Başûrê Kurdistanê saleke bi krîz û serhildan li pişt xwe hişt

Başûrê Kurdistanê li gel krîzên aborî, siyasî û civakî, bi xwepêşandanên civakî bû rojev. Bi taybetî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û şehîdkirina gerîla û rewşa koçberan deng veda.

Ji ber siyaseteke demkî û ne berjewendiyên gel, li Başûrê Kurdistanê rewş wisa bûye, di her warê siyasî, aborî, leşker û civakî de krîz li ser krîzê rû dide û jiyan bigihêje asta tevizînê.

Li Başûrê Kurdistanê herî zêde krîzên aborî bandorê li civakê dike û em jî ji wir dest pê bikin. Ji ber şewba vîrûsa Koronayê di her warê jiyanê de bandorek mezin kir. Taybet li herêmên ku di warê siyasî û civîk de ne xurt felişand. Başûr jî para xwe ji vê stend.

Piştî gelek rûniştinên parlementoyê, herî dawî di 31’ê Adarê de budçeya 2021’an hat pejirandin û madeya 11’a taybet bû, bi para Herêma Kurdistanê de tê de hat bicihkirin. Di bûdçeyê de para Herêma Kurdistanê weke ji sedê 9.5 hat erêkirin. Salên borî ji sedê 12.67 bû. Li gorî vê wê para Herêma Kurdistanê 9 heta 10 trilyon dînar bûya. Li gorî yasayê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft bi nirxê SOMO radestî hikûmeta navendî bikira. Nîvê dahata navxweyî ji bide Bexda.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2020’an de biryar da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi awayek lêbirîn parve bike. Piştî ku Iraqê 200 milyar dînar şand, ev biryara lêbirîna mûçe hate hilweşandin ku her 25’ê mehê mûçe bê parvekirin. Lê 2 meh nêzik dibe mûçeyekê nade.

Li gorî rapora Kompanya Dîloyit ku dahata neft û gazê çavdêr dike, heta meha Hezîranê dahata Herêma Kurdistanê 77 milyon û 350 bermîl neft bi riya boriyê ji derve re hatiye şandin. Ev jî dike 4 milyar û 100 milyon dolar. Piştî pereyê kompaya jê were derxistin jêre milyarek û 738 milyon dolar maye. Lêçûna şandin û xerca neftê ji dahata wê zêdetir e.

XWEPÊŞANDAN Û DAXWAZA HEQ

Em werin ser bandora aborî û xwepêşandanên civakî. Ji ber nebûna xizmetgûzarî û mûçe li seranserî Herêma Kurdistanê îsal, ji bo mafên xwe, xwendekarên zanîngehê, mamostayên bi peyman, karmendên bi peyman û mamostayên li wargehan xwepêşandan kirin. Daxwaza tayîn, dayîna mûçe di dema xwe de kirin. Her wiha li gelek navendan welatiyan li dijî nebûna xizmetguzariyê û bêkariyê çalakî kirin.

Di nava sale de her tişt giran bû, ji avê bigire heta, neft, benzîn û xurekan.

QESIR Û KOŞKÊN JI SER MÛÇEYÊN KARMENDAN AVA KIRIN

Di 7’ê Kanûnê Rojnamevan Zack Kopplin ku li Navendeke Lêkolîn û Fikrî ya Emerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya derbarê sermaya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Li gorî belgeya ku Kopplin parve kiriye li eyaleta Miami ya Emerîkayê milkeke 12 hezar metrekare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye. Li gorî Kopllin 4 milkên Barzaniyan li Miami, Virginia, California hene û bûhayê wan jî bi komî dike zêdeyî 75 milyon dolar. Ev yek di medyayê de gelek bû rojev.

REVA JI WELAT Û KOÇBERIYA MIRINÊ

Ji ber kiryar û siyaseta Herêma Kurdistanê bi hezaran welatiyên Başûrî ketin ser rêya koçberî ango mirinê. Trajediya koçberan li sînorê Belarûs û Polonya deng veda. Roja 8’ê Mijdarê bi hezaran koçberên ku piraniya wan xelkê Başûrê Kurdistan û Iraqê bûn, li ser sînorê Belarûsê berê xwe dan sînorê Polonyayê da ku derbasî welatên Ewropayê bibin. Koça bi hezaran kesî ya li ser sinorê Belarûs-Polonya û Lîtwanyayê ciheke berfireh di çapemeniya Kurd û cihanê de girt.

