Avesta: Divê hemû çalakiyên me ji bo azadiya Rêber Apo bin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta hişyarî da, ku rejîma dagirker dixwaze gelê Kurd hînî jiyana bê Ocalan bike û got, "Em ê hînî jiyana bê Rêber Apo nebin". Avest diyar kir, ku divê hemû çalakiyên wan ji bo azadiya Ocalan bin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameyeke taybet ya radyoya Dengê Kurdistanê bû û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojeva heyî nirxand.

Avesta di destpêkirina nirxandinên xwe de behsa darbeya leşkerî ya berî 37 salan a di 12’ê Îlona 1980’an de pêkhatîbû kir û got ku li Tirkiye û  Bakurê Kurdistanê, tevahî civak xistin nava zindaneke servekirî. Avesta bal kişand ser zilm, êşkence, koçberkirin û avêtina zîndanan ya wî demî û got: “Hema bibêje civak di nava girtîgeheke vekirî de hişt. Ev darbeya 12’ê Îlonê li hemberî çi bû? Em baş dizanin ku wê demî têkoşîna azadiya Kurdistanê di pêşengtiya Rêber APO de êdî li tevahî Kurdistan û Tirkiyê pêl bi pêl pêş diket. Hem berxwedana Hîlwan-Sîwerek, hem di pêşengtiya ciwanên xwendevan de li zankoyan yên ku tê de berxwedan mezin dibû û dîsa  tevgerîna têkoşîna azadiyê li hemû gund, navçe, bajaran de fikir û felsefeya PKK’ê pêş diket. Di demeke kurt de, piştî îlankirina PKK’ê faşîzm bi vî rengî hate ser hikûm. Generalê ji artêşê berpirsiyar yê wê demê Kenan Evren dema vênerîn li ser Kurdistanê dike wê demê dibêje, ‘Yan em ê pêşî li van bigrin, an jî dewlet wê ji destê me biçe.”  

Avesta bal kişande ser wê ku jixwe dewleta Tirk pergala xwe, rejîma xwe, hebûna xwe li ser darbeyan ava kiriye û wiha berdewam kir: “Berî wê jî darbeyên ku di dîroka Tirk de hatine kirin hene. Bi vî rengî tim xwestine tirsa perçekirinê, demokratikkirina sîstemê, ku ew wekî tiliynê destan hêzen ku  xwe li ser civakê rengê faşîzmê serwer  dikin, ji bo ku vê her tim li ser hikûm bihêle bi rengê zilmê, zordariyê û darbeyan xwe li ser civakê hakîm dikin. Em dizanin ku darbeya 12’ê Adarê heye, darbeyên post modern ku wan pêş xistine hene, 12’ê Îlon jî li ser vê hatina wan, ew li hemberî îrada gelê Kurdistanê, bi pêşengtiya PKK’ê û Rêber APO  ronahî bûye û xwe bi rêxistin kiriye û xwe tevger dike, xwestin vêna bitepisînin, tune bikin.” 

SEKNA BERXWEDERÊN ZINDANA AMEDÊ DARBE TÊK BIR

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişande ser wê ku gelek pêşengên tevgera azadiya Kurdistan di wê demê de hatin girtin. Avesta wiha got: “Rêhevalên wekî Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlum Doğan, Ali Çiçek û sedan hevalên wekî wan hatin girtin. Em dikarin bibêjin ya ku hişt ev pêvajo were pûçkirin  jî jixwe sekna wan hevalan bû. Dewleta faşîst ev ji xwe re esas digirt, “eger ez darbeyekî bikim, pêşengan bigrim, ez wê çaxê dikarim carekî din vê hêviya ku pêş ketiye bitepisînim.’’  Lê xwe xapandin. Berî 12’ê Îlonê dest deynin ser dewletê Rêber APO ev hîs kir û dît. Bi gotina Rêber APO “vaye dengê lingê faşîzmê tê”. Û tedbîrên xwe girtin û derketin derveyî sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Ev yek hişt ku darbe di her milî de negihêje armanca xwe û vala derbikeve.” 

