Bayik: AKP têk çûye, PKK bûye hêviya gelan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku wan AKP anîne ber mirinê û got, "PKK ji jin, ciwan, gel û baweriyên cîhanê re bûye hêvî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik tevlî bernameya Dilistan a ku di Radyoya Dengê Welat de tê weşandin bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

Bayik polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk nirxand û anî ziman ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê komasiya hemû faşîstên berê temsîl dike û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê gelek desthilatdar çêbûne û xwestine Kurdan, hêzên demokratîk qir bikin, tasfiye bikin. Lê dema mirov dîrokê lêkolîn bike, mirov dibîne ku desthilatdariyeke wekî ya Erdogan û Bahçelî faşîst çênebûne. Wan desthilatdariyên di dema Tirkî heta di dema Osmanî û b itaybet jî di dema Îttîhat Terakkî de çi kirine, lêkolînkirin e. Wan tevan bi kar tînin û kêmasiyên wan jî dîtin e û li gorî wê tevdigerin. Ji bo wê jî kesekî wekî van dijminatî li Kurdan, li ragihandin, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, gelan, olan û hwd. nekiriye. Kesekî wekî van mirov ji saziyên dewletê, burokrasiyê û saziyên medenî dernexistine. Van hejmareke mezin mirov ji her tiştî mehrûm kirin e."

JI TÊKÇÛNÊ DITIRSIN, LEWMA KETINA XWE WEKE KETINA TIRKIYEYÊ NÎŞAN DIDIN

Bayik, sedema zêdekirina zextên li ser civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê jî wiha şîrove kir, "Bi vê dixwazin faşîzmê tam bidin rûniştandin. Dixwazin her kesekî teslîm bigirin. Yên ku teslîm nebin jî heqê jiyanê ji wan re nehêlin. Siyaseteke wisa dimeşînin. Ji bo vê jî her ku diçe bingeha qûwetên demokrasiyê xurtir dikin û dawî li xwe tînin. Binêrin tehamul nekirin ku 2019'an de biçin hilbijartinê. Bi xwe dibêjin, ger ku heta 2019'an sebir bikirane, wê Tirkiye belav bûbane. Belavbûna Tirkiyeyê çi ye? Têkçûyîna wan e. Ji bo wan mahkemeyên muhîm vedibin, rêya zindanan vedibin. Ji bo ku ew çênebin, gotin lazim e, em pêşî li van bigirin û hê qûwetên demokrasiyê neamede em xwe rizgar bikin. Ji bo wê jî mayîn û nemayîna xwe wekî mayîn û nemayîna Tirkiyeyê didin nîşan dan. Dibêjin, 'qedera Tirkiyeyê girêdayî me ye, em biçin Tirkiyeyê jî diçe'. Bi vê esas dixwazin civakê rehîn bigirin. Dibêjin mecbûrî me ne. Em çi bikin, divê hûn qebûl bikin. Lazim e em li îktîdarê bimînin. Ku em bikevin Tirkiyeyê namîne. Bi vê Tirkiyeyê ditirsînin. Gel rehîn digirin."

AKP BÛYE MHP

Bayik der barê der barê helwesta rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî nerazîbûnan ev nirxandin kir: "Ti desthilatdariyê ev nekiriye. Çima? Ji ber ku li hundir û derve ti dostên wan neman e. A niha ne yên li dijî wan, yên ku berê li gel wan jî ji AKP'ê dûr dikevin û her ku diçe li dijî siyaseta Erdogan disekinin. Dibêjin me ne li ser vê siyasetê AKP ava kir, ev siyaseta MHP'ê ye, AKP nemaye. Ji bo ku ew kes neaxivin wan tehdît dikin. Di van hilbijartinan de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk şandin  ku Abdullah Guh tehdît bikin. Her kesî tehdît dikin, ne tenê A. Gul. Bulent Arinç jî tehdît kirin. Lê hinek jî çiqas tehdît jî bikin li ber xwe didin."

