Balafirên keşfê bi nizmî li ser Mexmûrê digerin

Balafirên keşfê yên bê mirov li ser asîmanê Wargeha Mexmûrê bi nizmî difirin.

Ji saetên destpêka şevê heya niha balafirên keşfê yên bê mirov ku nayên zanîn bê ka ayîdê kîjan hêzên ne li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi nizmî digerin.

Firîna balafirên keşfê piştî êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker yên şeva Çarşemiyê ku di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bibûn, gumana êrişeke din tîne hişê welatiyan.