Avesta got ku tevî 37 sal derbas bûne jî hêj hêviyên xwe hene ku yê vê tevgerê bi darbeyan, bi qanunên cur be cur yên şidandî, bi yasayên taybet wê bikarinim bi hemû hêzên demokratik re di nav hev de tine bikin. Avesta behsa pêngava 15’ê Tebaxê jî kir  û wiha nêrîn da, ‘Careke din hat xuyakirin ku ev yek ne mumkun e. Pêk jî nayê. Ji ber rixmê hatina 12’ê Îlonê re hem di zîndanan de berxwedaniyekî mezin pêşket, hem li çiya şerê gerîla dest pê kir. Pêngava 15’ê Tebaxê vala derxistina 12’ê Îlonê bû. Ew berxwedaniya ku di binê zîndanan de dest pê kirîbu bi destê Egîdan êdî li tevahiya Kurdistanê hate belav kirin. Dîsa Rêber APO li derveyî welat bi rêxistin kirin û mezin kirina PKK’ê û partîbuyînê darbe pûç kir.’’

Avesta anî ser ziman ku zîhniyeta yek destî jî hem deşîfre bû hem jî hate famkirin ku  tu wateya wê yekdestiyê nîne, bi zîhniyeta yekdestî û ya faşîst ew ê nikaribin dewletê biparêzin, ne jî bikaribin bihêlin di nav civakê de guhartin, veguhartinek çêbibe. Di berdewamiya nirxandina xwe de Avesta diyar kir ku ‘12’ê Îlonê dibe ku hin tişt bi xwe re biribe’ û bal kişand ser hêviya di gel de bi pêş ketîbû. 

ZÎHNIYETA 12’Ê ÎLONÊ Û 15 TÎRMEHÊ HEMAN TIŞT  E

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Sozdar Avesta anî ser ziman ku darbeya 12’ê Îlonê di pêşengtiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, xeta PKK’ê de hatiye pûçkirin lê belê hêj hêviya xwe qut nekirin e û îro jî israr dikin ku gelan bi qanunên taybet bi rê ve bibin. Avesta got: “Darbeya 12’ê Îlonê çi be ya 15’ê Tirmehê jî ew e. Di 2016’an de jî bi darbeya 15’ê Tirmehê re xwestin wê tiştê bikin, vê carê darbeyeke hem bi kontrol, hem bi zanebûn. Bi destê rejimê hate avakirin. Bi destê Serokkomar û hevalbendên wî hate çêkirin. Niha jî wekî ku qaşo dijberî darbeyê ne. Lê belê esas wan bixwe ew darbe li ser civakê çêkirin, li ser gelan, li ser îrada azad, li ser îrada demokratîk çêkirin. Salek û çend heyv jî derbas bû hîna jî ew darbe di pratîkê de ye û didome.” 

Avesta diyar kir ku hem 12’ê Îlonê, hem 15’ê Tirmehê xwedî eynî zîhniyetê ye û got ku ew berdewamiya hev in, heta ji wê gelekî derbas jî kiriye. Avesta  wiha domand; “12’ê Îlonê tiştên ku generalê faşîst Kenan Evren nekirî niha desthilatdariya Erdogan, AKP û MHP dike. Bi her awayî dewlet jî teslîm girtiye, di warê dadê de teslîm girtiye, di hêla aborî de teslîm girtiye. Di hêla leşkerî de teslîm girtiye. Yani tenê cilê wî belkî medenî ye, lê zîhniyeta wî, exlaqê wî, şêwazê wî, bi rê ketina wî bêguman zîhniyeta faşîzmê ye, kiryarên wî faşîzm e, berjewendî jî li ser vî esasî têne meşandin. Yanî ez tu cudabûyîna wan derbeyan  ji hev nabînim.” 