Lê hikûmeta Herêmê bêyî ku xwe berpirsê rewşa koçberiyê bibîne û çareyek ji pirsgirêkên dibin sedema koçberiyê re bibîne, xwe bêdeng kiriye.

Parlementoya Herêma Kurdistanê jî biryar da şandeyek bişîne ser sinorê Belarûs-Polonyayê da ku ji nêz de li rewşa koçberan bipirse. Lê heta niha ev şande serdana koçberan nekiriye. Polonyayê hemû sinorên xwe yên li gel Belarûsê li pêş koçberan girt. Koçber li ber sînor di nava rewşek gelek zehmet de man. Piştre şandeyek ji KNK’ê serdana koçberan kir û ji nêz de li rewşa wan pirsî.

Piştî gelek rojan koçber li ser sînor di nava rewşek gelek zehmet man, beşek mezin a koçberan ji ber bêhêvîbûna ji çûna welatên Ewropayê vegeriyan. Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê dane, heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 koçber vegeriyane Iraqê.

Di encama vê koçberiyê de bi sedan ciwan û welatiyên Başûrê Kurdistanê li ser sînor, dîsa deryaya Spî û peravên Yûnanê noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi dehan cenaze hatin Başûrê Kurdistanê. Balkêş e, li ser vê mijarê ne hikûmet, ne jî rayedarên Başûr daxuyaniyên fermî nedaye ku çima nikarin pêşiya vê bigirin?

PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ Û XEMSARÎ KIR DAÎŞ ÊRÎŞ BIKE

Krîzên aborî, siyasî û civakî ne bes bûn, li ser nakokî û xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê DAÎŞ’ê taybet herêmên nakok weke madeya 140’an tê nasîn û deverên di bin serweriya Pêşmergeyan de dest bi êrîşan kir.

DAÎŞ’ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê di nava salekê de herî kêm 180 êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dan û 160 kes ji birîndar bûn.

Her çiqas di 10’ê Çileya 2017’an de Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragihandin ku li seranserî Iraqê DAÎŞ hate tinekirin, lê hîn êrîş û metirsiya DAÎŞ’ê berdewam dike.

Li gorî rapora Wezareta Xezîneya Emerîka ku di meha Tebaxa îsal de parve kir, komên DAÎŞ’ê berdewam li ser Tirkiyeyê re pere ji bo endamên xwe yên li Sûriye û Iraqê dişînin ku Tirkiye piştgiriya sereke ya darayî ji bo Tirkiyeyê dike.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku ji sala 2018’an heta dawiya meha Cotmeha îsal çeteyên DAÎŞ’ê zêdetirî 2 hezar û 412 êrîş li dijî hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê pêk anîne. Her wiha tenê ji destpêka salê û heta meha Cotmehê nêzî 170 êrîş pêk anîne.

Di meha Çileyê de DAÎŞ’ê bi kêmanî 10 êrîş kiriye li gorî daneyên ne fermî 55 sivîl û leşkerên Iraqê hatine kuştin 125 jî birîndar bûne.

Di operasyonên li dijî DAÎŞ’ê de jî 26 çete hatin kuştin, 12 jî girtin.

Di meha Sibatê de di êrîşên DAÎŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 7 leşker û sivîlek ji birîndar bû.

Di operayonên li dijî DAÎŞ’ê de yên li Besra, Nînowa, Bexda, Kerkûk, Enbar, Hewlêr û hinek herêmên din, 17 çete û 3 fermandarên DAÎŞ’ê tine bikin. 132 çete hatine girtin û 39 stargehên DAÎŞ’ê jî hatine tinekirin.

DAÎŞ’ê 19’ê Adarê jî êrîşî Ebnî Seyda ya Diyalayê kir û polîsek Iraqî mir.

Di van operasyonan de 72 çete girtine. Her wiha balafirên şer li Nînowa û çiyayê Qereçûx ê Mexmûrê 20 êrîşên hewayî pêk aniye. Di van êrîşan de 10 çete hatine kuştin û 39 stargehên wan hatine rûxandin. Her wiha dest danîne li ser 12 depoyên wan ên çek û teqemeniyan.

Di meha Nîsanê de çeteyên DAÎŞ’ê li Xurmatû, Daqûq û Xaneqînê 8 êrîşên cuda pek anîn. Di van êrîşan de 5 sivîl û leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 polîsên Iraqê birîndar bûn.

Di operasyonên li dijî DAÎŞ’ê de 65 DAÎŞ’î hatine ku ji vane 28 li çiyayê Qereçûxê. Her wiha 128 stargeh, şikeft û tûnel tine kirine.

