Bayik: Êdî kes nikare pêşî li azadiya fizîkî ya Rêbertî bigire

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî dixwazin kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd asteng bikin û got, "Êdî çi jî bikin nikarin pêşî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û têkilî geşedanên girîng ên sala 2021'ê axivî.

Di beşê pêşî yê bernameyê de Bayik bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, ku tecrîd girantir bûye. Her wiha behsa girîngiya kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Bayik li dijî bêdengiya hêzên naventeweyî ya li bara êrişên kimyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî got, NATO û Yekîtiya Ewropa hevkarê van êrişên dewleta Tirk e. 

Beşê pêşî yê hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a di Stêrk TV de wiha ye:

Ev salek e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye asta herî giran. Li dijî vê li Imraliyê berxwedaniyeke mezin heye. Bandora Abdullah Ocalan a li qada navnetewî zêde dibe. Derheqê tecrîda ku sala 2021'an dewam kirî û berxwedana dijî tecrîdê hûn ê çi bibêjin?

Beriya ku bersivê bidim pirsen we kesên ku komkujiya Meaş, Roboskî û Metrîsê kirine şermezar dikim, yên ku di ku komkujiyê de şehîd bûne bi bîr tînim. Soza ku me dayî gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikim.

Ji hêla tevgera me û gelê me gavên li ser Rêber Apo tim domdar in û tim di rojevê de ne. Tevgera me û gelê me tim li Rêber Apo xwedî derket. Weke ku tê zanîn dema ku komplo bû gelek hevalên me û welatparêzan bi dirûşma 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin' çalakî kirin. Di van çalakiyan de şehîd jî çêbûn. Ev şehadet ji bo me bûne talîmat. Rêber Apo jî ev ji bo xwe eas dît, got ew ê çalakiya ku wan daniye holê ti caran ji bîr neke, ji bovê jî tim li ber xwe bide û têbikoşe.

Sala 2021'an ji bo Rêber Apo berxwedaniyeke mezin hate kirin .Di têkoşînê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo esas hate dîtin. Ev berxwedana sala 2022'an jî bi rengekî xurt wê bidome. Berê têkoşîna ku hatî dayin wiha xuya dike. Heke ev têkoşîn bi rengekî wiha xurt tê dayin, ev bi berxwedana tevgera me û gelê me ye. Heke têkoşîn û berxwedana tevgera me nebûya û berxwedan ne bi vê astê bûya, li qada navnetewî jî tesîra xwe ne ev çend bûya, gelek sazî û şexsiyet ku di nav wan de niviskar, sendîka, baro, jin, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl û şexsiyet wê li azadiya Rêber Apo xwedî dernekatana, ev kampanya ev çend mezin nebûya û xut nebûya. Heke ev têkoşîn geş bûbe, weke min gotî sedema vê ya sereke berxwedana tevgera me û gelê me ye. Ji vê jî encameke zelal derdikeve holê. Heke em vê têkoşînê geştir bikin, bînin asta jortir, kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jîwê zûtir bigihije armanca xwe.

Hêzên komploger dema ku Rêber Apo hêsîr girtin armanca wan ew bû ku Rêber Apo bêkarîger bikin. Lê Rêber Apo li dijî Komployê rawestiya. Armanca komployê fêhm kir û li dijî vê berxwedaniyek danî. Piştî vê komployê  Rêber Apo di paradîgmaya sosyalîst de nûjeniyek anî. Ji bo hêzên sosyalîst û mirovahiyê paradîgmayek danî. Vê bandoreke mezin çêkir û her ku diçe giringiya wê zêdetir tê fêhmkirin. Heke li tevahiya cîhane îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kampanya hebe û ev kampanya her ku diçe mezintir dibe sedema vê paradîgmaya ku Rêber Apo daniye holê.

Rêber Apo di paradîgmaya sosyalîst de nûjeniyek anî. Ji bo çareserirya kêşkeyên demokrasî û azadiyê xeteke nû danî. Ên ku ev paradîgmaya nû fêhm dikin her ku diçe zêdetir li vê xwedî derdikevin. Ji ber vê li Rêber Apo xwedî derdikevin. Êdî çi jî bikin nikarin li pêş azadiya Rêber Apo bisekinin. Dewleta Tirk, hin destekevanên wê yên qada navnetwî û hin Kurdên hevkar, xayin ji bo ku pêşî li kampanyayê bigirin hewl didin .Dixwazin pêşî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin. Lê çi jî bikin nikarin pêşî li vê bigirin.

TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BANDORA XWE LI CÎHANÊ KIR

Heke ev kampanya bi rengekî xurt dest pê kiribe û geş bûbe di vê de rola jinên Kurd zehf e. Ji ber ku jinên Kurd ji bo azadiyê berxwedaniyeke mezin dikin û vê berxwedanê ne tenê ji bo xwe dikin. Vê têkoşînê ji bo tevahiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê didin.  Ango ne tenê ji bo azadiya jinan, ji bo azadiya tevahiya civakê jî têdikoşin. Jin, ji bo ku bi felsefeya Rêber Apo têdikoşin ev rewş tesîra xwe li ser cîhanê jî dike. Heka mirov bi vê çarçoweyê lê binere, di kampanyayê de ya ji bo azadiya Rêber Apo tesîra jinên Kurd zehf e. Ev kampanya her ku diçe dibe rojeva jinên cîhanê jî û ew jî dibin parçeyek ji vê têkoşînê.

