Baregeha Tûgaya Bedir hate şewitandin

Di merasîmeke ya ji bo rojnamevenekê de ku li Besra ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, baregeha Tugayên Bedir hate şewitandin.

Di xwepêşandanên li Bexda û gelek bajarên dikevin başûrê welat ku piranî Erebên Şîa lê diîn, de di navbera polîs, hêzên ewlekarî û xwepêşanderan de şer qewimîn.

Berî du rojan ji bo Cînat Medî yê li Besra hatibû kuştin du bi şev li Besra xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Xwepêşander dema ji goristanê vedigeriyan li dijî Îranê dirûşim qîr kirin, ber bi Baregeha Tûgayên Bedir ên di bin berpirsyariya Haddî Amîrî de ku bi nêzîkatiya bi Îranê re tê zanîn ve dest bi meşê kirin.  Girseya demek in gihiştin baregeha Tûgayên Bedir, baregeh şewitandin.

Li ser vê di navbera  endamên Tûgayên Bedir, polîs û hêzên ewlekariyê û xwepêandaran de şer qewimî. Di şer de xwepêşandereke mir, 7 jî birîndar bûn.

BAREGEHA HÎZBÛLAHAN JÎ HATIBÛ ŞEWITANDIN

Di xwepêşandanên tevahiya heftê qewimîn de şer di navbera xwepêşanderî û polîs û hêzên ewlekariyê de pêk hatin. Di şerê nava hefteyekê de 10 zêdetir xwepêşander û polîs mirin, 150 kes jî birndar bûn.

Di xwepêşandanên 19’ê Çileyê ya li Necefê de baregeha Tugayên Hîzbûlah jî hatibû şewitandin.

RÊ HATIN GIRTIN, DIBISTAN HATIN BETALKIRIN

Di serî de Bexda li gelek parêzgerhan ji ber xwepêşandanan rê hatin girtin. Hiek rê û pirsên nava bajaran jî hatin girtin. Li dibistan û saziyên fermî bi fermî ketin betlaneyê.