JI BO FAŞÎZM Û TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRIN NÎJADPERESTIYÊ SOR DIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di mijara naskirina AKP'ê de hişyarbûn û guhertina di nava gelê Kurd de çêbûye nirxandinên girîng kirin û wisa dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe Kurd winda kirine.. Berê hinek Kurd li gel wan disekinîn. Wan Kurdan digot, 'ev ê pirsgirêka Kurd çareser bikin'. Lê dîtin ku ev dijminê Kurdan tevan e. Ne tenê dijminê PKK'ê ne. Li Bakur, Başûr, Rojava û li her derê. Li Bakur bajar talan kirin. Efrîn talan kirin. Li Kerkukê gotin 'aqilê xwe bînin serê xwe' û tehdît kirin. Vê tesîreke mezin li ser gelê Kurd kir. Ji bo wê jê dûr dikevin. Kurd winda kirin. Kurd windakirin, Tirkiye windakirin e, xwe windakirin e. Xetereyeke mezin ji bo xwe çêkirin e. Ji xwe di aliyê aborî de her ku diçe winda dike. Gel birçî dibe, bêkar dimîne. Di nava gel de nerazîbûnên mezin çêdibin li dijî vê rejîmê. Di nava Tirkiyeyê de û li derveyî Tirkiyeyê jî nerazîbûn rû didin. Ji bo ku vê veşêrin nijadperestî, şovenîzmê, netewperestiyê sor dikin. Ji bo ku bikaribin li desthilatdariyê bimînin. Gel dixapînin, derewan dikin ku kes rastiyên wan nebîne. Lê belê berê derew dikirin û hinek encam digirtin. Lê hatine dawiyê. Derewan dikin, dibînin ku kes pê nayê xapandin. Ji bo wê jî her ku diçe li dijî wan mûxalefet hê xurtir dibe. Dîtin ku wer dewam bike wê bikevin, ji bo ku nekevin darbe kirin. Niha ne wexta hilbijartinê bû û gotin hema em di du mehan de hilbijartinê dikin. Ji bo wê navê wê hilbijartina zordest e. Ger ku wisa nekirina nikarîbûn heta salekê li ser xwe bisekinin."

CIVAK DI ZINDANÊ DE YE

Bayik, sedema zextên li ser civakê û dîlên azadiyê jî weke armanca teslîmgirtinê şîrove kir û got, "Ji bo wê jî nahêle kes biaxive, mafê jiyanê ji kesî re nahêle. Yan mirovan dide revandin diçin derveyî welat, yan dixe zindanê, yan jî dikuje. Bi taybetî ku Kurd be, zarok, extiyar, jin, ciwan, nexweş û hwd. dixe zindanan. Ev çi dide diyarkirin? Hêza Kurdan dide nîşandan. Divê ev bê dîtin. Qelsiya rejîmê dide nîşandan. Ji ber ku faşîst e ji her tiştî ditirse. Çi tişta bi navê Kurd û Kurdistanê heye jê ditirse û dibêje 'ev ê dawiyê li min bîne'. Her çiqas di 12'ê Îlonê de faşîzm hebû jî hinek qanûn berçav digirtin û her kes destgîr nedikir. Şoreşger û mîlîtan hedef digirtin. Lê ev her kesî dikin zindanan. Civak kiriye zindanan. Dixwaze civakê teslîm bigire. Ji bo wê jî têkoşîna li zindanan pir pir girîng e. Zindan jî eniyeke têkoşînê ye. Ew dixwazin îradeya civakê bişkînin û wisa teslîm bigirin. Heta ku di zindanê de vê nekin, nikarin li derve civakê teslîm bigirin."

ARTÊŞA PEREYAN NIKARE ŞER BIKE, TÊK ÇÛYE

Bayik şerê giran ê li çiyayên Kurdistanê nirxand û işaret bi têkçûna artêşa Tirk a dagirker kir: "Niha dewleta Tirkiyeyê êdî nikare li hemberî gerîla li ber xwe bide. Dixwaze bi temamî bi teknîkê şer bike. Dixwaze wisa derbê li gel û gerîla bide. Bi hemû îmkanên xwe teyareyên bombebaranê, keşfê û hwd. dikire. Bi vê dixwaze şer bike. Leşkerên wan êdî nikarin şer bikin. Mesela heval diçin ser leşkeran. Dema ku balafir tinebin leşker dev ji cihê xwe berdidin û direvin. Nikarin şer bikin. Dixwazin canê xwe xilas bikin. Kit kit şer dikin. Çima? Leşkerên ku niha dixin şer ên ku bi pereyan çêkirin e. Ger ku leşkerek bi pereyan şer bike, dema ku xeteriyê bibîne, xwe nake xeteriyê. Bizanibe mirin e, wê bireve. Ji bo wê ew leşkerên ku bi pereyan çê dibe direve. Leşkerên berî van çêtir şer dikir. Ji ber ku pere nebûn û mecbûr bûn. Lê yê niha Erdogan û Bahçelî, leşkerê wan ê taybet in. Ji bo xwe çêkirin e. Pereyekî mezin didin wan. Ew jî dema ku teknîk hebe gavê diavêjin. Ger ku teknîk nebe, gavê navêjin. Taktîka wan çiye? Ciyên piçûk dikin hedef, nikarin qadeke fireh bidin ber xwe. Qûweteke wan a wisa tine. Wan derên piçûk jî. Lazim e keşif bibe. Ew jî ne yek û dudo ne, gelek in. Piştre balafirên bombebaranê lê didin. Dû re ku tank û top hebin lê didin. Dema ku emîn bûn tiştek nema, diçin. Ger ku birîndar û şehîd hebin digirin. Taktîkên wan ev in. Dema ku balafir nebin, nikarin gavê biavêjin. Yan jî ku heval diçin ser wan direvin. Di şerê gerîla de têk çûye. Dema heval dîkat dikin, wê teknîkê jî vala derdixin. Yanî dawî li wê siyasetê jî hatiye."