Bi texmîna min ev kampanya sala 2022'an jî wê geştir bibe. Di vê kampanyayê de li gel jinên pêşeng, tesîra girînga a têkoşîna gelê me yê Rojava, gelê me yê Ewropayê, hevrêyên me yên li zindanan, ya gelê me yê Mexmûr, Lavrîonê heye û gelek deverên din heye. Heke li qada navnetewî vê pêngavê ev bandor kiribe ked û hewldana wan heye. Ji ber vê jî malavayî li an şaredarî, siyasetmedar, sendika, rewşenbîr, nivîskar û hemû hêzan dikim ku di vê kampanyayê de cih girtine û destek dane. Bi navê gelê me û bi navê tevgera me malavayî li wan dikim.

Di vê kampanyayê de her wiha ked û hewldaneke mezin a jinan, hevrêyên li zindanan, ya gelê me yê li Ewropa, Mexmûr, Rojava û Lavrîonê heye. Malavaî li wan jî dikm. Ev kampanya her ku diçe tesîra xwe li se sosyalîst, kedkar û rewşenbîrên li Tirkiyê jî dike. Fêhm dikin tecrîda li ser Rêber Apo li ser wan jî tê danîn. Ev tecrîd her wiha tecrîda li ser gelên Tirkiyê û mirovahiyê ye. Ji ber ku her ku diçe vê xweştir fêhm dikn li dijî vê radiwestin. Ez bawer dikim  ev pêhîsîna bi Rêbertî wê geşti dibe û piştevanî xurtir bibe. Ji ber ku êdî pê dizanin heke ev tecrîd neşike li ser hemû sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û zindanan jî tecrîd meztir bibe .Ji ber vê dixwazin vê tecrîdê ji holê rakin.

Îsal pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' pir karîger bû. Hûn li ser tesîra vê pêngavê ya li ser tevahiya têkoşînê û destkeftiyên wê çi dibêjin?

Pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' ne tenê ji bo demekê ye. Ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo gelê me yê li tevahiya Kurdistanê û derveyî welêt bû. Her wiha ne tenê ji bo demekê me ev pêng danî. Armancên vê pêngavê hene.  Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, xilaskirina faşîzmê ya li Tirkiyê, awesta li dijî êrîşên dagirker ên deewleta Tirk ên li ser parçeyên Kurdistanê û rawestandina vê Her wiha me ev pêngav li djî polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û Rojhilata Navîn da destpêkirin. Ji vî alî ve lingên îdeolojîk, siyasî ,çand û pratîk ên vê pêngavê hene. Pêngav ji vî alî ve dîrokî, mezin û kûr e. Vê pêngavê gelek encam bi xwe re anîn. Heke îro tê gotin desthilata AKP-MHP'ê dirûxe, ev bi pêngava me ye. Ev rastiyeke aşkere ye.

Vê pêngavê planên dewleta Tirk ku bi destê desthilata AKP-MHP'ê hewl dayî sazka bikin, xira kiriye. Derbeke mezin li planên wan daye. Heke îro rûyê rastî yê AKP-MHP'ê li Tirkiyê û qada navnetewî derketibe holê û tiştek nemabe ku xwe pê biririn ev bi têkoşîna me ye. Heke îro li Tirkiyê mirov bi dengekî bilind li dijî desthilatê helwesta xwe diyar dikni ev pêngav me ye. Ji ber ku bi pêngava me dethilata AKP-MPH'ê kete pêvajoya rûxandinê, atmosfera tirsê ya ku li nav civakê hatî avakirin hate şikandin û êdî bi dengekî bilind, bi wêrekî û moral li dijî vê desthilatê helwesteke civakî derkete holê. Ên ku duh nediaxivîn îro diaxivin û rexne dikin. Têkoşîna tevgerê ev wêrekî û moral danî holê. Ev rastiyek e.

Ango vê pêngavê hêza tevgeram e û gelê me şanî her kesî da. Vê pêngavê nîşan da ku gelê Kurd di têkoşîna demokrasiyê de pêşeng e. Her wiha desthilata AKP-MHP'ê şerekî psîkolojîk dikir. Digotin me PKK aniye ber halê qedandinê, divê kesek li rex PKK'ê nesekine û destekê nede. Digotin divê ti kese li dijî şerê me yê li ser Kurdan û PKK'ê deng dernexîe. Vê bandora xwe li ser hinan jî kiribû. Bi vê pêngavê re ku me daye destpêkirin derb li şerê psîkolojîk ê li ser gel jî xist. Her kesî dît ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li ser Kurdan û PKK'ê ne rast e. Ji vî alî ve şerê psîkolojîk derb xwar. Ev jî encama vê têkoşînê ye.

Her wiha propangandaya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kirî jî karîger bû. Li dijî dewleta Tirk dudilyek hebû. Dudilî wiha bû; gele mirov dikare li dijî dewleta Tirk bisekine? Atmosfereke wiha çêbûbû ku dihate goitn heke mirov daxwazên dewleta Tirk qebûl bike mirov dikare xwe biparêze. Ango hewayeke teslîmbûnê hebû. Vê pêngavê, atmosfera ku bi vê propagandayê çêbûbû, şikand. Derb li wê jî da. Gelê me yê Başûr fêhm kir bi qebûlkirina daxwazên dewleat Tirk nikarin xwe û Başûrê Kurdistanê biparêzin. Ev hişmendî geş bû. Fêhmkirin ku bi wê dudiliyê nikarin nirxên xwe, şehîdên xwe û xaka xwe biparêzin. Ji be vê jî li dijî dewleta Tirk berxwedan esas girtin. Her wiha tevahiya Kurdistanê geş bû. Li dora vê armancê têkoşîn geş bû. Vê bîreweriyeke netewî çêkir, xizmet ji vê re kir. Her wiha tevgera jinê jî geştir kir. Vê pêngavê xwedîderketina li Rêber Apo geştir kir. Heke îro li qada navnetewî ji bo Rêber Apo kampanya hebe ev encama vê pêngavê ye.

