Başaran: AKP şer, Ocalan çareseriyê pêş dixe

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiya li dijî qeyûm di roja 19’an de ye. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de axivî û wiha got; “Kilîla çareseriyê li gel Ocalan e.”

Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li ber derê Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê tê girtin, ket roja 19'an. Parlamenterên HDP'ê Mûazez Orhan, Ayşe Acar Başaran, Pero Dundar, Mûrat Sarisaç, Alîcan Onlu, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û gelek kes tevlî nobetê bûn. Di nobetê de pankarta "Hevserokatî pergala me ya azadiya  jinê ye, em nadin xespkirin" hat vekirin, dovîzên mîna "Hevserokatî xeta me ya mor e" û "Qeyûm bireve jin tên" hatin hilgirtin û dûrişmeya "Amed, Mêrdîn, Wan a me ye" hat berzkirin.

'QEYÛM PARÇEYEK SIYASETA ŞER IN'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di nobetê de axivî û diyar kir ku siyaseta ku 5 salên dawîn ve ji hêla AKP'ê tê meşandin siyaseta şer, xespkirin û pişaftinê ye. Acar destnîşan kir ku qeyûm jî parçeyek siyaseta şer in û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin di serî de gelê kurd peyam bidin gelên Tirkiyeyê. Tiştên ku sala 2016'an kirin û niha jî dixwazin bikin û destûr nadin ku em xwe bi rê ve bibin. Van waliyê mêtingeriyê destpêkê bi tunekirina ziman, dîrok û çanda kurdî dest bi karê xwe kirin. Heta ku qeyûm ji şaredariyên me derneyin û dev ji nêzikbûna xwe mêtingeriyê bernedin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Acar di berdewamê de jî bal kişand ser malbatên ku çend rojên bi angaşta ku zarokên wan birine çiya, li ber derê Rêxistina HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin û ev bang li wan kir: "Bêguman em êşa dayikên ku li ber bînaya me ya Amedê rûniştinê fêm dikin. Ne tenê ji bo wan em ji bo hemû zarokên ku jiyana xwe ji dest dane û jiyandina ciwanan têdikoşin. Divê bê zanîn ku sedema çûyîna wan zarokan a çiya, girtina wan a girtîgehê û qetilkirina bi hezaran jin û ciwanan siyaseta şer a ku ji aliyê hikûmetê ve bi israr tê domandine. Weke qet berpirsyariya wan tunebe van dayikan disîqilînin û tînin ber deriyê bînaya me. Weke li Rojava û Başûr dikin, dixwazin li her derê berê kurdan bidin hev û wan bi hev bidine qelandin."

'KILÎLA ÇARESERIYÊ OCALAN E'

Başaran destnîşan kir sedema şerê tê meşandin kesên ku li qesrê rûniştîne û axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo hebûna qesra xwe berê leşker, polis û gerîlayan didine mirinê. Niha muxatab li qesrê rûniştî ye. Heta ku van sextekariyan dikin, bila li rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkê bigerin. Di sala 2013'an de bi hevdîtinên bi Rêzdar Ocalan re li vî welatî hêvî çêbûn û mirovan bi hêvî berê xwe dan paşerojê. Lê ji ber ku hin kes rantxwarê şer in û li ser mirinê siyaset dikin, hevdîtinên bi Ocalan re bi dawî kirin. Siyaseta qeyûm û şer girêdayî heve. Lewre bi siyaseta qeyûman tunekirina gelekî tê armanckirin. Siyaseta çok şikandinê tê maşandin. Em ji vir bang li raya giştî û malbatan dikin û dibêjin ku pirsgirêka hemû dayikên dilşewat pirsgirêka HDP'ê ye. Werin em hemû bi hev re dengê xwe li hemberî muxatabê rast bilind bikin. Sedemeke têkçûnê tuneye. Kilîla vê çareseriyê Îmralî û Ocalan in."