Balafirên dewleta Tirk herêma Şarbajêr bombebaran kir- NÛ BÛ

Balafirên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê herêma gundê Gelale yê bajaroka Şarbajêr bombebaran kir.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 16.45’an de qadên Dukan û Gumend ên binarê çiyayê Asos ê gundê Gelale ya Şarbajêr bombebaran kirin.

Qaymeqamê Mawetê di daxuyaniya ku têkildarê mijarê dayî de gotiye: “Sipas ji Xwedê re ku xelkê gund selamet in, her çiqas şivanên gundê Gelale niha pezê xwe birine wê herêmê. Em weke rêveberiya bajaroka Mawet, li ser van bombebaranan bi fikar in ku her car dibe sedema belavbûna tirs û fikaran.”

Êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser herêma navborî û yên din ên girêdayî parêzgeha Silêmanî yên beriya niha jî bûye sedema fikar û nerazîbûna şêniyên herêmê. Lê heya niha ne hikumeta Herêmê û ne jî ya Iraqê ti bertekek cidî li hemberî wan binpêkirinên dewleta Tirk nîşan nedane.