Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir

Serok û endamên Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 285’an de berdewam dike. Serdanên çalakiyê jî didomin. Malbata ku ji ber dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobet digirt, ji bo bi heyeta ji Baroya Sêrtê ku ji bo piştgiriyê hatine serdana wan, hatin pêş Edliyeya Rihayê. Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlge û endamên Lijneya Rêveberiya Baroyê serdana malbatê kirin. Endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê jî bi wan re bûn. Malbatê bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” şande pêşwazî kir. 
 
Ferît Şenyaşar derbarê têkoşîna xwe ya edaletê de şande agahdar kir û wiha got: “Beriya niha dozgerê 7’an ê dosyayê got ku 23 kes tespît kirine. Lê dozgerê 9’emîn ku niha li dosyayê dinêre dibe ‘faîl nediyar in’. Li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê ev komkujî pêk hat çawa faîlên wê nediyar in?”
 
Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlge jî bi lêv kir ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Çend sal derbas bûn jî têkildarî dosyayê de îdianameyek jî nîne. Hêvî dikim ku bi piştevaniya hemû saziyên sivîl ên civakî wê pêşketinek çêbibe û wê ev bêhiqûqî ji holê rabe. Heke edalet neyê tesîskirin wê di civakê de tiştek neyê tesîskirin. Em her tim li cem malbatê ne. Hêvî dikim ku wê di demekî nêzîk de ev bêedaletî ji holê rabe.”
 
Piştî ku Bîlge sersaxî ji malbatê xwest, Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Me hê jî şîna xwe nedanî ye. Bila edalet pêk were em ê şîna xwe deynin û şînê bigirin.”
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî şahidiniya xwe ya roja komkujiyê bi lêv kir û daxwaza xwe ya “bila demildest edalet pêk were” dubare kir.