XWEDÎDERKETINA LI GIRTIYAN LI XWE XWEDÎDERKETIN E

We berxwedêrên zindanê slav kir. Tevaiya salê girtiyan li ber xwe dan. Berxwedana wan hê jî didome. Bi polîtîkaya tolhildanê van demên dawî li zindanan girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêlin, cînayetan dikir. Ev nêzîkatî bi qasî ku xuya dike didome. Ji bo ku dawî li vê êşkence û kuştinê were divê çi were kirin?

Bi van nêzîkatiyan li zindanan pênc şoreşge hatin qetilkirin. Di şexsê wan hevalan de hemû şehîdên zindanan careke dî bi minet û hurmet bi bîr tînim. Em ê ti carî wan ji bîr nekin. Heta ku em têkoşîna wan serfraz bikin em ê bidomînin. Heke li zindana wan berxwedaniyeke mezin kiribe, êşên mezin kişandibin, êşkenceyên mezin dîtibin û miribin, ev ne ji bo xwe kirin, ne ji bo xwe ketin wan zindanan. Ew têkoşîn ne ji bo xwe lê ji bo gelê Kurd dan. Xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derketin. Li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd xwedî derketin. Bi vê armancê ketin zindana. L zindana li dijî her cure êşkenceyê li ber xwe dan û şehîd bûn. Ev hemû ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê bû. Ji ber vê divê gelê me vê xweş fêhm bike û xwedî li van lehengan derkeve. Xwedîderketina li wan, xwedîderketina li xwe ye.

Girtî di nav hejarî û bêderfetiyan de, di nav eşrtên pir giran de têdikoşin. Zindan eniyeke têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê jî têkoşîna ku wan dayî têkoşîneke mezin û binirx e. Ev 40 sal in li zindanên faşîzmê berxwedanî û têkoşînek heye. Di nav 40 salî de nirxên mezin derketin holê. Berxwedana zindanê bû xet, bû rêz û rêçikek. Ji bo ku ev nirx derkevin holê berxwedaniyek mezin bû û gelek şehîd çêbû. Ji bo vê jî, gerîla û zindan nirxekî mezin e. Ji ber vê jî gelê me xwe bi van nirxan derdibirîne. Xet û çanda ku li zindanan dest pê kirî bi Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Akîf û Alî Çîçekan dest pê kir. Ev rihekî mezin e, rihê Rêber Apo ye. Li zindana Amedê rih û rêz û rêçikek heye ku bi 14'ê Tîrmehê dest pê kirî. Niha hevalên me yên li zindanan vê didomînin. Ev domdarkirina bandorke zêde li ser faşîzma AKP-MHP'ê kir. Ji ber vê bihêrs êrîşê dibin ser zindanan.

NIKARIN POŞMANIYÊ BI HEVALÊN ME YÊN ZINDANAN BIDIN QEBÛLKIRIN

Dewleta Tirk a faşîst li dijî berxwedana ku di van şertan de tê dayin hovîtiyê dike. Dixwazin berxwedana li zindana bişkînin, wan teslîm bigirin. Bi vî rengî êrîşê tînin ser hevalên me yên li zindanan. Heke di vê pêvajoyê de 5 hevalên em şehîd kiribin sedema vê ev e. Hem jî di salvegera Metrîsê de ev kirin. Bi vê peyamê didni. Dibêjin, em nahêlin şoreşger ji zindanan bi saxî derkevin. Ji ber vê jî di vê dema dawî de hevalên me yên ku cezayên wan xilas bûne bernadin. Poşmanbûnê li ser wan ferz dikin, dixwazin ku ew nirxen ku ji bo wan têkoşiyan berdin. Ferz dikin ku bikevin ber xizmeta Tirkîtiyê, Tirkan. Dibêjin heke hûn vê qebûl bikin em ê we berdin, hûn ê bijîn, an na heqê we nîne ku hûn bijîn. Ji bo ku hevalên me yên li zindanan vê qebûl nakin ew jî bi israr , bi komkujî û kuştinan dixwazin vê bi wan bidin qebûlkirin. Dixwazin vîna wan bişkînin û teslîm bigirin. Siyaseta dewletê ev e.

Dewlet siyaseteke bi zanebûn û rêxistinî dike. Armanca vê siyasetê jî weke ku aşkere dibêjin tasfiyekirina PKK'ê û jiholêrakirina Kurdan e. Dewleta Tirk divê êdî vê xweş fêhm bike; çi jî bikin nikarin vê têkoşînê biqedînin. Nikarin qanûnên poşmaniyê bi gelê me bidin qebûlkirin. Ji ber vê jî li zindanan wê çanda berxwedanê bidomînin. Ev siyaset wê bi kêr neyê. Hevalên me yên li zindanan wê li ber xwe bidin.

Li vir dixwazim mînakekê bidim. 12'ê Îlonê ji bo gelek hevalan biryara darvekirinê dabûn. Dadgê bi halê başbûnê biryar li ser didan ku van biraran bikin cezayê girtîgehê yê miebetê. Hevalan îtîraz dikir. Digotin, me tiştekî ku hûn dixwazin, tişta ku hûn 'halê başbûnê' nekiriye, ev biryarê qebûl nakin.  Ango bi biryardarî û moraleke mezin li dijî biryara wan derdikevin. Milîtan û welatparêzên vê tevgerê vê rêz û rêçikê didin jiyîn.

Dewleta Tirk divê aqilê xwe bide serê xwe. Demildest dawî li vê siyaseta gemarî bîne. Weke ku min gotî divê gelê me jî xwedî li nirxên xwe derkeve. Ev ne tenê têkilî wan malbatan e ku xizmên wan li girtîgehan in. Ev mesele meseleya tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd li derve, li her deverê divê li wan xwedî derkeve. Ya ku ji wan tê xwestin û hêvîkirin ev e.

