Balefirên şer ên Tirk li sivîlan da

Balefirên şer ên Tirk gundên Qendîlê, qadên Xakurk û Bradostê bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de sivîl birîndar bûn.

Balefirên şer ên Tirk di destê sibehê de gundên Qendîlê, qadên Xakurkê û Bradostê bomberdûman kir. Balefirên şer saet di 07.30’an de gundên Silê û Bolê yên Qendîlê û qadên sivîlan bomberdûman kir.

Di êrîşa gundê Bolê de li du malên sivîlan xisarek pêk hat û 4 kesên sivîl birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndarê bi navê Ehmed Ebdullah rewşa wî giran e.

Piştî êrîşên hewayî li herêmê balefirên şer digere.

Balefirên şer saet di 09.30’an de qadên Bradost û Xakurkê bomberdûman kir.

Di heman demê de li ser bajarokên Wertê û Qesrê yên Çomana Hewlêrê jî balefirên keşfê digere.

Li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji serê sibehê û vir ve balefirên şer digerin.