Bajarê rojê: Wan

Li Wanê wextê tav li ser Gola Wanê xatir ji rojê dixwaze dîmenên sor û rengên cûda li pey xwe dihêle. Her wiha Kelha Wanê jî rengek cuda dide Gola Wanê. Kelh û Gola Wanê bi bedewiya xwe dilê gelê Wanê şad dike.

Bajarê qedîm Wan ji Urartuyan heya roja me ya îro ji dehan şaristaniyan re mazûvanî kiriye. Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der. Ji dêran bigirin heya mizgeftan, ji piran bigirin heya kelehan, ji eqdên avê bigirin heya perestgehên di şikeftan de, kêlî bi kêlî mirov di nava çirkên hezaran salan de diçe û tê.  Li vî bajarê qedîm wextê tav li ser Gola Wanê xatir ji rojê dixwaze dîmenên sor û rengên cûda li pey xwe dihêle. Tav bi hemû xweşikî û rengên xwe yên sorayî wextê diçe ava li ser Gola Wanê dibiriqe û dîtbariyek bedew radixe li ber çavan û bala mirovan dikişîne li ser xwe. Ligel vê xweşikbûna xwe Kelha Wanê jî rengek cuda dide Gola Wanê. Kelh û Gola Wanê bi bedewiya xwe dilê tevahiya Waniyan şad dike.

Wan yek ji bajarên Mezopotamya yê herî kevnar e. Li aliyê bakûrêrojhilat ê vê erdnîgariyê ye, sînorên wê ji aliyê bakûr ve bi Agiriyê, ji aliyê rojava ve bi Bedlîs û Sêrtê, ji başûr ve bi Colemêrg û Şirnexê û ji rojhilat ve jî bi Îranê ve girêdaye. Bajarê Wanê ji Ûrartûyan maye. Wan, paytexta Ûrartûyan bû û di wê demê de navê wê Tûşpa bû. Dîroka Wanê beriya zayinê heta salên 7000'î diçe. Di kolanên Tilkitepeyê de ya ku 6 km dûrî Kelha Wanê de, di gorên Ernîsê de bermahiyên Serdema katolîk, bronz û hesinî hatine dîtin. Kesa ku bajarê pêşî ava kiriye Keybanûya Asûrî Semîramîs e. Di wê herêmê de cara yekem Hûrî bi cih bûne. Piştre Ûrartûyî, Medî, Persî, Sasanî, Bizansiyan li vê herêmê desthilatdarî kirine. Navê kevn ê bajar di dema Ûrartûyan de "Tûşpa" bûye. Piştre Ûrartûyan navê herêmê "Bîanî (Waînî)", Asûriyan jî kirin "Naîrî". Navê Wanê ji gotina Waînî tê. Li gorî gotinek din jî navê bajar ji kesekî bi navê Wan tê, yê ku li gorî vê gotinê bajar ava kiriye.

KELHA WANÊ

Kelha dîrokî ya Wanê yek ji kelehên herî bi îhtişam ên Urartuyan e. Gelek bermayiyên dîrokî, yên ji dema Urartuyan heta îro hatine, li vir in. Keleha Wanê ku yek ji berhemên sereke yên herî bedew ên Şaristaniya Urartu ye, piştî Arzaşkunê, paytexta duyemîn a Qraliyeta Urartuyan e. Keleh B.Z. di sedsala 9’an de ji aliyê kurê Lutipri yê bi navê Sardurî ve B.Z. di navbera salên 840- 825’an de hatiye avakirin. Ji du beşên wekî Keleha Hundirîn û Keleha Derve pêk tê. Avahiyên herî girîng ên di nav Keleha Hundirîn de, Birca Sardur, dîwarên bircan, gorên aydî qralên Urartuyan, Hezarûyek derenceyên dighên sulûyên bircan, mabeda servekirî û bi navê Anali-Kiz du mabed in. Yek ji avabûnên girîng ên kelehê jî, gorên zinarîn ên aydî Argîştî û Qral Menua ne. Li ser zinarê li ber serê gora zinarîn a Argîştiyê nivîsa herî dirêj a wekî ‘Nivîsarên Xorxor’ heye. Ev nivîsar ji dema Urartuyan gihîştiye roja îro.

HEFT DÊR

Li Gundê Yukari Bakraçli ya nêzî navenda Wanê ye. Tevahiya wê, wekî Keşîşxaneya Warak Wank tê binavkirin. Li quntarên Çiyayê Erekê hatiye avakirin. Di sedsala VIII. de hatiye çêkirin.

GOLA WANÊ

Ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Kurdistan û cîhanê ye. Çar aliyên wê bi çiyayan hatiye dorpêçkirin. Di nava golê de 4 girav hene. Navê van giravan: Girava Axtamara, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan e. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Nari, Behra Jorîn û Deryaçe (Derya Biçûk) hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Rêjeya şorbûna wê, ji hezarî 210 e. Ango şeş qatînê ava behreke normal e. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e.