Di meha Gulanê de ji ber 3 êrîşên DAÎŞ’ê yên li herêma Mexmûrê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Her wiha 2 şivan hatin revandin.

2’yê Gulanê balafirên koalîsyonê 3 çeteyên DAÎŞ’ê li Nînowa kuştin. Li Mûsilê jî 5 çete hatin kuştin. Herwiha li Kerkûk û Mûsilê 5 çete hatin girtin.

Di meha Hezîranê de jî çeteyan 25’ê hezîranê êrîşî kirin, di van êrîşan de 5 polîsan û dîsa polîseke bi nave Celal Baban ku zêdetirî salek û nîv di destê DAÎŞ’ê de bû hatin kuştin.

Di operasyonên vê mehê yên dijî DAÎŞ’ê de, 3 wesayît hatin şewitandin û çend stargehên wan hatin rûxandin, 2 çete jî hatin girtin.

Di meha Tîrmehê de DAÎŞ’ê 8 caran êrîşî Pêşmerge û hêzên Irqê kirine, di van êrîşan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 7 ji wan sivîl bûn; 1 pêşmerge. Li herêma Mexmûrê şivanek hatibû revandin.

Li gorî ragihandina fermî ya Iraqê, di 8 operasyonên taybet de 33 çeteyên DAÎŞ’ê li parêzgehên cuda yên Iraqê hatine girtin.

Li nava vê mehê li Silêmanî û Helebce 2, Iraqê ragihand ku 20 û li Diyala, Kerkûk, Selahadîn û Silêmaniyê 6 çete hatine girtin.

Meha Tebaxê di 6 êrîşan de çeteyên DAÎŞ’ê 4 sivîl revandin û 2 welatî kuştin. 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di vê meha Îlonê de 27 sivîl, pêşmerge û leşkerên Iraqî hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn, kesek hate revandin.

Di operasyonên vê mehê de jî 8 çete hatin kuştin, serçeteyek jî hate girtin.

Di meha Cotemehê de jî ji ber êrîşên DAÎŞ’ê 25’ê Cotmehê li Xurmatû leşkerek, 30’ê Cotemehê li Kerkûkê 2 pêşmerge, li gundê Hewîce jî 3 karker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di meha Mijdarê de 11 sivîl û pêşmerge ji ber êrîşên DAÎŞ’ê li Zerge ya girêdayî Amîrlî, Xurmatû, bajarokê Kokis a Fîfrî û bendava Şaswar a gund Gobanê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 7 pêşmerge û leşker jî birîndar bûne.

Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê meha Kanûnê zêdetir bûn. Di êrîşa 2’yê Kanûnê ya li gundê Xidircîce ya dikeve qontara çiyayê Qereçûxê de 7 pêşmerge û 3 birayan jiyana xwe ji dest da. 11’ê Kanûnê jî pêşmergeyê bi nave Sîrwan Mihemed birîndar bû. 19’ê Kanûnê li gundê Azîkendî ya Qerecê jî leşkerek Iraqî birîndar bû.

Di şerê di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAÎŞ’ê de ya 28’ê Kanûnê de jî 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 4 çete hatin kuştin.

Li ser zêdebûna êrîşên DAÎŞ’ê ya li Iraq û herêma Kurdistanê di 6’ê Kanûnê de Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş diyar kir eger pêwîstî hebe û were xwestin ew amade ne gelê Başûrê Kurdistanê bi awayeke fedayane biparêzin û got: “Tenê bi yekîneyên biçûk derb dikare li DAÎŞ’ê bê xistin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.”

DORPÊÇKIRINA GERÎLA, ÊRÎŞÊN PDK LI SER HÊZÊ GERÎLA

Li aliyekê ewqas krîz û pirsgirêkên civakî heyî PDK li şûna ku çareseriyê peyda bike, rewş aloztir kir û hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk gihande qonaxeke bilindtir û dest bi êrîşa li ser gerîla kir. Di van êrîşan de heta niha bi dehan gerîla hatin şehîd kirin.

Di sala 2021’an de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 11 caran karwanên leşkerî yên bi çekên giran sewqî qadên Herêmên Parastina Medyayê kir, êrîşî hêzên gerîla kirine. Di êrîşên PDK’ê de 14 gerîla şehîd bûne û gerîlayek jî birîndar bû.

Di demekî ku hêzên pêşmerge li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şehîd û birîndaran dide û banga hêz û çekên zêdetir dike, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêz û çekên zêdetir sewqî qadên gerîla dike û çeperên asê çêdike.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021 êrîşên mezin dijî Metîna, Zap û Avaşîn dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê.