PKK BÛYE HÊVIYA GELAN

Di dewamiya axaftina xwe de Bayik anî ziman ku desthilatdariya Erdogan û Bahçelî li ber mirinê ne û li ser rewşa PKK'ê jî ev nirxandin kir, "PKK ji bo gelên Rojhilata Navîn û sosyalîstên cîhanê bûye hêvî û pêşengtiyê dike. Hêviya her kesî PKK û paradîgmaya Rêber Apo ye. Her kes dixwaze vê fêhm bike û li gorî wê xwe rêxistin bike. Ji ber vê taybetiya PKK'ê bû her kes ji ber DAÎŞ'ê reviya lê wê ew anî ber dawîbûnê. Ev bi têkoşîna Rêber Apo û PKK'ê pêk hat. PKK bi çi li hemberî wê sekinî? Bi felsefe, paradîgma û îdeolojiya Rêber Apo. Ne tenê leşkerî bû. Ne ku hêza me ya leşkerî pir xurt bû, çekên me xurtir bûn, îmkanê me xurtir bûn. Çek û îmkanên wan ji yên me xurtir bûn. Felsefe û bîrdoziya me ew şerê leşkerî afirand. PKK'ê nûnertiya gelan, olan, ekolojîstan, demokrasî, azadî û hemû mirovahiyê dikir. Ji bo wê ew hêvî bi vê tevgerê çêbûn."

ŞOREŞ DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Di dawiya axaftina xwe de Bayik, sirê berxwedan û mezinbûna PKK'ê û eleqeya gelên din jî bi van gotinan anî ziman, "Li Rojhilata Navîn ew jin çawa derketin û têkoşiyan? Gelan ev têkoşîn lêkolîn kirin û dîtin ku li pişt wan ew bîrdozî û felsefeya Rêber Apo heye. Ji bo wê jî dixwazin di wê bîrdozî û felsefeyê de xwe xurt bikin. Ji bo wê jî ji PKK'ê çi hêvî dikin? Dixwazin ku PKK vê berxwedan û têkoşînê pêş bixin. Tevgerên sosyalîst dixwazin PKK pêngavên wekî Enternasyonala 1'mîn, 2'mîn û 3'mîn biafirîne. Ji ber wê ye li Arjantînê jin derketin û gotin, 'Hevala Sara (Sakîne Cansiz) rêbera me ye'. Jin û ciwan paradîgmaya Rêber Apo esas digirin. Gelên bindest, yên qels hemû wê esas digirin. Hemû kesên azadî û demokrasiyê dixwazin û armanca wan serketina sosyalîzmê ye vê paradîgmayê esas digirin. Ji bo wê jî tevgera me her ku diçe mezin û fireh dibe. Êdî ji çarçoveya Kurdistan û Rojhilata Navîn derketiye û di asta cîhanê de têdikoşe. Asta tevgera me ev e. Milîtanên vê tevgerê jî lazim e vî ruh û hestan biparêzin. Ew jî wê bi çi pêk were? Dema ku me wezîfeyên xwe kirin û gihaştine serketinê. Rastiya PKK'ê û Rêber Apo jî ev in. Bi şoreşekê û bi pêşketinekê nasekine. Lazim e şoreş di nava şoreşê de pêk were. Pêşketin di nava pêşketinê de pêk were. PKK wisa diherike û naçike."