Başûrê Kurdistanê bi berfê spî bû

Ji ber barîna berfê ya ji duh ve li seranserê Başûrê Kurdistanê, li gelek deveran jiyan tevizî.

Li Başûrê Kurdistanê berfa ku ji duh şev ve destpê kir heta van kêliyan jî bi bandor dibare û ev jî bandorek mezin li ser welatî û karkaran kir; jiyan tevizand.

Li Hewlêr, Silêmanî, Zaxo û Dihok dîsa gelek navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê ji ber berfê spî bû. 

Ji ber berfê dibistan ketin betlaneyê.

Li aliyê din xebatên ji bo paqijkirina rê û dîsa di warê sotemeniyê de li van herêmên berf barî zehmetî tên kişandin.

Parêzerê Silêmanî Doxtor Heval Ebûbekir daxuyaniyek da û diyar kir ku li navenda bajêr berfek zêde dibare, divê ajokar baldar tevger bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek dirêj e, evqas berf li Silêmanî nebariye.