Em hinek bi daneyan qala wan bûyer û pêşketinên deng vendane bikin;

Li navçeya Amêdiye ya Dihokê PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metîna ve şand. 5’ê Hezîranê di nava karwanê hatiye şandin de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, di wesayîteke pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya Qada Xabûrê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: ”Îro saet derdora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku niqteyeke stratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesayitên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne. Tu gund û jîngeh li derdora qada navborî nînin, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatiye mayinkirin.

7’ê Hezîranê PDK’ê hêzeke zêde şand herêma Berdenazê ya girêdayî bajaroka Hacî Omranê ku dikeve nava sînorên navçeya Soran a Hewlêrê. Hacî Omran herêmeke dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, her wiha herêma Qendîl û Xinerê bi hev ve girêdide.

Fermandariya Herêma Xabûrê ya Metînayê li pêşberî vê rewşa nû biryar da ku rê û rêbazên hêzên me yên li herêma Metînayê ji nû ve binirxîne û hêzên me yên li Zendûrayê vekişîne. Di pêvajoya vekişînê de 10, 11 û 12’ê Hezîranê sê rojan şerekî destanî qewimî. Di vê pêvajoya vekişînê de, ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metînayê hevalê me Rêber Zana, fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê hevalê me Hêjar Can, hevrêyên me Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi lehengî şehîd bûn. Bi saya ked, hewldan û fedayîtiya van hevrêyên me, hevrêyên leheng ên din ên Berxwedana Zendûra ya dîrokî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe.”

24’ê Tîrmehê hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metîna, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk liser herêmê firiyan.

26’ê Tîrmehê PDK’ê amadekarî dikir hêzên xwe bişîne Şêlaadizê û xwestine hêzên xwe li Rêncbiraxa bi cih bikin.

GERÎLA XISTIN KEMÎNÊ Û ŞEHÎD KIRIN

Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de hêzên PDK’ê yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, xistin kemînê û li wan da. Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfan rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin. HPG’ê ku nasnameyên 3 gerîlayan jî eşkere kirin û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide.

28’ê Tebaxê li girê Çarçel ê herêma Metînayê hêzên PDK’ê dest bi çêkirina rêyên nû kir. Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di rojên dawî de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Hate ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kiriye û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

29’ê Tebax’ê yek ji bûyera herî qirêj hate kirin. Pêşmergeyên Roj ên ji aliyê dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê qaşo ji bo parastina xaka Kurdistanê hatine perwerdekirin, êrîşî komeke gerîla li Xelîfanê kir. Li ser vê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê jî 4’ê Îlona 2021’an li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya gerîlayên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane. Tu tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên me bixe kemînê û şehîd bike. PDK dixwaze tevlî êrîşên mêtinger- faşîst û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê me û hêzên me dide meşandin bibe. Em vê daxwaza PDK’ê ji edalet û wijdana raya giştî re dihêlin.”

Piştre derkete holê ku di êrîşê de 5 gerîlayên şehîd bûne. Yek birîndar dibe û yek jî piştî 16 rojan xwe digihîne hevrêyên xwe. PDK’ê hîn cenazeyên gerîlayên şehîd nedane malbatên wan. Ji wan gerîla Tolhildan Raman, Serdem Cudî xelkê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê bûn.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalka ji 5`ê Cotmehê ve dest pê kiribû heta niha jî dewam e.

5’ê Kanûnê hêzên PDK’ê şeva 5’ê Kanûnê sewqiyata leşkerî li baregeha Sîrê ya li herêma Şêladizê kir.

15’ê Kanûnê meşa ciwanan Rojava a bi dirûşma “Werin cenga rûmetê” ku ew sê roj bûn ji Qamişloyê dest pê kirîbû di 15’ê Kanûnê gihaşt dergeha Sêmalkayê. Lê Sêmalkayê hêzên PDK’ê êrîşî ciwanan kir. Di encamê de 15 ciwan birîndar bûn. Balkêş e piştî vê meşa ciwanan, PDK û medyaya wê ciwan kirin hedef û di êrîşa SÎHA’yên Tirk a dagirker de 25’ê Kanûnê li Kobanê êrîşî malekê kir û 5 ciwan şehîd bûn.

16’ê Kanûnê hêzên PDK’ê danê sibehê deriyê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt.

Di 19’ê Kanûnê de hêzên PDK’ê Deriyê Sînor ê El Welîd ku dikeve navbera Başûrê Kurdistan û bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê de jî girt.

