Aydenîz: AKP dixwaze civaka yek rengî biafirîne

Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tecrîdkirina Ocalan re li dijî civakê şer ragihandiye û got, "Bi pergala yek kesî re dixwazin civaka yek rengî biafirînin û dengê civakê bibirin."

Parlamenterên HDP'ê di 13,14 û 15'ê Sibatê de bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 104 roj in di greva birçîbûnê de ye û bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê, ji 15 bajaran berê xwe dan Amedê. Parlamenteran tevî hemû astengî, dorpêç û êrîşên polîsan bendên polîsan derbas kirin û xwe gihandin mala Guven a Amedê. Polîsan li gelek bajar û navçeyan êrîşî parlamenterên HDP'ê kirin û dorpêç kirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Saliha Aydenîz birîndar kirin. Dîsa 15'ê Sibatê polîsan ling avêtin ber parlamenter Saliha Aydenîz û ew xistin xwarê.

Têkildarî gefên Serokomarê Tirkiyeyê Erodgan û Wezîrê Karê Hundir Suleyma Soylu, êrîş û tundiya polîsan Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz axivî û da zanîn ku bi meşa 13, 14 û 15'ê Sibatê de wêneyê rêveberiya Tirkiye û wêneyê polîtîkayên faşîzan ên ku welat birêve dibe hate kişandin.

'LI SER FIKIR Û JIYANA MIROVAN TECRÎD HEYE'

Aydenîz anî ziman ku di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û zêdetirî 300 girtiyên di greva birçîbûnê de jiyana wan di bin rîskê de ye û wiha axivî: “Li gel jiyana wan di bin rîskê de ne jî li dijî polîtîkayên kuştin û şer li ber xwe didin. Li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li ber xwe didin. Di 3 salên dawîn de tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan kûr bûye û bi vê tecrîdê ji desthilatdariyê şerek daye li pêşiya xwe. Ev geşedanên li Tirkiye rûdana pêkanînên li Îmraliyê ye. Pergala ku li Îmraliyê ketiye meriyetê li ser hemû welat belav bûye. Li ser fikr û jiyana mirovan tecrid heye.”

'DIXWAZIN CIVAKA YEK RENGÎ AVA BIKIN'

Aydenîz destnîşan kir ku di demên dawîn de ji aliyê Wezîrê Karê Navxweyî û Serokkomar êrîşeke mezin li ser wekîlên HDP’ê tê meşandin û wiha pê de çû: “Desthilata AKP bi rêya şer û tundiyê dixwaze hemû rêyên demokrasiyê ji holê rake û pergala yek kesî xurt bike. Di pergala yek kesî de cihê demkorasiyê tuneye. Bi vê pergalê dixwaze civaka yek rengî bi afirînin û dengê civakê bibirin. Ji bo vê jî di her aliyê civakê de êrîş dikin. Êriş û tundiyan bi tecrîdkirina rêzdar Ocalan destpêkir, bi tayînkirina qeyûman û girtina rêveber û endamên HDP’ê didome. Serokomar Erdogan û Suleyman Soylu bi gefan dixwazin partiya me hedef nîşan bidin. Di heman demê de partiya me, her dem krîmînalîze dikin. Di 20 rojên dawîn de zêdetirî sedan endamên me yên partiyê hatine destgîrkirin û girtin. Dema ku mirov li van êrîşan dinêre dibîne ku pergala AKP’ê ji binî de têkçûye û bi êrîşên li ser HPD’ê dixwazin xwe ji nûve saz bikin û li ser lingan bigrin.”

'EM Ê ARAMÎ Û DEMOKRASIYÊ BÎNIN SER VÊ AXÊ'

Aydenîz da xuyakirin ku tu carê bi gef, êrîş û tundiyê dê wan ji rêya wan ya demokrasiyê qut neke û got: “Ji sala 2009’an û vir de bê navber li ser siyaseta Kurd li her alî de êrîş pêk tên. Bi êrîşan dê tu carê HDP ji rêgeza xwe ya demokrasî û aştiyê gelên Tirkiyeyê dur nekeve. Tenê daxwaz û kûlên Erdogan pergala yek kesî ye. Divê pergalê de jî dagirkerî, destgîrkirin, girtin û kuştin heye. Ji bo vê pergalê jî hemû daxwazên civakê bi êrîşan dixwaze ji holê rake. Lê belê HDP li dijî zilm, zordarî, tundî û û bê mafiyê li milê gelê xwe têbikoşe û aramiyê bîne li ser vê axê. Em partiyek pir rengî, partiya ciwan û jinê ne. Ji bo vê jî çi dibe bila bibe em ê demokrasî û aştiyê bînin Tirkiyeyê.”  

'DESTHILATA AKP'Ê JI TÊKOŞÎNA JINÊ DITIRSE'

Aydenîz bilêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê herdemê êrîşî li ser destkeftiyên jinan dike û ev tişt got: “Dagirker dema ku dagirkeriyekê pêktîne herdemê karê destpêkê civake û berê xwe dide civakê. Pêşengê civakê jî jine. HDP jî partiya jinê ye û ji bo vê jî di êrîşa destpêkê li ser HDP’ê tê meşandin. Li Tirkiyê tundiya li ser jinê di asta herî jor deye. Di serdema AKP’ê de tudiya li ser jinê sedî sed zêde bûye. Li her qadê jin li dijî êrîşan li ber xwe dide û cihê xwe di nava siyasetê de digrin. Em ê herdemê bi têkoşîna xwe desthilatdariyê aciz bikin û ji bo jiyana azad ya bi hevre li ber xwe bidin. Têkoşîna jinê têkoşîna civakê ye. Jin herdemê dê bi soz û biryara xwe pêşengtiya civakê bike.”

'31'Ê ADARÊ HILIBIJARTINA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE'

Aydenîz bal kişan li ser hilbijartinên herêmî jî û wiha got: “Li gel hemû astengiyan wê partiya me li her derên ku qeyûm lê hene, di hilbijartinê de wê bi ser bikeve. Dê 31’ê Adarê bibe hilbijartina demokrasî û azadiya tevahiya Tirkiyeyê. Em ê tifaqa AKP û MHP’ê ji holê rakin. Desthilat bi xwe jî vê yekê dizene û ji bo vê yekê êrîşî HDP’ê dikin û bi êrîşan dixwazin ser bikevin. Bila baş bê zanîn ku xebatkar, namzetên hevşaredarî, parlamenterên HDP’ê ji bo pêşeroj û wekheviya Tirkiyeyê  dê tu caran gav paş de ne avêjîn û herdemê li eniyên herî pêş bi têkoşîn.”