GARÊ RÛPELEKE NÛ VEKIR

Sala 2021'an bi êrîşa dewleta Tirk a li ser Garê pêvajoya şer dest pê kir. Bi wê pêvajoyê re kiribûn rojeva xwe ku bi PKK'ê ti temamî tasfiye bikin. Lê li Garê derbeke giran xwarin û sereberjêr bûn. Niha êdî krîzê venaşêrin. Berxwedana Garê bandorke çawa kir?

Di şexsê heval Şehîd Şoreş Beytûşebap da wan lehengan bi hurmet bi bîr tînim. Heta ku ev gel û tevger hebe ew leheng wê bijîn. Weke ku we jî gotî dewleta Trk a dagirker û faşîst êrîş anî ser Garê. Bi vê xwestin ku encamê bistînin. Armanca wan ne tenê Garê bû. Armanceke wan a berfirehtir hebû. Dixwestn ku tevgera azadiya Kurd bi temamî tasfiye bikin. Heke li Garê encam bigirtana wê ev bidomandana. Bi vê tasfiyê re diwestin qira gelê Kurd bînin. Ji ber ku pê dizanin bêyî ku PKK'ê tasfiye bikin nikarin qira Kurdan bînin. PKK hem li ber wan dibe asteng û hem jî rihê Kurdan derdikeve holê. Bi derba ku li Garê xwarin plana ku dixwestin bi ser neket. Bi ser neketin.  Erdogan got,'cara pêşî ye ku me encam nestandiye'. Ev serneketin qebûl kir. Erdogan beriya niha wiha li xwe mikurt nehatibû û gotineke wiha nekirbû Çima? Ji ber ku plana wan, armanca wan derb xwar.

Ji aliyekî dî ve jî hetikîn. Ango li ber Tirkiyê û cîhanê hetikîn. Ji ber ku heta wê gavê digotin kesek nikare li ber dewleat Tirk raweste, kes nikare li bara dewleta Tirk têbikoeş. Lê bi şikestina Garê re her kesî dît ti maneya propangandaya wan nîne. Vê her kes wêrek kir. Vê rewşê bandor li ser siyasetê jî kir. Hevsengên siyasî yên ku çêbûbûn xira kir. Ango Garê ji bo wan bû têkoçûna bi encamên girîng û karîger. Vê encamê nîşan da ku siyaset, rewş û deshilata dewleta Tirk çiye .Garê her wiha hêza şer, zîrekî û hêza têkoşînê ya gelê Kurd nîşanî her kesî da. Fedaîtî û lehengî şanî her kesî da. Her kes wêrek kir. Şerê taybet ê psîkolojîk derbeke giran xwar. Çawa ku dema şikestina Zapê goitn, 'weke ku em mû ji ser nivişkê bikişînin em vekişiyan', li Garê jî eynî tişt hate serê wan. Ji ber vê jî Garê ji bo dîroka têkoşînê ya tevgera me xaleke girîng a fetlonê ye. Rûpeleke nû vekir. Derbeke mezin li desthilata faşîst a AKP-MHP'ê da.

Heke îro desthilat hatibe ber asta rûxandinê Garê bûye fetlonenek.  Ketina pêvajoya berejêrbûnê ku bi Garê re dest pê kirî. Hinan ev fêhm kirine lê her ku biçe wê xweştir fêhm bkin. Heke dixwazin ji desthilata AKP-MHP'ê xilas bibin rêya vê têkoşîna tevgerê ye. Divê her kes vê fêhm bike. Her kes pê dizane heta wê gavê me hêsîrên şer diparast. Me gelek caran hêsîrên di dest xwe de dane. Gelek sazî bûne navbeynkar û me da wan. Dewleta Tirk çi kir, mirina wan da ber çavan û ev êrîş anî. Ji ber ku mirina wan ji bo vê desthilatê ne xwedî maneyê bû. Û dawiyê êrîş anîn û hemû kuştin. Ji mirin wan desthilata AKP-MHP'ê berpirs e. Heke lê ranewestiyabûan ku êrîşê bînin ew mirov wê niha sax bûna. Niha wê li nav malbata xwe bûna.

Li vir dixwazim tiştekî bibêjim. Mehmet Alî Şahîn ê AKP'yî dema pêvajoya Zapê ji bo leşkerên ku hêsîr ketibûn gotibû, 'ez kêfxweş nebûm ku ew hêsîr ketine'. Ango dixwest bibêje çavê me lê bar nabe ku sax mane. Ango xwest bibÊje çima nemirin. Ev nêzîkatiya wan a li leşkerê wan nîşan dide. Ango saxbûna wan ji bo wan ne xwedî maneyê ye, bi mirina wan kêfxweş dibin. Ji ber ku bi mirina wan şoweniyê dikin. Bi vê dixwazin faşîzm, milliyettirî, desthilata xwe xurt bkni. Jixwe tişta ku dixwestin Garê vê bikin.

Dewleta Tirk a faşîst piştî ku li Garê derb xwar ji bo ku temenê xwe dirêj bike vê carê berê xwe da Zap, Metîna û Avaşînê. Berxwedana gerîla êrîşên dewleta Tirk pûç kir. Bi giştî sala 2021'an berxwedana gerîla hate asteke çawa?

Ez lehengên Mamreşo, Zendûra, Werxelê, Girê Sor bi hurmet bi bîr tînim. Bi van fedaiyan tevger geştir bû. Di dîroka me de fedayiyên me gelek çalakî kirine. Fedayitiyên li zindana Amedê, fedayitiya Zîlan a li Dersimê, xeta berxwedanê anî asteke jortir. Krîterê berxwedanê yê dema ku Rêbertî tevger ava kirî, ji xwe re esas dîtin. Ji bo me jî krîterên ku fedayiyan danî holê esas e. Welatparêzî û şoreşgerî li gorî van krîteran tê kirin.

