Balafirên şer ên Tirk Bradost bombe kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Xakurk û Şakîv ên li herêma Bradostê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Xakurk û Şakîv ên li herêma Bradostê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hê jî balafirên şer li herêmê difirin.

Hate ragihandin ku ziyan li jîngehên sivîl ên herêmê bûne, lê zêdetir agahî nehatin girtin.