ÊZDIYAN TEVÎ HER TIŞTÎ LI BER XWE DA

Civaka Êzidî sala 2021’an di bin êrîşên giran û hemberî êrîşan jî berxwedaneke mezin nîşandan. Bê guman ji ber êrîşan berdêlên giran jî hatin dayîn. Piştî têkbirina Peymana 9’ê Cotmehê xebatên mîsogerkirina xweseriya Şengalê hatin xurtkirin. Civaka Êzidî bi îddiaya mîsogerkirina statuya Şengalê ber bi sala nû ve diçe.

Di 8’ê Çileyê de Desteya Rêveber a Şengalê yekem civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de ji bo bihêzkirina têkoşîna li dijî planên li ser Şengalê biryara berdewamkirina çalakiyan hate dayîn.

Di nava salê de di warê xwe rêxistinkirin û xweparastinê de sazî û dezgehên Şengalê Rêveberiya Xweser bigire heta TAJÊ, PADÊ’ê civînên xwe kirin û li nava civakê karûbarên xwe kirin.

Di 11’ê Adarê de bi sedan gelê Şengalê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê berê xwe dan navenda Şengalê lê gelê Êzidî ji aliyê Hukûmeta Iraqê ve li seytereya Cidalê hate astengkirin. Tevî vê rêgiriyê jî gel xwe gîhand navenda Şengalê û meşiya.

ÇEND BÛYERÊN MOHRA XWE LI SALÊ DAYÎN

25’ê Adarê MXDŞ’ê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, civiya û helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de eşkere kir. Li beramberî tehdit û ferzkirinên hikumeta Iraqê, MXDŞ’ê biryara berxwedanê da.

1’ê Nîsanê piştî Iraqê muhlet da Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ku teslîm bibin, bi sedan gelê Şengalê berê xwe dan serê Çiyayê Şengalê û dest bi nobetê kirin.

20’ê Nîsanê Artêşa Iraqê xwest ku derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe. Şêniyên herêmê derketin pêşiya wan û nehiştin artêş derbasî gund bibe.

5’ê Tîrmehê li Şengalê meşeke girseyî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê hate lidarxistin. Piştî meşê hêzên Iraqê gule bi ser gel de barandin û di encamê de rojnamevanek hate birîndar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 16 û 17’yê Tebaxê de 5 caran bi balefirên şer êrîşî ser navenda Şengalê kir. Di êrîşa destpêkê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, şehîd bûn û 3 sîvîl jî birîndar bûn. Di êrîşa 17’ê Tebaxê de jî balefirên dewleta Tirk sê caran li ser hev Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 8 kes şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn.

25’ê Tîrmehê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Kongreya xwe ya 4’emîn bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê lidarxist. Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa, Mesîhî jî tevlî kongreyê bûn û di meclîsa nû de cih girtin. Di encamnameya kongreyê de bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bikin.

17’ê Îlonê de Babê Şêx Elî Eliyas ku piştî wefata Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Xirto Hecî Îsmaîl bibû Babê Şêx, cara yekem serdana Şengalê kir.

2’ê Cotmehê de hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de xwestin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê rabû ser piyan û diyar kirin ku ew rê nadin PDK derbasî Şengalê bibe. Li ser bertekên gel çekdarên PDK’ê paş ve kişiyan.

28’ê Mijdarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ were derxistin li Baxçeyê Serok Apo çalakiya konvedanê da destpêkirin.

7’ê Kanûnê de, di roja yekem a Rojiyên Êzî de li dijî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel êrîşeke hewayî pêk hat. Di êrîşê de Merwan Bedel şehîd ket, du zarokên wî yên di wesayîtê de jî di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.

Di 11’ê Kanûnê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrîşê de avahiya Meclîsê bi piranî hilweşiya.

Li ser bêdengiya Iraqê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’ê Kanûnê de biryar da ku hemû sazî û dezgehên hikumî û saziyên civaka sivîl ên li Şengalê kar bidin sekinandin. Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser wê rojê li Şengalê tu karek nehate meşandin. 14’ê Kanûnê car din bi biryara Rêveberiya Xweser re hemû sazî û dezgehan dest bi karê xwe kirin.

Di 14’ê Kanûnê de ciwanên Şengalê li nehiya Sinûnê ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê dest bi çalakiyan kirin. Hêzên artêşa Iraqê di navenda Sinûnê de gule li çalakvanan reşandin. Di encamê de rojnemevana jin a bi navê Nesrîn Hisên bi guleya artêşê li gel ciwanekî din birîndar bû.