Gerîla jî di şertên dijwar e, li dijî her cure çekê berxwedaneke dîrokî û dastanî dikin. Bi vî rengî derbên giran li dewleta Tirk hate xistin. Dewleta Tirk hesab dikir têkçûna xwe ya li Garê bi Metîna, Zap û Avaşînê qerebû bike û palên li Garê bi ser bixe. Ji ber vê êrîşên xwe giran kirin. Heke di van êRîşan de bi ser biketana wê wiha biçûna hilbijartinê û desthilata xwe meşrû bikirana. Dixwestin wê peyamê bidin ku ew xurt in. Lê gerîlayên leheng destûra vê nedan. Gerîla çwa ku li Garê armanca wan pûç kiribe, li Qadên Parastinê yên Medyayê jî pûç kir.

Dewleta Tirk dît li gel hemû çekan jî nikarin encamê bistîne vê carê PDK kire dewrê. Ango dewleta Tirk xwest ku bi PDK'ê encamê bistîen. Lê ji PDK'ê çi qas destek standibin jî negihaştin armanca xwe. Vê carê çekên kimyewî şixulandin.Li dijî vê jî gerîlayên leheng berxwedaneke dîrokî kirin. Dewleta Tirk û PDK'ê hesab dikir li dijî çekên kimyewî gerîla wê nikaribe li ber xwe bide. Gerîla jî, çekên kimyewî jî di nav de li dijî her cure çekê li ber xwe dide. Ji ber ve jî dewleta Tirk mecbûr ma ji wê qadê ku 8 meh bûn lê bûn, vekişe. Gelê me jî divê bi vê zanibe. Ev bi berxwendanê û bi lehengiya hevalan çêbû. Gerîla can^exwe feda kir û êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelê me sekinand.

Ev konsepta dewleta Tirk a li ser PKK'ê û gelê Kurd konsepta qirkirin û komkujiyê ye. Di vê konseptê de hem dewleta Tirk û hem jî PDK hebû. Helbet li pişt wan hêzên din jî hebûn lê di pratîkê de yên ku rê ve dibirin PDK û dewleta Tirk bû. Peywira PDK'ê dorpêçkirima gerîla, bêtevgerkirina gerîla bû û her wiha peywira wê ew bû ku qadên gerîla bide dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî bi îstîxbarat ku PDK2ê dayî armanc kir ku gerîla tasfiye bike. Heke şehadet çêbûbin ev ne tenê bi çekên dewleta Tirk bû, rola PDK'ê jî di vê de heye. Heke PDK'ê dorpêç nekira, ambargo nedaniye, agahî nedaya dewleta Tirk wê nikarîbûya ev bikira. Divê gelê me vê zanibe. Ji ber ku li qadên gerîla dastan têne nivîsîn.

Dewleta Tirk aku berê jî li djî gelê Kurd û gerîla çekên kimyewî şixuland lê sala 2021'an ev zêdetir kir. Li dijî çekên kimyewî helwesteke mezin derkeve holê. Lê dewleta Tirk hê jî çeka kimyewî davêje. Li ser vê hûn ê çi bibêjin?

Dewleta Tirk her ku ditengije çeka kimyewî davêje. Ne ku tenê îro çeka kimyewî bi kar tîne, dema ku mirov li berê binere gelek caran ev kiriye. Bi ser de Îhsan Sabrî Çaglaangîr bi rengekî aşereke gotiye be ka Dersimî li şikeftekê çawa 'weke mişkan' jehrî kirine. Her wiha dema ku mirov li dîroka berxwedane me dinere li gelek qadan çekên kimyewî avêtien. Lê sala 2012'an ji Avaşînê heta bi Zapê, Dersimê li gelek qadan çekên kimyewî avêtin. Ev rewş karakterê dewleta Tirk nîşan dide. Ji ber ku ev dewlet dewleteke li dijî gelan, demokrasî û azadiyê ye. Berê çawa gelek civak tasfiye kiribin niha dixwazin gelê Kurd jî tasfiye bikni. Ji bovê bi YE û NATO'yê re têkilî danîn. Bi desteka YE û NATO'yê xwestin qira gelê Kurd bîne. Ji ber ku ew jî dizanin ku nikarin bikin.

NATO Û YE LEWITÎ NE, JI BIKARANÎNA ÇEKÊN KIMYEWÎ BERPIRS IN

Mînak niha dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar tîne. Di rewşa normal de NATO û YE divê vê qedexe bike. Lê em dibînn ku NATO û YE deng dernaxîne. Dewleta Tirk jî ji vê sûd werdigire û zêdetir çeka kimyewî davêje .YE û NATO ji bo berjwendiya xwe deng dernaxîne. Berjewendiyên wan madî ne. Ji ber vê NATO û YE lewitî ne. Ji çekên kimyewî ne tenê dewleta Tirk berpirs e, ev jî berpirs in. Mînak dema ku li deverekê çeka kimyewî nehatibe avêtin jî, tenê navê wê jî derbas bûbe gelek pêngav kirine. Lê li Kurdistanê li dijî çekên kimyewî dengê kesî nayê, teşwîq jî dikn. Divê gelê me vê bibîne. Wekî qanûnên YE'yê ji bo me derbas nabin, divê em jî qanûnên wan nasnekin Kengî me qebûl bikin wê demê em ê jî wan qebûl bikin.

Dewleta Tirk, YE, NATO û NY bila zanibin çi çekê bi kar bînin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila hesabê şaş bikin. Bila nebêjin em ê van teslîm bigirin, kes nikare me teslîm bigire. Bila her kes xweş bi vê zanibe.

