Başaran bang li hilbijêrên HDP'î kir: Dozê vekin

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bê parastin û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li îrade û mafê xwe yê hilbijartinê dozê vekin."

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran desteserkirina şaredariyên HDP'î nirxand û diyar kir ku ti aliyê xwe yê hiqûqî yê tayînkirina qeyûman li şaredariyan nîne.

Başaran anî ziman ku li gorî qanûnan dema ku şaredarek sûc bike hingî dikare ji wezîfeyê bê dûrxistin, lê belê li şûna şaredarê hatiye dûrxistin nabe ku qeyûm bê tayînkirin, divê yek ji nava meclîsa şaredariyê bê hilbijartin.

Başaran destnîşan kir, ku ya niha hatiye kirin bi temamî li dijî qanûnan e.

Baraşan diyar kir, ti ji hevalên wan ên şaredar ên ji wezîfeyê hatine dûrxistin sûcek nekirine û got, "Ji xwe qeyûman bi karê xwe yê destpêkê nîşan dan ku ji bo çi hatine tayînkirin. Ji malperên medya civakî yên şaredariyan zimanê Kurdî rakirin. Her wiha hewl didin ku faşîzma tifaqa AKP-MHP'ê mayinde bikin. Li devereke ku HDP hebe li qada xwecihî faşîzm nikare bi cih bibe. Lewma ji bo li dijî Kurdan û mûxalîfên li Tirkiyeyê bi ser bikevin qeyûm tayîn kirin."

Başaran anî ziman ku têkoşîna wan a hiqûqî didome û wê li dijî vê yekê dozê vekin.

Başaran bang li dengdêran jî kir û got, "AKP'ê niha gotiye, 'hûn tercîha çi dikin bikin, em ê bi karmendê xwe dest deynin ser îradeya we'. Em ê serlêdanên xwe yên ji bo mafê xwe yê hilbijartinê bikin. Lê belê em bang li gelê xwe jî dikin; gelê me yê li bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dengê de bi kar anîne, bi vekirina dozan bila li mafê xwe yê hilbijartinê û îradeya xwe bibe xwedî. Mafê her hilbijêrî ye ku li dijî desteserkirina mafê xwe yê hilbijartinê dozê veke."