Baroya Rihayê jî tevlî nobeta malbata Şenyaşar bû

Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên desteya rêveber piştgirî dan nobeta Malbata Şenyaşar.

Xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîş birin ser dikana malbata Şenyaşar. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 526’an de ye. Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel rêveberên Baroya Rihayê li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin.Heyeta ku ji Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê pêk tê wê tevahiya rojê li gel malbatê nobetê bigire.

'EM PARSEKIYA EDALETÊ NAKIN'

Serokê Baroyê Mehmet Velat Îzol got, “526 roj in malbat daxwaza edaletê dike. Lê mixabin daxwazên wan nehatin cih. Ev 526 roj in em piştgirî didin daye Emîne ne. Li cihê ku diviya edalet pêk were, li dijî malbatê kiryarên dijhiqûqî pêk hatin. Ji ber hin gotinên dayikê, lêpirsîn hatin vekirin. Li aliyê din di lêpirsîna ku di derbarê qetlîama malbatê de hatiye kirin de ev 4 sal in tu pêşketin çênebû. Banga me ji rayedarên lêpirsînê re wiha ye; Em li vir parsekiya edaletê nakin, tenê bi giraniya wezîfeya ku hûn jê berpirsyar in, qanûnê bi cih bînin. Ger qanûn neyê pêk anîn jî, divê 526 roj in çi dikin, ji raya giştî û malbatê re vebêjin. Ev daxwaza malbatê ya herî biçûk e. Çima dozeke kuştinê evqas dem dirêj tê seknandin! Em dixwazin vê yekê bizanibin. Rayedarên lêpirsînê her tim ji me re dibêjin “Dê edalet pêk were” lê ti sozên ku hatine dayîn pêk nehat. Di rojên ewil de kesên ku soz dabûn cihê wan hatin guhertin, dozger û dadgerên din hatin cihên wan. Divê kesên nû erk girtine, sozên hatine danîn bi cih bînin. Ne 526 roj pêwîst bike heta hezar û 526 roj derbas bibin jî em ê li vir rûnin."

Her wiha li ser hesabên medyaya civakî yê malbatê wiha hat gotin: “Dayikek li Rihayê ji bo kurê xwe yê li nexweşxaneyê hat qetilkirin û ji bo kurê xwe yê 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin edaletê dixwaze. Cîhanê qîrîna dayikê bihîst, lê rayedaran dengê dayikê nebihîst.”