PDK KARÊ DEWLETA TIRK DIKE

Sala 2021'ê ji aliyekî ve berxwedana gerîla derkete pêş, li aliyê din jî xiyaneta PDK'ê. Di kemîn û xefikên PDK'ê de 9 gerîla şehîd bûn. Vê nêzîkatiya PDK'ê bandoreke çawa li gel û siyaseta Kurd kir?

Her kes zane ku ji berê ve têkiliya me bi PDK'ê re heye. PDK bi dewleta Tirk re jî xwedî têkiliyê ye. Lê belê têkiliya niha ya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re mîna berê nîne. Bi temamî tevlî konsepta dewleta Tirk a li dijî PKK'ê bûye. Diyar e dewleta Tirk hin soz dane PDK'ê. PDK jî li gorî van sozên jê re hatine dayin bi dewleta Tirk re bûye yek û jê heye ku wê bi vî rengî karibe PKK'ê tune bike. Li gorî wan, eger bi vî rengî bike wê her tişt ji wan re bimîne. Yanî hemû nirxên ku PKK'ê afirandiye, ji bo berjewendiyên xwe dikarin tune bikin. Lewma bi dewleta Tirk re bûye yek û li dijî PKK'ê şer dike. PDK ne hêzeke welê ye ku li derveyî şer e û tenê piştgiriyê dide dewleta Tirk. Nexêr; PDK di nava şer de ye. Di konsepta dijî PKK'ê de wezîfeya PDK'ê jî, ya dewleta Tirk jî diyar e.

PDK çima piştgiriyê dide dewleta Tirk? Eger piştgiriyê nede wê çi bibe?

Weke ku min got, dewleta Tirk hin soz dane wan. Yanî sozên weke; 'eger PKK ji holê bê rakirin hûn ê li ser desthilatdariyê bimînin, hûn ê li Başûr desthilatdariya xwe dewam bikin, em ê li ber vê ranebin'. PDK jî xwe dispêre van sozan û kemînan datîne pêşiya gerîla. Di kemînekê de 3 heval, di kemînekê de jî 7 heval xistin xefikê. Hevalek bi saxî rizgar bû û xwe gihand me. Ji hevalekî jî agahî nayê girtin. Ev rastî ye. Wezîfeya dewleta Tirk niha ji aliyê PDK'ê ve bi cih tê anîn. Çawa ku dewleta Tirk kemînan datîne û hevalan şehîd dixe, bi hezaran kesî dixe zindanan û êşkenceyê li wan dike, PDK jî kemînê datîne pêşiya hevalên me û şehîd dixe. Kesên ku îdîa dike têkiliya xwe bi PKK'ê re heye dixe zîndanê û êşkenceyê li wan dike. PDK her wiha mirovên ku ji ber rejîma faşîst ji Bakur reviyane û hatine, nahêle ku bi rengekî azad bijîn. Ji wan re dibêje 'Ya hûn ê xizmetê ji me re bikin, bibin sîxurê me, yan jî ez ê we teslîmî dewleta Tirk bikim, hûn ê nikaribin li herêma min bimînin'.

Dewleta Tirk êşkenceyê li cenazeyên gerîla dike, cenazeyan bi rêya postayê ji malbatan re dişîne; PDK Jî gerîlayan qetil dike, cenazeyan jî nade malbatên wan. Malbat dibêjin 'cenazeyên me bidin me', lê PDK ne dibêje erê ne jî dibêje na. Bersivê jî nadin. Yanî tiştên ku dewleta Tirk dike jî li gorî kiryarên PDK'ê kêm dimîne. Gelê me ji PDK'ê dipirse ku li dijî gerîla çima li gel dewleta Tirk tevdigere, hewl dide fêhm bike. PDK xwe weke partiyeke Kurd dide nas kirin, her wiha dibêje 'em ê destketiyên Kurdan biparêzin', lê belê dinya alem zane ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ji ber vê yekê her kes meraq dike ku PDK çawa li dijî gerîla bi dewleteke wiha re dibe yek. Gelê me van nêzîkatiyên PDK'ê qebûl nake. Siyaseta PDK'ê siyaseteke şaş e. Xizmetê ji gelê Kurd re nake, xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Armanca dewleta Tirk ew e ku PKK'ê ji holê rake û gelê Kurd qir bike. Ev eşkere ye. Kes ne li bendê bû ku PDK siyaseteke bi vî rengî bimeşîne. Lê belê îro vê siyasetê dimeşîne.

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3'emîn diqewime. Vî şerî hevsengiyên li dijî gelê Kurd hatibûn danîn xera kir, kete xizmeta gelê Kurd. Dewleta Tirk ji ber ku dît gelê Kurd wê di vî şerî de bi ser bikeve, dest bi êrişên qirkirina Kurdan kir. Eger Kurd di vî şerî de karibin bibin yek, wê destketiyên gelekî mezin bi dest bixin. Di dîroka gelê Kurd de firsendeke gelekî girîng e. Her kesên ku ji xwe re dibêje Kurd im, ji bo berjewendiyên gelê Kurd têdikoşim, divê vê firsendê binirxîne. PDK li şûna ku têkiliyê bi Kurdan re deyne, bi dewleta Tirk a ku dijminê Kurdan de têkiliyê datîne. Yanî firsendên heyî binpê dike. Divê gelê me vê siyasetê qebûl neke.

Li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê mezin dibe. bi taybetî di sala 2021'ê de têkoşîna jinê gihîşt asteke bilind. Hûn têkoşîna azadiya jinê çawa dinirxînin?

