Ji xwe bi qirkirina Ermenan re li pêş çavên cîhanê kete rewşa qirkeriyê. Ji ber vê yekê jî qirkirina Kurdan divê hîn bi baldarî û bi rengekî veşartî bike. Lewma dest bi polîtîkayên xapandina cîhanê kir û ji bo vê jî kete nava rê û rêbazên cuda. Aliyê herî xurt ê Rêber Apo û sedema li ser piyan hiştina tevgerê ew e ku rastiya vî şerê taybet baş dibîne. Dewleta Tirk a mêtinger qirker baş nas kir; ji ber vê yekê jî ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî, polîtîk û çalakiyê ve Tevger li dijî şerê taybet baş xurt kir. Gel jî li dijî vî şerê taybet baş perwerde kir.

Ji ber ku Rêber Apo rastiya dewleta Tirk bai nas kir û têkoşîn herdemî kir, maskeya li rûyê şerê taybet sal bi sal bêhtir kete xwarê. Her sal ne tenê kurd êdî cîhan tev vî şerê taybet baş dibîne. Her ku têkoşîn dewam dike û şerê taybet tengav dibe, mêtingeriya qirker jî neçar dimîne ku serî li rê û rêbazên hîn hişk û eşkere bide, ev jî dibe sedem ku rastiya dewleta Tirk ji aliyê tevahiya cîhanê ve hîn bêhtir bê naskirin. Berê ji bo karibe vê qirkeriya xwe binixumîne xwe weke pêşverû demokratîk nîşan dida; îdîa dikir ku li Tirkiyeyê demokrasî heye; bi bikaranîna hin rê û rêbazan cîhan dixapand. Li hemberî pêşketina têkoşîna me, rûdana faşîzma 12'ê Îlonê rastiya vê dewletê hinekî teşhîr kir. Pêngava gerîla ya 1984'an, piştre jî rabûna serhildanê ya gel bûn sedem ku dewleta Tirk serî li rêbazên qirêj ên şer bide. Bi şewitandin û xerakirina gundan re koçberkirina bi milyonan mirovên Kurd ji cih û warê xwe, kuştina 17 hezar mirovî bi rengekî kiryar nediyar, ev dewlet heta astekê teşhîr kir.

Bi komploya navneteweyî re, bi dîlgirtian Rêberê me re wê PKK tasfiye bikira û piştre jî van rêbazên xwe yên şerê taybet û rêbazên qirêj ên şer bida jibîrkirin. Wê careke din serî li rê û rêbazên xapandina cîhanê bida. Lê belê kûrbûna Rêber Apo ya li Îmraliyê, polîtîkayên ku meşand, taktîkên bi rê ve bir û ya herî girîng jî bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re destûr neda ku dewleta Tirk vê xapandinê bike. Li hemberî têkoşîna tevgera me ya li ser bingeha paradîgmaya nû, dewleta Tirk careke din serî li rêbazên şerê taybet da û piştî ku paradîgmaya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bû, rûyê rastî yê dewleta Tirk baştir hate dîtin. Her wiha karakterê demokratîk azadîparêz ê tevgera me ya azadiyê jî baştir hate fêhmkirin. Her kesî dît ku dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka Kurd bi rengekî maqûl çareser bike û dixwaze Kurdan qir bike.

Ev rastî careke din ispat bû; têkoşîn her tim rastiyê eşkere dike. Piştî ku têkoşîna me ne salekê, ne deh salan, lê bi dehan salan dewam kir, rastiya dewleta Tirk û rastiya têkoşîna Kurdan baştir hate fêhmkirin. Rastiya ku 50 salî derxiste holê kes nikare ji nedîtî ve bê.

Rastiyên ku bi têkoşînê hatin eşkerekirin, paradîgmaya ku bandor li tevahiya jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir, sîstema xwe ya konfederal a demokratîk a xwe dispêre civaka rêxistinbûyî, feraseta rêveberiyê ya li derveyî dewletê û sosyalîzma demokmratîk a li ser vê bingehê derxiste holê, raxist pêş çavan ku Tevgera me ya Azadiyê xwedî rastiyeke çawa ye. Piştî ku ev zîhniyet û pratîk bi rizgarkirina Êzidiyan ji qirkirinê û bi pratîka Rojava re bû yek, hingî gelên cîhanê û hêzên demokratîk bêhtir xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derketin. Li gel vê yekê jî dewleta Tirk hîn bêhtir teşhîr bû.

Lewma polîtîkayên dewleta Tirk, NATO'yê û welatên hevalbendê Tirkiyeyê yên ji bo reşkirina PKK'ê bi giranî hatin têkbirin. Ji bo tevgera me sempatiyeke mezin çêbû. Eger PDK û hin komên wê yên marjînal li her devera ku diçin li dijî PKK'ê propaganda reşkirinê û karên dijber nekin, sempatiya ji bo PKK'ê wê mezintir bibe, ev yek jî wê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derfetên gelekî mezin bi xwe re bîne.

Bêguman tecrîda ku li ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurd dihate ferzkirin hatiye şikandin. Vê bi tena serê xwe ji bo pêşvebirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê derfetên gelekî mezin afirandine. Gelê Kurd li herêmê û li tevahiya cîhanê di nava gelan de dibe xwedî tifaqan. Ev yek ji bo têkoşîna me ya azadiyê tê wateya piştgiriyeke mezin a moralê. Piştî û hêza bi vî rengî ya moralê ji her çekê bêhtir bandorê dike; daxwaz û biryardariya têkoşînê xurtir dike. Têkiliyên PKK'ê yên li nava gelan û hêzên demokrasiyê bi pêş dikevin; dewleta Tirk a qirker jî roj bi roj bêhtir tecrîd dibe. Êdî eşkere bû ku dewleta Tirk polîtîkaya qirkirina Kurdan dimeşîne. Tevgera azadiyê li nava gelan û demokrasiyê xurt dibe, astengiya li pêşiya xwe radike.

Xistina PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorê' ji aliyê Ewropa û DYE'yê ve, derfetê dide dewleta Tirk ku şerê qirêj bimeşîne û bi her awayî zext û zilmê li gel bike. Niha têkoşîna ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bi pêş dikeve. Ev jî ji aliyê hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê û cîhanê ve tê kirin. Ev rastî wê bibe sedem ku ne tenê gel û hêzên demokrasiyê, her wiha dewletên ku bala xwe li ser demokrasiyê ne wê bi PKK'ê re bikevin nava têkiliyan. Ji xwe niha hin têkiliyên yekser û neyekser hene. Bi vî rengî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê ji aliyê gelan û hêzên demokrasiyê ve, di heman demê de wê ji aliyê hin dewletan ve jî bê naskirin. Ev yek jî wê derbeke girîng li polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk bixe. Ji ber ku ti dewleta ku hinekî bala xwe li ser demokrasiyê ye, wê nexwaze bibe hevparê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk.