'Azadiya Rêbertî wê azadiya Kurdan misoger bike'

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Goran Şaho destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin û got, "Azadiya Rêber Apo wê azadiya gelê Kurd misoger bike."

Endamê Konseya Rêveber a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Goran Şaho bi wesîleya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re axivî.

Goran Şaho ev nirxandin kir:

"Bêguman gelê Kurd ji bo gihîştina azadî, edalet û mafê mirovan bi dirêjahiya dîrokê berdêlên mezin daye wê rêyê. Lê dema mirov çavekî li dîroka têkoşîna gelê Kurd digerîne û dahurandinekê dike, em dibînin ku yek ji sedem û faktorên sereke yên ku tevî hemû têkoşîn û dayina berdêlan heya niha nekariye bi temamî bigihîje armancên xwe, nebûna rêbertiyeke rast û rêbertiyekî ku bikare pêşengiyekî rast ji bo gihîştina rêyekî rast rê nîşan bide. Ji ber ku eger civakek xwedî rêbertiyekî azad nebe tê wê wateyê ku xwedî fikrekî serbixwe, xwedî bîrdozî û felsefeyekî taybet bi xwe nîne.

Weke me behs kir mijara rêbertî tenê mijareke şexsî nîne, yanî tenê em behsa ferd yan kesayetekê nakin. Em behsa sîstemeke fikrandin, bîrdozî û şêwazekî jiyanê dikin. Eger îro em binêrin gelê Kurd ji ber ku di kûraniya dîrokê de bi taybetî ji pêvajoya avabûna dewletê û şûnde her tim bi bîrdoziya yên din ango bi pênaseya kesên din yan dagirkeran jiya ye. Li gorî pênaseya Ewropa yan jî pênaseya ew dewletên desthilatdar yên dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê ferzkirinî jiya ne. Her tim têkoşîna ked û berdêl dayina wê hatiye desteserkirin. Bi şêwazekê ketiye bin xizmeta kesên ji derveyî xwe. Ji ber wê em temaşe dikin ku avabûyîna kesayetiyek wek rêbertiyeke azad ku bîrdozî, sîstema hizrandin û şêwazê jiyan û sîstemekî yê nirxan ji bo civakekê temsîl dike, pêwîstiyeke serekeyî bû ji bo gelê Kurd.

Em dibînin ku derketina Rêber Apo di vê çarçoveyê de û têkoşîna wî ya ji bo avakirina têgîn û pênaseyên nû ji mirovê Kurd, gelê Kurd, ji edalet, azadî, demokrasî û siyasetê, hemû wana weke pêwîstiyeke sereke ye ji bo tak û gelê Kurd ya ji bo gihîştina azadiyê. Roja me ya îro ew pênase mijareke ku tenê bi gelê Kurd re sînordar nebûye, ew pênaseyane karîne bigihîjin asta ne tenê pênaseyeke herêmî, belku heta astekî kariye nasnameyekî cîhanîbûn jî qezenç bike.

Eger îro em dibînin ku gelên din ên ne Kurd li welatên cuda xwedî li fikir û felsefeya Rêberê azadiyê dikin, nîşan dide ku ew têgîn û pênaseyên ku ji bo gihîştina edalet û azadiyê pêwîstin karîne sînorên Kurdistanê derbas bikin û astekî cîhanî qezenç bikin. Ew yek bi me tenê çênabe, belku bi têkoşîneke bîrdozî, fikrî, siyasî û hişmendiyekî mezin ve pêkan dibe.

Îro li Kurdistanê ger em dibînin ku mirovê Kurd gihîştine astekî yê xwe bawerbûnê, astekî ku xizmetê biyaniyan neke, yanî ger em îro dibînin ku mirovê Kurd êdî teslîmê vê çarenûsê nabe ku heya roja îro bi şêwazekî mîtolojîkî, îlahiyat, bi şêwazê dîn, terîqetgerayî û bi hemû şêweyî li ser mirovê Kurd tê ferzkirin û niha jî bi rêya ew oryantalîzma Ewropî li ser gelê Kurd disepînin. Her wiha bendewariya wê ya ji derve heyî û felsefeyekî yê bendewariyê îro heya astekî mezin ew felsefe şkestiye. Yê ku îro xwedî hizrekî azad be bendewariyê ji derve nake, xwedîderketina xwe ji kesên din hêvî nake. Îro bi saya vê têkoşînê kesayetiyek hatiye avakirin ku li hemberî çarenûsa ku jê re hatiye xêzkirin dikare bisekîne û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û gihîştina nasnameyeke azad roj bi roj mezintir û cîhanîtir dike. Ji ber vê em dibînin ku ew tecrîda li ser Rêber Apo tê rêvebirin, ew zextên ku li ser tevgera azadiya gelê Kurd tê birêvebirin hemû îşaret bi vê mijarê dikin ku êdî mirovê Kurd nabe amûr, mirovê Kurd kariye xwe ji rewşa amûrbûyînê derxîne, xwe ji bûyîna amûrê destê biyaniyan û bûyîna mêtingehek ji bo biyaniyan, her wiha xwe ji rewşa ku bikeve bin xizmeta kesên ji derveyî xwe rizgar bûye. 

Ji ber vê ew zexta ku li ser gelê Kurd, têkoşîna azadî û Rêberê Gelê Kurd tê birêvebirin ku di vê çarçoveyê de dixwazin careke din Kurd bixin asta amûrekî ku ji bo armancên xwe yên siyasî û mebestên xwe yên dagirkeriyê bikar bînin. Lê bi saya vê têkoşînê û xebata rewşenbîrî, felsefî û hişmendî ya ku Rêberê Gelê Kurd û têkoşîn û tevgera azadiyê gelê Kurd ku heya roja îro birêve biriye, ew mesele hatiye derbaskirin û Kurdek avabûye ku ji xwe bawer e, azadiyê hîs dike, bûyîna kesayetî hîs dike û dixwaze ne tenê li Kurdistanê belku li hemû cîhanê bibe xwedî bandor. Ji ber vê em hemû wek mirovê Kurd û şoreşgerê ku ji bo azadî û edaletê têdikoşe û hemû ewan ku pêwîstiya wan bi azadî, edalet û wekheviyê heye, pêwîste îro bi hemû hêz û derfetên xwe xwedî li Rêber Apo derbikevin û xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkevin da ku bikarin nasnameya xwe ya azad qezenc bikin. Di vî wateyî de Rêbertiya azad tê wateya nasnameya azad. Me di destpêkê de jî behs kir mebest tenê şexs yan kesayetiyek nîne. Belku li wir mebest sîstem û hişmendiyek e ku di şexsekê de sembolîze dibe. Ji ber vê ye ku azadiya Rêber Apo dikare ji bo azadiya giştî ya gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê dibe gavek û îro pêwîstiyeke ku em bi hemû hêza xwe ji bo bidest xistina azadî têkoşîna azadiyê geş bikin û careke din ji hemû rewşenbîr, kesayetiyan, hunermendan û ji yên ku mereqa wan a azadî û wekheviyê heye tevlê kampanyaya azadî ji bo Rêber Apo bibin û tevlê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bibin û bikin xebatê xwe yê sereke. Bi vî rengî xwedî li kesayetî û azadiya xwe derkevin."