Berê jî têkoşîna jinê hebû. Dibe ku lawaz bû, zêde rêxistinî nebû, lê belê hebû. Vê yekê tevgerên jinê zêde bi pêş nedixist, ji ber ku bi nerazîbûnê tevdigeriyan. Rêbertî di vir de ji bo jinan û mirovahiyê bi erkeke dîrokî rabû. Teorî, felsefe û îdeolojiya tevgera jinê ava kir. Li ser vê bingehê rê li ber rêxistiniya jinê vekir. Bi her awayî piştgirî da tevgera jinê. Tevgera jinê jî bi piştgiriya Rêbertî bû xwedî hîmekî felsefîk û îdeolojîk. Vê yekê jî tevgera azadiyê ya jinê xurt kir. Vê rewşê hem li cîhanê tevgera jinê bi pêş ve bir, hem jî tevgera me xurt kir. Eger îro jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşînê re dikin, sedema wê ew e ku xeta Rêbertî ji xwe re kirine esas. Tevgera Azadiyê ya jinê îro ji bo tevahiya jinên cîhanê bi mînake. Ev jî hem ji bo jinên Kurd hem jî ji bo gelê Kurd hişmendiyekê diafirîne.

Rojekê wê her kes bibêje ku Rêber Apo di şexsê jinan de ji bo jinan, civakê û tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kiriye. Ji ber ku di dîrokê de yekemcar mirovekî ji bo tevgera jinê hîmekî îdeolojîk û felsefekî danî; ew jî Rêbertî ye. Rêbertî got, PKK tevgereke jinê ye. Yanî tevgera azadiyê ye. Jin kir hêza pêşeng ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re. Lewma bi jinan re hişmendiya azadiyê afirî. Ji ber vê yekê jin êdî desthilatdariya baviksalar qebûl nakin, li dijî vê li ber xwe didin. Dibînin ku tevgera jinê bandoreke mezin li sîstema modernîteya kapîtalîst dikin. Lewma jî bi hêrs tevdigerin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî desthilatdariyên baviksalar êrişî jinan dikin.

Li Tirkiyeyê Suleyman Soylû bi rengekî eşkere jin kir hedef. Got, 'PKK rêxistina jinê ye, divê em jinan asteng bikin'. Bi vî rengî jin kir hedef. Yanî her roj jinan qetil dikin, êşkenceyê dikin, heqaretê dikin, digirin, destavêtinê dikin. Bi vî rengî dixwazin îradeya jinan bişikînin.

Jin jî li hemberî vê li ser piyan e. Roj bi roj di têkoşîna azadî û demokrasiyê de rola xwe hîn baş bi cih tînin. Ruh didin civakê û tevgera me. Desthilatdariya AKP-MHP'ê çawa dijminê Kurdan be, bi heman rengî dijminê jinan e. Ev rastiyeke. Li hemberî vê yekê jinên Kurd û Tirk bi hev re têdikoşin. Di dîrokê de çawa ku ji bo karkeran tê gotin, 'yekane tişta ji dest bidin zincîrên wan e', heman gotin ji bo jinan jî derbas dibe. Jin bi vê têkoşînê re dikarin zincîrên xwe biqetînin. Ji bilî wê tiştekî ji dest bidin nîne. Azadî wê bi ser bikeve. Ne tenê ji bo xwe wê ji bo tevahiya mirovahiyê bi ser bikevin. Di wê baweriyê de me ku sala 2022'an têkoşîna jinan wê xurtir bibe.

Sala 2021'ê li dijî HDP'ê doza girtinê hate vekirin. Lê belê li gorî anketan li gel zext û zordariyê jî bandora HDP'ê zêdetir bûye. Yanî dewletê nekarî îradeya azad a gel teslîm bigire. Berxwedana li gel vê îradeya azad û bûyerên di sala 2021'ê de li qada siyasetê qewimîn, hûn çawa dinirxînin?

Rêber Apo ji bo gelekî ku di her şert û mercî de li ber xwe bide biafirîne têkoşiya. Gelê Kurd kedeke dîrokî da, têkoşîneke mezin meşand. Di encamê de jî gelekî welê afirî ku di her şert û mercî de ji bo azadiyê li ber xwe dide, têdikoşe. Li Kurdistanê jî li ser vê bingehê şoreşa demokratîk pêk hat. Di rewşeke wiha de zehmet e ku ev şoreş û gelê ku ev şoreş afirandiye bê tasfiyekirin. Ji ber ku gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû. Di têkoşînê de jî her tişt dît, jiyan. Tiştekî ku gelê Kurd nedît nema. Ji ber vê yekê kes nikare bi hêsanî vî gelî tasfiye bike, nikare îradeya wî bişikîne û teslîm bigire. Ji ber ku vî gelî felsefeya Rêbertî fêhm kir, nirxên ku hatin afirandin dît. Gelê Kurd tehma azadiyê kir, êdî kes nikare paş ve gavê bi vî gelî bide avêtin, nepêkane ku teslîm bigire.

Ji ber ku li Kurdistanê şoreşa demokratîk pêk hat, di encama vê de jî siyaseta demokratîk afirî. Bêguman ji bo pêşketina siyaseta demokratîk çepgir, demokrat, rewşenbîr û hunermendên Tirkiyeyî jî ked dan, lê belê bi keda Rêbertî siyaseta demokratîk gihîşt vê asta mezin. Li ser vê bingehê Rêbertî li Kurdistanê şoreşek pêk anî. Di nava gelê de Kurd de zîhniyeta azadî û demokrasiyê afirî. Dewleta Tirk êdî çi dike bila bike wê nikaribe gelê Kurd ji têkoşîna demokrasî û azadiyê vegerîne. Siyaseta demokratîk jî li ser van encamên şoreşê ava bû. Ne tenê êrişî HDP'ê dikin; li Tirkiyeyê kî siyaseta demokratîk ji xwe re dike esas, kî dixwaze Tirkiye demokratîk bibe, êrişî wan hemûyan dike. Lê belê herî zêde jî zextê li HDP'ê dikin. Ji ber ku HDP xwedî li hemûyan derdikeve. Yanî xwedî li destketiyên hêzên azadî û demokrasiyê derdikeve.

