Awazê Çiya ji bo Hasret Gultekîn stranek çêkir -NÛ BÛ

Koma muzîkê ya gerîlayan Awazê Çiya di salvegera qetlîama Sêwasê de ji bo bîranîna Hasret Gultekîn klîpek weşand.

Koma muzîkê ya gerîlayan Awazê Çiya di salvegera 27’emîn a qetlîama Sêwasê klîba strana ‘Di baskên ba de’ weşand.

Ev stran ji bo hunermend Hasret Gultekîn hate çêkirin û endamê komê Erdal Akkaya ev stran stra.

Gotin û muzîka strana li ser hunermendê hate qetilkirin Hasret Gultekîn, ji aliyê Erdal Akkaya ve hatiye amadekirin. Stran jî ji aliyê endamê Koma Awazê Çiya gerîla Yilmaz ve hate gotin.

Koma muzîkê ya gerîlayan ji sala borî heta niha ji berxwedanê heta bibîranînê gelek klîp weşand.

Komê di nava salê de di 8’ê Nîsanê de albuma bi navê ‘Botanê’ amade kir. Ev album ji klasîkên Botanê pêk tê û ji aliyê Enstîtuya Çandê ya Kurd-Elman û kanala dîjîtal a muzîkê ‘4Kurdistan’ li hemû platformên dîjîtal hate weşandin. Komê ji sala 2017’an û vir ve amadekariya albumê dikir û ev album di şexsê Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir û Asya Yuksel de diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîr-Botanê hatibû kirin.

Di 27’ê Nîsana 2020’an de jî ji bo Orhan Yilmazkaya yê ji bo biratiya gelan di 27’ê Nîsana 2009’an de li Bostanciyê heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiribû, klîpek weşandibû. Girtiyên ‘Biryargeha Şoreşger’ gotinên vê stranê nivîsandibûn û muzîka wê jî ji aliyê koma Awazên Çiya hatibû çêkirin. Klîba wê jî ji aliyê Eniya Şoreşger hatibû amadekirin.

Di 14’ê Tebaxa 2019’an de jî Awazê Çiya klîbeke bi navê ‘Ji çiyayan ber bi behrê ve’ amade kiribû.

Di heman salê de di 23’ê Tîrmehê de Serhildana Şoreşê û di 23’ê Gulanê de jî derbarê berxwedana gerîlayan klîbek weşandibû.