Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên QSD’ê bombebaran dikin

Balfirên şer ên Rûsyayê, nuqteyên QSD’ê yên li kargeha Konîko ya gazê bombebaran dikin

Li gorî çavkaniyên ji QSD`ê hatiye wergirtin, di van kêliyan de balafirên Rûsyayê nuqteyên QSD`ê yê li kargeha Konîko bombebaran dikin.

Li gorî heman jêderê bombebarana balafiran didome.

Kargeha Konîko ku li  bakurê rojhilatê Dêra Zorê ye di 23`yê vê mehê de hatibû rizgarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha balafirên Rûsya û Rejîma Sûriyê nuqteyên QSD`ê yên li herêma Dêra Zorê bombebaran kiribû û di encamê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bûbûn.