Aydeniz: Dema rêxistiniya Rêya 3'an e

Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz got, ''Rêya demokrasiyê ji Imraliyê derbas dibe. Dema rêxistiniya Rêya 3'yan e.''

Di civîna gel de ku bi dirûşma, ''Ya ku analîza wê tê kirin ne kêlî lê dîrok, ne kes lê civak e'' Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîb Temel, Hevserokên bajêr ên HDP-DBP'ê û kesên ku ji zû de li nav partiyên siyasî yên Kurd xebitîne  hazir bûn.

Temel li civînê axivî û got, ''Li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê Rêzdar Ocalan têkoşîneke mezin dide. Bi sûcdarkirina gelê Kurd, bi fezlekeyan muxalefet nabe. Heke hûn gelê Kurd nasnekin gelê Kurd jî wê nasneke. Careke dî dubare dikim: HDP û gelên Tirkiyê, gelê Kurdistanê, Kurd ne mecbûrî vê dubendiyê ne. Rêya gelê Kurd Rêya Sêyan, rêya demokrasiyê ye. Ez bang li Nêçîrvan Barzanî dikim: Tu li cem gelê Kurd î yan na, zelal be. Dixwazin 100 salî dî jî Kurdan bikni kole. Serfirazî ya me, em ê bi hev re bi ser bikevin.''

Piştî Temel, Hevseoka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydeniz bala kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Ev 23 sal in tecrîd li ser Rêzdar Ocalan didome. Ev tecrîd didome. Ji ber ku ji bo kaosa cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiyê tenê Rêzdar Ocalan pêşniyara çareseriyê dike. Ji bo ku ev tecrîd rabe, paradîgmaya Rêzdar Ocalan azad bibe, li DYE, Ewropa û Efrîkayê kampanya heye. Ev paradigmaya ku bûyî gerdûnî çareseriyê datîne holê.'' Aydeniz bi berdewamî diyar kir heta ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin û got, ''Rêya aştî û demokrasiyê ji Imraliyê derbas dibe. ''

Aydeniz bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Başûr, Bakur û got, ''Dijminatiya li ser Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê bi êrîşan didome. Hê bêhtir êrîşkar dibe û bi polîtîkaya şer dixwazin xwe bidomînin. Helwesta Rêya 3'yan ji bo me xeta girîng e û xeta têkoşînê ye. Tam dema wê ye ku rêxistiniya Rêyan Sêyan were kirin.''