Baregehên Emerîkî yên li Iraqê bûn hedefa êrîşa bi roketan

Li gelek deverên Iraqê baregehên Emerîkî û şîrketên Emerîkî lê ne bûn hedefa êrîşa bi roketan.

Di demekê de ku aloziya navbera DYE û Îranê zêde bûye, ji hefteya derbasbûyî roja Înê û vir ve bi roketan êrîş li dijî baregehên Emerîkî yên li Iraqê tê kirin.

Bi roketa bi tîpa katyûşa sibeha Çarşemê li dijî kargeheke petrolê ya li sektora Burcesiye ya li nêzî Basrayê êrîş hate kirin. Li gorî fermandariya leşkerî ya Iraqê di êrîşê de sê kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku kesên birîndar bûne Iraqî ne.

Şîrketa Exxon Mobil a Emerîkî jî di nav de gelek şîrketên biyanî û xwecihî li Burcesyeyê ne.

Fermandariya leşkerî çend saet beriya êrîşa li Burcesiyeyê daxuyaniyek din dabû û diyar kiribû ku li dijî fermandariya operasyonan a wîlayeta Nînovayê bi roketên katyûşa êrîş hatiye kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî leşkerên Emerîkî li herêmê bûn.

Li gorî fermandariya leşkerî Duşemê jî bi sê roketên katyûşa êrîş li baregeha leşkerî ya Taci hatiye kirin ku leşkerên biyanî di serî de Emerîkî û hêzên Iraqî li baregehê ne.

Heta niha ti hêzê berpirsyariya êrîşê nedaye ser milê xwe.