Balafirên şer li ser Mexmûrê geriyan

Li ser kampa penaberan a Mexmûrê serê sibehê balafirên şer geriyan.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest serê sibehê balafirên şer li ser Mexmûrê geriyan.

Nayê zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, yan jî yên koalîsyona navneteweyî ne. Liv û tevgera balafiran berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk di 18’ê Tîrmehê saet 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kiribûn.

Li gel balafirên şer, balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bibûn.