PÊWÎSTIYA BINGEHÎN A LI TIRKIYEYÊ XURTKIRINA TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE

HDP dixwaze li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bi pêş ve bibe, serwer bike. Dixwaze Tirkiyeyê bike komareke demokratîk. Tirkiye ne li hundir ne jî li derve hurmeta xwe nema. Ji bo Tirkiyeyê ji vê rewşê derxînin siyasetê dimeşînin. Ji bo di nava gelan de yekîtiyê pêk bîne, li qada navneteweyî jî Tirkiyeyê bike cihê hurmetê tevdigerin. Çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêkên hêzên azadî û demokrasiyê ji xwe re dike esas. Yanî ne berjewendiyên partiya xwe, lê yên Tirkiyeyê ji xwe re dike esas. Ji bo vê siyasetê dike. Bêguman kêmasiyên xwe, lawaziyên xwe hene, lê belê siyaseteke rast dimeşîne. Ji ber ku siyaseteke rast dimeşîne zext, êşkence û girtin bêencam dimînin. Ji ber ku gel vê dibîne.

Hêzên demokrasî û azadiyê, hunermend, rewşenbîr her kes vê dibîne. Her kes dibîne ku AKP-MHP tenê yên ji xwe diparêze, yên din jî dike dijmin, xayin îlan dike. HDP ji ber ku xwedî li gelan, li nirxand derdikeve dikin hedef. Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze Kurdan tune bike, HDP jî li ber vê radibe. Dibêje ku ev siyaset Tirkiyeyê tune dike, ev pirsgirêk divê bê çareserkirin. Eger ev pirsgirêk bi rengekî demokratîk were çareserkirin, wê Tirkiye bi ser bikeve. Gel, hêzên demokrasiyê jî ji ber vê yekê xwedî li HDP'ê derdikevin. Zext nikarin HDP'ê lawaz bike berevajî, HDP li hemberî zextan hîn bêhtir xurt dibe.

Li Tirkiyeyê pêwîstiya bingehîn xurtkirina tifaqa demokrasiyê ye. Ev tifaq divê ne tenê ji komek ji çepgir û demokratan be. Her kesên ku ji tifaqa AKP-MHP'ê aciz in divê ji aliyê vê tifaqê ve bêne hembêzkirin. Tenê bi vî rengî encam dikare bê girtin. Tifaqa demokrasiyê, dema ku rengên Tirkiyeyê hemû temsîl kir, ev desthilatdarî ji xwe wê demê nikare li ser piyan bimîne. Hatiye ber bidawîbûnê. Eger gavên bi vî rengî bêne avêtin wê di sala 2022'an de desthilatdariya AKP-MHP'ê têk biçe.

AKP-MHP a faşîst sala 2021'ê êrişên giran li dijî gelê Kurd pêk anî. Di êrişên nijadperestî û bûyerên destavêtinê de rola rayedarên dewletê heye. Hûn van êriş û komkujiyên di çarçoveya şerê taybet de têne kirin çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk dewleteke ku şerê taybet dimeşîne. Ji xwe li ser vê bingehê ava bû. Lewma jî timî dijminan ji xwe re çêdike û bi vî rengî faşîzm û nijadperestiyê dimeşîne.

Êriş û komkujiyên li dijî gelê Kurd jî xwedî armancekê ne. Dewleta Tirk ji ber ku gelê Kurd ji xwe re weke dijmin dibîne, hewl da ku li pêşiya tifaqa gelên Tirkiyeyê bibe asteng. Bi vî rengî xwest ku qirkirina Kurdan temam bike. Lê belê Rêber Apo bi têkoşînê derb li vê stratejiyê xist. Têkiliya gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê re afirand. Dewleta Tirk ev yek weke gefekê dît. Ji xwe dixwazin Kurdan ji holê rakin, lewma jî hewl didin pêşî li avabûna tifaqê bigirin. Dîtin ku gelê Kurd li Tirkiyeyê hêzeke mezin e, bandoreke mezin li siyaseta Tirkiyeyê dike. Ji wan heye ku eger pêşî li vê negirin wê metirsiyeke mezin rû bide. Li aliyê Tirkiyeyê, mesela li Konyayê Kurd qetil kirin. Ev yek siyaseta dewleta Tirk e. Ji ber ku zîhniyet, siyaseta wan Kurdan qebûl nake. Ji Konyayê heta Îzmîrê, heta Stenbolê li gelek deveran eger êrişî Kurdan dikin, eger qetil dikin, birîndar dikin, ji ber vê yekê ye. Bi vî rengî dixwazin ku Kurdan bitirsînin, bikin ku Kurd li ber wan ranebin, bi gelên Tirkiyeyê re têkiliyê danaynin, ji bo wan nebe gefek. Dixwazin Kurdan bikin Tirk. Eger fûhûşê, eroînê, sîxuriyê belav dikin, ev yek parçeyek ji siyaseta qirkirinê ye. Hewl didin ku civaka Kurd bi vî rengî parçe bikin, ji azadî, demokrasî û nirxên xwe vegirin.

Bi vî rengî dixwazin Kurdan tune bikin û Kurdistanê ji xwe re bikin welat, li tevahiya Tirkiyeyê jî tenê Tirk û Sûnî hebin. Lewma ol, mezheb û gelên din hemûyan red dikin. Dixwazin ku tenê Tirk, Sûnî û yên AKP-MHP'ê qebûl dikin hebin. Her kesên din xayin dibînin û dixwazin ji holê rakin. Sedema belavkirina fûhûş, sîxurî, narkotîkê, bi taybetî jî li Kurdistanê ev e. Armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Van hemûyan ji ber vê yekê dikin.