Balafirên şer ên Tirk bombe li kolberan barandin: 2 kolber hatine qetilkirin

Balafirên şer ên Tirk a dagirker li ser sînorê Urmiye -Wanê bombe li komek kolber barandin. Hate ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê 2 kolber hatine qetilkirin, 2 birîndar û 8 jî hatine destgîrkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, Balafirên şer ên Tirk a dagirker li ser sînorê Urmiye -Wanê ya Bakurê Kurdistanê bombe li komek kolber barandine.

Çavkaniyan ragihand ku balafiran koma kolberan li gundê Kuranî ya dikeve ser herêma Soma ya Biradost a li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bombebaran kirine.

Li gorî agahiyan di êrîşê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku 8 kolberên din jî ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li ser sînor ve hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin ku êrîş derdorî gundê Kuraî ya li herêma Soma ya Bradostê pêk hatiye.