Aydenîz: Wê hesabê komkujî û êrîşên salên dawî bê pirsîn

Namzeta rêza 2. a Amedê ya HDP'yî Salîha Aydenîz got, "Gel pir bi hêvî ye. Her kes zane ku bi bêdengiyê tiştek bi dest nakeve." Aydenîz destnîşan kir ku wê hesabê êrîş û komkujiyên salên dawî li ser sindoqan bê pirsîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo her 12 wekîlên li Amedê bi dest dixe, bi rengekî bê navber dixebite. Yek ji namzetên parlamenteriyê yên Amedê Salîha Aydenîz e ku 25 sal in li qada gelemperiyê û siyasî têdikoşe. Aydenîz herî dawî endama Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû. HDP'ê di rêza duyemîn a Amedê de ew kir namzeta parlamenteriyê.

Aydenîz ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku 40 sal in bi daxwaza statuya siyasî ya gelê Kurd têkoşînek heye û got,"Weke nefereke vê têkoşîna siyasî min heta niha cihê xwe di nav de girt. Aliyekî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, parlament e. Ji ber ku pê bawer im, divê beşek ji vê têkoşîna siyasî, civakî û gelemperiyê li parlamentê bê dayin, ez ji HDP'ê bûm namzeta parlamenteriyê. Ez ê hewl bidim li parlamentê têkoşîna xwe bidomînim."

Aydenîz li ser kampanya xwe ya hilbijartinê jî agahî da û diyar kir ku ew li gund, tax û kolanan digerin, hewl didin xwe bigihînin her eksî û daxwaz û siyaseta xwe ji wan re radigihînin.

Aydenîz got, "Bi taybetî li Amedê hêvî, destek, coş û kelecaneke mezin heye. Ji ber ku wê gel li ser sindoqê bersivê bide zext û zilma 3 salên dawî. Mirov bi rengekî bêsebir li benda 24'ê Hezîranê ne. Gel pir bi hêvî ye. Her kes zane ku bi bêdengiyê tiştek bi dest nakeve. Ji ber vê yekê, her merasîma me ya ji bo vekirina buroya hilbijartinê vediguherîn mîtîngê. Hêviyeke mezin heye."

Aydenîz komkujiyên li qadên xwerêveberiyê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û gefên li referandûma Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Êrîşên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û çar parçeyên Kurdistanê wê helwesta gelê me ya li ser sindoqê diyar bikin."