Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin

Piştî bombardûmana balafirên şer a şeva Yekşemê, balafirên keşfê ji nû ve li ser kampa penaberan a Mexmûrê digerin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji serê sibehê ve balafirên keşfê li ser kampê digerin. Nehate zanîn ku yê kîjan hêzê ye. Ne rayedarên Iraqî ne jî ji hikumeta Hewlêrê daxuyaniyek nehatiye dayin.

Balafirên şer ên Tirk di şeva Yekşem-Duşemê de bombardûmaneke giran li Mexmûr, Şengal û herêmên parastinê yên Medyayê kiribû.

JI 2017'AN VE HERÎ KÊM 14 MEXMÛRÎ HATIN QETILKIRIN

Balafirên şer ên Tirk êrişên xwe yên li ser Mexmûrê zêde kir ku zêdeyî 12 hezar penaber lê ne. Kamp di fermiyetê de di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye.

Di 6'ê Kanûna 2017'an de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk 5 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 3 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî salekê di 13'ê Kanûna 2018'an de li dijî Mexmûrê careke din êrişa hewayî hatibû kirin û jineke 73 salî, keça wê ya 26 salî û neviyê wê yê 14 salî û jineke ciwan a 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

Di 18'ê Tîrmeha 2019'an de balafirên şer ên Tirk li Mexmûrê 2 şêniyên kampê qetil kiribûn.

Di 15'ê Nîsana 2020'an de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Mexmûrê barandibûn û 3 jin hatibûn qetilkirin.