Başaran: Divê polîs heddê xwe bizanibin!

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li dijî parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn û jinên din da. Başaran ji bo polîsan got ku, “Heddê xwe bizanibin. Hûn nikarin me bitirsînin.”

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê û Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan, parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî êrîşa polîsan a li dijî parlamenter Remziye Tosûn îro daxuyanî da.

‘AKP JI ÇALAKIYA BI PÎSPÎSKAN DITIRSE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Parlamentera me ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de jinan xwestin li Amedê ji bo piştgiriya parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye çalakiyekê li dar bixin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirine. Desthilatdariya heyî ji çalakiya bi pîspîsk a jinan ditirse. Ji ber ‘zimanê nefretkirinê’ yê desthilatdariyê hêzên ewlekariyê jî êrîşên bi vî rengî dikin.”

Başaran bang li Serokê Meclîsê kir ku ji bo parastina maf û hiqûqa endamên xwe divê têkeve nav hewldanan. Başaran ji polîs û leşkeran re jî got ku, “Heddê xwe bizanibin.”

Başaran got ku, “Dema ku di warê siyasetê de ditengijin, bi hêzên ewlehiyê serî li hêza hişk didin. Lê divê hûn bizanibin ku jin ew ê ji we netirsin.”