Aydar: Gefên Tirkiyeyê cidî ne, divê her kes helwestê nîşan bide

Aydar got, "Em hewldan û daxuyaniyên bi vî rengî yên dijmin (dewleta Tirk) cidî dibînin" û diyar kir ku DYA cesaretê dide Tirkiyeyê. Aydar got, "DYA hîn jî hewl dide bi Tirkiyeyê re hevsengiyê çêbike. Ev yek cesaretê dide Tirkiyeyê."

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar ji ANF'ê re axivî û diyar kir, hêz û saziyên Kurdan ên li welêt û derveyî welêt, wê roja 15'ê Kanûnê li Brukselê li hev bicivin û hem li dijî biryara DYA'yê ya li hemberî 3 rêveberên PKK'ê helwesteke neteweyî nîşan bidin, hem jî gefên Erdogan ên êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxînin.

Aydar diyar kir, biryara rêveberiya Serokê DYA'yê Donald Trûmp a li dijî şoreşgerên Kurd, biryareke ku li dijî şoreş û destketiyên Kurdistanê ye û got, "Lewma pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye li dijî vê biryarê."

Zubeyîr Aydar bi bîr xist, ku gelê Kurd li her devera lê ye li ber vê biryarê rabû û got, "Lê belê me dît ku ev yek têrê nake. Me pêwîstî pê dît ku ji bo nîşandana helwesteke neteweyî civînekê lidar bixin. Di vê çarçoveyê de me bang li partî, sazî û rêxistinan kir. Me xwest, belgeyeke helwesta neteweyî deynin holê û vê yekê ji raya giştî re ragihînin."

Aydar ragihand ku wan vexwendîname şandine û piraniya organîzasyonên Kurd bersiva erênî dane.

'EM GEFÊN ERDOGAN CIDÎ DIBÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Aydar anî ziman ku di civînê de ne tenê biryara DYA'yê her wiha wê daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Erdogan ên ji bo êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê jî binirxînin.

Aydar got, "Em hewldan û daxuyaniyên bi vî rengî yên dijmin (dewleta Tirk) cidî dibînin" û diyar kir ku DYA cesaretê dide Tirkiyeyê. Aydar got, "DYA hîn jî hewl dide bi Tirkiyeyê re hevsengiyê çêbike. Ev yek cesaretê dide Tirkiyeyê."

TIRKIYE DIXWAZE DAÎŞ'Ê JI MIRINÊ RIZGAR BIKE

Aydar bi bîr xist, di demeke welê de Erdogan gefê dixwe ku leşkerên Amerîkî li herêmê ne, daxuyanî hatin dayin ku li ser sînor nuqteyên çavdêriyê hatine avakirin, Trûmp roja Çarşemê diyar kir ku li dijî DAÎŞ'ê karekî mezin hatiye, heta mehekê yek ji DAÎŞ'iyan namîne û li Dêra Zorê QSD li dijî herêma dawî ya DAÎŞ lê ye operasyoneke mezin dimeşîne.

Zubeyîr Aydar got, sedema herî girîng a gefên Erdogan 'dijminatiya li Kurdan' e û anî ziman, sedema duyemîn jî rizgarkirina DAÎŞ'ê ji ber tinebûnê ye. Aydar got, "Tayyîp Erdogan ji bo DAÎŞ'ê ji mirinê rizgar bike, dibêje wê êrîşî Rojava bike. Amerîkiyan hîn dengê xwe dernexistine, gelo helwesta wan çi ye, em meraq dikin. Em ê di civînê de vê mijarê binirxînin."

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar got, "Beriya mehekê DAÎŞ diqediya, nuqteyên dawî mabûn, lê Tirkiyeyê dest bi êrîşên li dijî Rojava kir."

Aydar diyar kir, ew gefên dewleta Tirk cidî dibînin û divê her kes jî cidî bibînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin.