Batûfa Çekdar: Em ê berxwedana xwe geştir bikin

Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir hêza gerîlayên azadiyê heye ku dijmin bişkînin û got, ‘’Em ê berxwedana xwe geştir bikin û serfiraz bikin.’’

Batûfa Çekdar diyar kir YJA Star ku pêşengiya berxwedanê dike, di sala 2021’an  de vê berpirsyariya xwe pêştir biriye û got, ‘’Ji ber ku îdîaya me ya azadiyê ya YJA Starê û gerîlayên jin pir mezin e, çalakiyên me jî pir mezin in.’’

Endama Konseya Biryargehê ya YJA Starê Batûfa Çekdar derheqê civîna Konseya Biryargehê ya YJA Starê nirxandin kir.

Çekdar diyar kir civîn pir xurt, biryardar û bi coş bûye û got pir girîng e ku di pevajoyeke wiha girîng de civîn çêbûye.

Çekdar diyar kir wan saleke bi têkoşîn û berxwedaniyeke mezin li pey xwe hiştine û derheqê naveroka civînê got, ‘’Ji serê sala 2021’an heta dawiya salê bi pêşengiya YJA Starê lehengiyeke mezin hatiye kirin. Ev civîn, ji bo ku hêzên YJA Starê berxwedan û destkeftiyan careke dî binirxînin, çi, xirab, serkeftî ne serkeftî, hêlên kêm derxînin holê û berxwedanê biqulibînin ser pêngava mezin hatiye kirin.

Di civînê de rewşa siyasî, leşkerî hate nîqaşkirin, analîzên kûr hatine kirin. Helwesta berxwedanê ya hêzên YJA Starê, çalakiyên ku hatin kirin bi berfirehî hatine nirxandin û biryarên dîrokî hatine standin. Di encama van biryaran de ji bo sala 2022’an plansazî hatin kirin. Pêvajo û pratika sala 2021’an bi berfirehî hate nîqaşkirin. Pratîkên li bakurê Kurdistanê hate nirxandin.

Batûfa Çekdar got di sala 2021’an de hedefa wan a herî mezin geşkirina şerê şoreşgerî yê gel bûye û got, ‘’Li Bakur, ji Dêrsimê heta bi Botanê, ji Serhedê heta bi Mêrdîn, Xerzanê li her qadê çeperên gerîlayan hene. Sala 2021’an li Bakur êrîşên dagirkeran bênavber dom kir. Ji ber ku sala 2021’an ji bo me saleke dîrokî bû. Bi armancên mezin em ketibûn sala 2021’an. Hedefa me ya herî mezin jî ew bû ku em şerê şoreşgerî yê gel geş bikin .Bêguman pêşengiya berxwedanê li Bakur hêzên me kirin.’’

Çekdar bi berdewamî diyar kir yek ji armanca YJA Starê ev e ku faşîzma AKP-MHP’ê were hilweşandin, dawî li tecrîda li Imraliyê bînin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û got, ‘’Dijmin hedef û planên mezin dabûn ber xwe. Zivistanî êrîş anî ser Garê lê li Garê berxwedaniyeke mezin çêbû. Dijmin weke her sale digot îsal jî ew ê gerîla tine bikin. Bi vê çarçoweyê zexteke mezin li ser gelê me kir, hem jî operasyonên dagirkirinê bênavber domand, serî li rêbazên hovane da.

Li Bakur heval şehîd ketin. Ev ne ji ber bihêzbûna dijmin bû, ji ber kêmasiyên me bû. Di civîna xwe de me ev mijar bi berfirehî nirxand. Gerîlayên azadiyê xwedî wê hêzê ne ku êrîşên dijmin bişkînin, planên wan serûbin bikin. Li Bakur hevalên me yên ku şehîd bûn, derbên giran li dijmin dan û şehîd bûn. Hêzên me yên YJA Starê li hemû qadan li nav berxwedanê cihê xwe girtin û bi roleke pêşeng rabû. Ji vî alî ve helwesta hêzên YJA Starê layiqî rihê demê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye.’’

Çekdar diyar kir li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hêzên YJA Starê di pêngava Cenga Xabûrê, berxwedana Metîna û Heftanînê de cihê xwe girtine û got, ‘’Gerîlayên YJA Starê li her qada berxwedanê li eniya pêş şer kirin. Bûne xwedî helwesteke xwedî îdîa û îstîqrarê. Li Heftanînê ev 3 sal in operasyonên dagirker didomin. Dijmin bi her cure teknîkê êrîş bi ser gerîla de anî .Lê hêzên me yên qadên xwe bernedan, li her devera ku dijmin lê bû çalakî kirin. Hêzên me yên YJA Stare jî li Hefanînê çalakiyên xurt kirin. Çalakiyên ku dijmin kirin şoke ji bo hevalên me yên li qadê û ji bo hêzên me yên YJA Starê bû moraleke mezin.

Li Metîna êrîşên dijmin didome. Hêzên me yên YJA Starê jî bi rengekî karîger tevlî berxwedanê bûn. Gelek bara wan gerîlayên li Qadên Parastina Medyayê hebû ku planên dijmin ên ku herêmê bi temamî dagir bikin, pûç bikin. YJA Star ku pêşengiya berxwedanê kirî, sala bihurî ev berpirsyariya xwe bi cih anî. Ji ber ku îddîaya me ya azadiyê ya YJA Starê û gerîlayê jin zêde ye, çalakiyên me jî mezin dibin. Ne tenê li Bakur û Başûr, li hemû qadên têkoşînê ev derdikeve holê.

Hêzên YJA Starê hay ji vê hene. Em YJA Star xwedî li pêngava KJK’ê ‘Ji qirkirina jinê re na, dema parastina jina azad û civakê ye’’ derdikevin. Bi vê çaroveyê em ê berxwedana xwe geştir bikin û serfiraz bikin. Felsefeya me ya jiyanê felsefeya azadiyê ye. Felsefeya azadiyê jî bêguman wê serkeftinê bîne. Ji ber vê jî felsefeya me ya jiyanê azadî û serkeftin e.’’