Azadî ji kenê wî de veşartî ma

Hevrêyên wî tu carî nedîtin ku ew qet sekiniye. Azadî di hemû demsalan de di kenê wî de ma. Wê çawa ku alaya azadiyê yên beriya wî şehîd bûne hilgirt, niha jî hevrêyên wî alaya ku wî dewr kiriye stendine û ber bi serfiraziyê ve dimeşin.

Ronahî li ser rûyê erdê şewqeke bêdawî ye, pak û biriqok e. Tişta bedew, xuya dibe, ronahî, rêzan û rênas e. Ronî tê wateya ya ji rojê. Çiyayên Kurdistanê bûn şahidên rûyê wî yê wekî nûrê: Ronî Dêrik.

“Bi rastî jî şerek heye, li çiyayan berxwedaneke mezin heye. Li Avaşîn, Zap û Metînayê berxwedan didome. Hevalên ku em hev nas dikin, em bi hev re mane û li hemberî dijmin me bi hev re şer kirine, şehîd dibin. Em berdêlê didin.  Şehîdên berxwedana Garê di serî de, ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim û soza xwe dubare dikim ku em ê her dem girêdayî bîranîna wan bin. Wê xeyalên hevalên me di nîvî de nemîne. Bila bizanibin ew ê alaya serfiraziyê ya dewrî me kirine, heta dawiyê bibin. Em ê tu carî destûrê nedin ku mêtinger axa me desteser bikin.”

Gerîla Ronî diqîriya.  Ji ser ekrana televîzyonê bang li hemû kesan dikir. Hemû kesan di çavê wî ciwanê bi heybet, cesûr û egîd de, hêrs û hêvî didît.

Ew axaftin li çiyayên Kurdistanê bû roportaja dawîn a gerîla Ronî. Diyar bû ku bi bihistyarî û berpirsyariyeke mezin nêzî pêvajoyê dibû. Ew gelek ji dil û samîmî bû. Ji wê ekrana biçûk fikrên wî digihişt me. Me ji hevalên wî jiyan û helwesta wî guhdarî kir.

Ew xwedî bedewiyeke wisa bû ku demên borî û niha bi wî re bûn. Dema hevrêyên wî qala wî dikir, kêfxweşiya ku em bi wî re di heman dinyayê de kêfa me tîne. Rengekî ji xwe, rengekî xwe û rengekî wekî xwe. Evqasî jî wekî hemû kesan bû û rengekî wekî hemû kesan bû. Ya wî wekî toneke rûyê hemû kesan, li ser zimanê hemû kesan rîtmek û helwesteke cewherî bû ya wî.

‘PDK JI ALIYÊ DAGIRKERAN TÊ BIKARANÎN’

Gerîla Ronî di nav gerîlayan de yekî çalak, rûken, qenc, bi hezkirin û coş bû. Li hemberî jiyan û felsefeya gerîlayan wekî eshabeyan bû.  Bi baweriyeke wekî ya eshabeyan ew girêdayî azadiyê bû. Roj nîmeteke wisa ye ku ronahiya xwe ji me teqsîr nake. Wekî gerîlayê bi navê Ronî ew diçû ku, ew der ronî dikir û coş li wî mekanî zêde dikir.

Ew bedew û ciwan bû. Herî dawîn dema di televîzyonê de axivî me lê guhdarî kir. Qala îxaneta PDK’ê û alîkariya wê ya ji bo dewleta Tirk dikir. Digot “Ji bo ku em van çekan li hemberî birayên xwe biteqînin, em li hemberî gelê xwe biteqînin û bera gelên Kurdistanê bidin, me ev çek hilneda. Em ji bo azadiyê van çekan hildigirin. Heke hinek kes ji bo dijmin me bikujin alîkariyê bidin dijmin, îxanet li gelê Kurdistanê bikin û piştgiriyê bide kesên dixwazin axa me bikin mêtinger, em ê jî berê çekên xwe bidin wan. Divê PDK li gorî daxuyaniyên rêxistina me tevbigere û ji qadên gerîlayan vekişe. Divê piştgiriyê nede artêşa Tirk a mêtinger. Divê PDK vî tiştî ji bîr neke, dagirker wan bi kar tîne. Heke ne ji gerîlayan be, ne ji têkoşîna PKK’ê be, wê Başûrê Kurdistanê bifiroşin.”

Gerîla Ronî qala heqîqetekê dikir, tişta di dilê xwe de digot. Gerîla Ronî Dêrik ê ku qala rastiyê dikir û ji hevrê û gelê Kurdistanê re diaxivî, di 24’ê Hezîrana 2021’an de şehîd bû.

Hevrêyên wî tu carî nedîtin ku ew qet sekiniye. Wî her dem ji hevrêyên xwe hez kir. Wî di ruhê xwe de bi ahengeke rengîn doza xwe hilgirt. Azadî di hemû demsalan de di kenê wî de ma. Wê çawa ku alaya azadiyê yên beriya wî şehîd bûne hilgirt, niha jî hevrêyên wî alaya ku wî dewr kiriye stendine û ber bi serfiraziyê ve dimeşin.