GOTAR-Bawerî êdî bi şerê psîkolojîk nemaye

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê di rewşeke ewqasî zehmet de ye ku bi şerekî dijwar ê psîkolojîk û sorkirina şovenîzmê di nava civakê de hewl dide xwe li ser piyan bigire.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê di rewşeke ewqasî zehmet de ye ku bi şerekî dijwar ê psîkolojîk û sorkirina şovenîzmê di nava civakê de hewl dide xwe li ser piyan bigire. Desthilatdariya AKP-MHP´ê niha di rewşeke gelekî qels de ye. Li Tirkiyeyê ti hikûmet hem li hundir û hem li derve evqasî teng nebûbû. Li hundir û derve di heman demê de tengbûn tê maneya bi carekê rûbirûbûna bi hilweşînê re. Desthilatdariya AKP-MHP´ê li hemanekê ye, dihejije. Heger hêzên demokrasiyê têkoşînê xurt bikin, wê zêde nekişîne ku ev desthilatdarî ji hev de bikeve. 

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê bi êrişkariyeke dijwar a li dijî gelê Kurd hewl dide  ku desteka xwe ya li hundir biparêze. Ji ber vê yekê, hewl dide ku bi gotinên, me evqasî li wan xist, me evqas ji wan kuştin, bi gelên Tirkiyeyê bide bawerkirin ku li dijî Tevegera Rizgariya Kurd serketî ne. Li aliyekî şerekî bi vê rengî ê psîkolojîk bi rê ve dibe, li aliyê din jî kuştî û birîndarên esker û polîsan jî kêm dide nîşandan. Ka bê îcar sedem çi ye, qaşo esker û polîs yek bi yek dimirin! Piştî çalakiyên li dijî polîs û eskeran, ya ku eşkere dikin timî kuştiyek, du yan sê birîndar in. Wisa diyar e, ji ber ku nikarin çalakiyan veşêrin, bi nûçedana bi vî rengî hewl didin pêşiyê li dana der a rewşa dijwar a ketinê bigirin, û ev yek jî veguherandine siyasetekê, heta biryarekê. Jixwe, dema ku eskerên bi peyman digirin kar, bi wan xaleke peymanê jî didin îmzekirin ku li gorî vê dema ew bên kuştin, ev ê li raya giştî neyê eşkerekirin. 

Lê belê dema li metropolên Tirkiyeyê bi komî bên kuştin, hingê neçar dimînin, vê eşkere bikin. Em pê dizanin ku li wan deran jî hejmara kêm li raya giştî eşkere dikin. Lê dema ku bi komî tên kuştin, nikarin van wekî yek yan jî du kuştiyan eşkere bikin. Ji ber ku di çalakiyên havîn û bihara sala 2016´an ên li bajaran de wan kuştiyên xwe bi dehan eşkere kiribûn. Ji ber ku li çiyê bi hêsanî dikarin kuştiyên xwe veşêrin, hejmara wan jî kêm eşkere dikin. Êdî ev yek wekî şerê psîkolojîk dewamî bûye. Lê belê divê civak tê bigihîje ku bi şerekî psîkolojîk re rûbirû ne û zanibe ku rastî ne bi wî hawî ye ku dewlet nîşan dide. Gelekî girîng e ku ev rastî bête teşhîr kirin û rastî bi raya giştî re bêtin parvekirin. 

Tayyip Erdogan li Desteya Ewlekariya Millî ya dewleta Tirk de jî gotiye “ji min re eskerên bimirin lazim in”. Ji xwe timî di ser şehîdbûnê re quretiyên xwe dike û pê jî nîşan dide ku ew zilamên bimirin digere. Helbet vê yekê ne ji bo niştiman û milet dike, ji bo li ser piyan hiştina desthilatdariya xwe vê dike. Ji bar ku rewşeke ku milet û welat parçe dibe tune ye. Kurd tenê dibêjin welatê hevbeş û neteweya demokartîk. Lê belê Tayyip Erdogan ê ji bo parastina desilatdariya xwe leşker û polîsan dişînê mirinê dixwaze wan mîna rizgarvanên welat û milet bide nîşandan. Ji ber ku tişta bi tenê lê difikire desthilatdarî ye; koltuxê wî ye yê ew aniya rewşa dewletmendir siyasetmedarê cîhanê ye. 

Tayyip Erdogan hewl dide xwe mîna lîderê bi hêz û xwedî qudret nîşan bide. Gotinên naverok vala lê deng bilind dike. Di rewşa heyî de dema pirsgirêka li Filisîtînê ya Mescîdî Aksa derket vê yekê weke derfeteke xwe rizgarkirinê dibîne û bi israr dixwaze di rojevê de bihêle. Tevî ku ev gotin ji bo Îsraîlê ji vizviza mêşan ne girîngtir in jî çapameniya alîgir bi gotinên mîna, “Ji Erdogan nerazûbûna tund li dij Îsraîlê“ dixwaze civakê bixapîne. Di rewşa heyî de ne dewletek ne jî siyasetmedarek ê ji Erdogan ditirse heye. Cîhan niha hewl dide xwe ji vî lîderê faşîst rizgar bike. Lewre jî Erdogan ketiye nava tirsa wendakirina desilatdariyê. Bi pereyên ji Qetarê distîne hewl dide têkçûna abûrî rawestîne. 

Tayyip Erdogan niha di nava kaosêkê de ye. Tevî ku hewl dide ji gerêneka vê kaosê rizgar bibe jî, diyar e wê bi hesanî rizgar nebe. Çapameniya alîgir heya ji wan te şerê psîkolojîk zêde dike. Di şerê psîkolojîk de sînor ne maye.  Şerê psîkolojîk di asta heyî de gihiştiye merheleya ku êdî li Erdogan vegere. Di hewldana rizgarkirina Tayyip de çapameniya piştgir rêya xwe şaş kiriye. Ji ber vê yekê jî rojane em li rasta afirandina tiştên nû yên yerê psîkolojîk ku dikarin li dij Erdogan jî werin bikar anîn tên. Rûpoşa li ber rûyê AKP’ê di encama şerê psîkolojîk ê bê sînor de dikeve. 

 Êdî gel ji nûçeyên dibêjin me hevqas kuştin bawer nake. Her mirovê li nûçeyên di çerçoveya şerê psîkolojîk de ji aliyê çapameniya piştgir ve tên dayin binere dikare vê yekê bibîne.  Car caran wisa bi hêrs tevdigerin nûçe, dosya û nivîsên şerê taybet ji nûçeyên berê yên digotin me hevqas kuştin jî balkêştir in. Ji ber vê yekê ji bo fahmkirina şerê psîkolojîk û nûçeyên derew ê dewleta Tirk di şer de, mêzekirina li nûçeyên din, bernameyên nûçeyan, dosya û şîroveyan mêzekirin têrê dike. 

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA