Bala civaka navneteweyî li ser vîrûsa Corona ye

Vîrûsa Corona li Çînê bû sedema mirina gelek kesî. WHO wê roja Pêncşemê biryar bide ku ji ber vê vîrûsê li tevahiya cîhanê rewşa lezgîn a navneteweyî ragihîne yan na.

Vîrûsa Corona ku li bajarê Wûhan ê Komara Gel a Çînê der bû, heta niha bû sedema mirina 17 kesan. Hewl tê dayin ku pêşî li belavbûna vê vîrûsê li welatên din bê girtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) doh êvarê li hev kom bû û biryara ji bo ragihandina rewşa lezgîn a navneteweyî ji îro re hişt. Hate îdîakirin ku tedbîrên Çînê wergirtiye wê rîska belavbûna vîrûsê 'kêm' bike.

BIRYARA LI SER REWŞA LEZGÎN WÊ ÎRO BÊ DAYIN

Rêveberiya Çînê biryar da ku li bajarê Wûhanê yê nifûsa xwe 11 milyon e, seferên balafiran û trenan ji îro saet 10:00 û pê ve bên rawestandin. Bi vê biryarê re civîna WHO ya li Cenevreyê bi saetan dewam kir û ji bo ragihandina rewşa lezgîn hate gotin 'vê gavê zû ye'.

Dîrektorê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku tedbîrên ku Çînê wergirtiye gelekî girîng in. Ghebreyesûs destnîşan kir ku tedbîrên hatine wergirtin wê hem li Çînê hem jî li qada navneteweyî belavbûna vîrûsê asteng bikin.

BERIYA SALA NÛ YA ÇÎNÊ FIKAR ZÊDE DIBIN

Yek ji sedemên ku fikarên li ser belavbûna Vîrûsa Corona zêde dike, Sala Nû ya Çînê ye ku îsal 25'ê Çileyê ye. Di demekê de ku hewl tê  dayin belavbûna vîrûsê bê astengkirin, wê bi sedan milyon Çînî biçin bajarê lê ji dayik bûne yan jî derveyî welat. Ev jî wê rîska belavbûna vîrûsê zêde bike.

Tevî biryara qedexekirina seferên trenê û balafiran ên ji bo astengkirina belavbûna vîrûsê, li bajarê Wûhanê seferên metro, otobus û ferîbotan jî hatibûn rawestandin.

Yek ji sedemên ku fikarên navneteweyî zêde dike sendroma SARS'ê bû ku di navbera salên 2002 û 2003'an de zêdeyî 700 kes ji ber wê miribûn. Hatibû îdîakirin ku rayedarên Çînê wê demê di dema xwe de agahî nedabûn raya giştî ya navneteweyî.