HER DEMSAL RENGÊN CUDA

Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene. Li Gola Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye. Bilindahiya Gola Wanê ji behrê, 1720 m ye. Firehiya wê jî 3765 km2 ye. Ango bi qasî 3/1’ê Behra Marmarayê ye. Lêkolînvanan ev gol di nav koma golên bi klor, sulfat û karbonat de bicih kirine. Her wiha di golê de brom, sodyum klorur, magnezyum jî hene. Ji ber sodyum karbonatê bi taybetî demên berê, her wiha anha jî bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Gol, ji ber teqîna Çiyayê Nemrûdê pêk hatiye û Gola Set e. Sînorên wê berê heta Deşta Mûşê bûn. Lê piştî çend heyaman, teşeyê îroyîn girtiye. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda yê bêhempa digire. 

BIHUŞTA HEMÛ DEMSALAN; GOLA ERÇEK

Her çiqas mezintirîn gola Kurdistanê li vê herêmê jî be, Gola Erçek a li rex wê, bi 98 kîlometir a bi firehî û dirêjahiya xwe, qadeke berfireh dide ber xwe. Bajarê ku di her demsala zavistanê re xemla xwe cuda girê dide, bi Gola Erçek nahêle ku çavê mirov jê vebin. Di serî de werdekên bejî, bi hezaran zindî ku li dor golê di nav şertên giran de dijîn, wek xwediyê bajêr tevdigerin. Belkî jî yek ji kevneşopiya xwezayî ya navenda Wanê li qiraxên Çiyayê Erekê ava bûye, tepik in ku weke pîramîtan têne danîn û zivistanî têne şewitandin. Berêvarî şewleyên bajêr ku yek bi yek vêdikevin, li quntarên Çiyayê Erekê têr dibin.

EFSANEYA ERMENIYAN; AXTAMAR

Gireva Axtamara ji bo gelê Wanê xwediyê cihekî taybet û dîrokiye. Gireva Axtamara bêguman navenda dilê tevahî Waniyan dagir dike. Girav di sala 908’an heya 1021’an wek palatîneke qesra Ermeniyên Vaspurakanê ji xanedanê Artsrûniyan dihat bikaranîn. Katolîkosê Dvînê jî, ji salên 920-931’an heta 950-992’an li qesrê dima. Dîsa katolîkosên Ermenî ji sala 1116’an heta 1895’an Axtamara weke navend bikaranîbûn. Axtamar demek dirêj navenda çandî ya Ermeniyên Anatoliyayê bû. Li girava Axtamarayê dêreke Ermeniyan a dîrokî heye û 45 km li başûrê rojavayê bajarê Wanê cih digre, cihekî tûrîstîk e. Seferên keştiyan ji bo tûrîstan têne kirin. Mirov bi ferîbotê digihêje giravê û girav yek ji cihên tûrîstîk ên Wanê yên binav û deng e.

JI HER DERÊ WELATÎ BERÊ XWE DIDIN WANÊ

Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dest pê kirina mehên havînê re, welatiyên dixwazin strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, ji bajarên metropolan derdikevin û berê xwe didin vê dergûşa dîrokê. Bajarê Wanê hem bi hewaya xwe ya hênik û cihên xwe yên dîrokî, yek ji bajarên herî zêde tê tercîhkirine. Welatiyên tên bajêr betlaneyê, li ber peravên golê bi xwarina taştê dest bi roja xwe dikin, dûre li cihên weke keleh, Axtamara, Mala Pisîkê, Sûlava Bêgiriyê,  Vanadokya, Keleha Hoşap, Sûlava Kanîspî û Traventerên Elbakê digerin û bêhna xwe didin. 

LI GOLA WANÊ TAV BI ZERAQÊN XWEŞIK XATIR DIXWAZE

Gola Wanê yek ji golên bi soda ya  herî mezin a cîhanê ye û ev jî keyfa welatyiyên tên betlanayê zêde dike. Welatiyên dikevin golê bêhna xwe vedidin û westandina li ser xwe davêjin. Bi taybetî li gireva Axtamara, Îşkirt a girêdayî navçeya Westanê, dîsa Amîk a li navçeya Tûşba, li herêmên Mollakasim û Çarpanakê hûn dikarin bêhna xwe li rojê û deryayê vekin. 

Li bajêr wextê tav li ser Gola Wanê xatiran ji rojê dixwaze dîmenên sor û rengên cûda li pey xwe dihêle. Tav bi hemû xweşikî û rengên xwe yên sorayî wextê diçe ava li ser Gola Wanê dibiriqe û dîtbariyek bedew radixe li ber çavan û bala mirovan dikişîne li ser xwe. Ev kêliyên xweş bala hemû kesê dikêşe li ser xwe û ev kêlî dilê mirovan aram dike.