FERZKIRINA CILÊN YEK RENG FAŞÎZM E

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta zextên faşîzma AKP’ê ya li ser girtiyan a bi rêbaza cilên yek reng jî nirxand û got ku di zîndanan wekî modelek kirina vê ya rojevê û cilên yek reng ne tenê meseleya wê ye ku cilên yek reng li girtiyan bikin. Avesta wiha axivî:“Berî her tiştî ev zîhniyeta faşîzma AKP-MHP’ê ye. Dîktator Erdogan dixwaze di siyasetê de yek zilambûnê pêş bixe, yek fikrekî pêş bixe,  faşîzmê hakîm bike. Vê dixwaze di nav civakê de ava bike  û gav bi gav ber bi zîndanan ve bibe. Ji bo vê dil xwede dibêje; ji bo siyaseta demokratîk pêwîst e tenê yek partî hebe, parastina civakê, jinan pêwîst nake, tenê arteşek hebe bes e. Tim li gora berjewendiyên xwe dike. Dîsa îdolojiya faşîzmê ku tu rengên cûda qebûl nake dixwazin hakîm bikin.” Avesta anî ser ziman ku ji bo van bide rûniştandin jî zagonan derdixîne. Avesta got yê ku wan zagonên wan esas negrin ji xwe têne girtin û got; “Îca  dixwazin di girtîgehan de terbiye bikin. Çawa? Destpêkê ji bo xwedî fikir, îrade nebe di mekanekî teng de bigire. Ev jî têrê nake, vê carê dixwaze cilê yek reng lê bike û îrada wî bişkêne. Ev têne vê  wateyê ku ‘tuyê wekî min bikî, bixwî, vexwî, li xwe bikî, bifikirî, bimeşî, siyasetê bikî. Ez bêjim çi tu yê wê bikî.’ Niha jî ji zîndanan dest pê dike û dixwaze li ser civakê jî pêk bîne. Ji ber ku niha xala herî qels di nav civakê de û di nava tevahî têkoşînê de zindan in. Bi gerîla nikarin lewra hêrsa xwe ji zîndanê derdixin. Nikarin tevgera azadiyê sînordar bikin, vê carê  dixwaze di zîndanan de vê bike. Ji ber wê ferzkirina  cilên yek reng  faşîzm e. Qebûlkirin jî teslîm bûyîn e. Bêguman wê neyê qebûlkirin. Bêguman wêb i rengên cuda berxwedanî li hemberî wê xetê bê dayîn. Qebûlkirina vê gav bi gav dibe teslîmbûnê.’’

Avesta bal kişand ser wê ku dixwazin vê pêkanîne li ser hemû girtiyan ferz bikin û got ku li hemberî vê nêzîkatiyê îradeyekî rêxistinkirî û niqaşên xurt li ser pêwîst e û divê mirov serê xwe pê re biêşîne.  Avesta diyar kir ku di vê mijarê de xwe gihandina biryarê hevbeş girîng e. Avesta bal kişand ku ne tenê girtiyên PKK, PAJK’ê, hemû girtiyên zindanan  dixwazin bînin ser yek xetê û xwe li ser wan ferz bikin. Avesta wiha berdewam kir; “Divê neyê qebûl kirin. Çawa? Bêguman bi seknekî rêxistinî. Bi rengên cuda. Ew çiqasî bibêjin jî em ne mecbur in wekî wî bikin. Dikarin di hemû milan de me bixin zîndanê lê belê nikarin bi  ser bedenê mirov, mejî û fikrê insan de biçin. Pêwîst be mirov dikare li wir tazî jî bimîne lê qebûl neke. Mirov dikare tevahiyan biçirîne, biqetîne û bavêji. Qebûl neke û li hemberî wana bisekine. ”

BINGEHA ÇALAKIYAN DIVÊ BI RÊXISTINKIRÎ BE

Sozdar Avesta ji bo grevên birçîbûyînê yên dawî jî hinek nirxandin dan. Avesta anî ser ziman ku, hemû cure çalakiyên ku girtî di girtîgehan dikin binirx in. Avesta got ku pêwiste rêxistinbuyîn bê esas girtin û anî ser ziman ku navaroka wê çi dibe bila bibe heke çalakî bi rêxistinkirî be, hem di nava xwe de,  hem di nava girtîgehan de û hem jî ji derve rêxistin kirîbe, amadekariyên wê bêne kirin dikare serkeftineke mezin bi xwe re ava bike.

Avesta di berdewamiya nirxandina xwe de wiha got; “Grevên birçîbuyînê ku niha hatine destpêkirin bêguman divê mirov destekê bide wan. Lê belê çalakî tenê ne birçîbuyîn e. Destek jî  jî ne ew tenê ye. Bêguman ew şert û mercên xwe baştir dizanin, ew wan şîrove dikin, baştir dibînin. Ji bo vê nabe ez li vê derê bibêjim ‘bila vêya bikin, vêya nekin.’ Wisa nabe. Nakevim vê yekê. Ne rast e jî.  Lê belê tenê dixwazim vê bibêjim hem kesên girtî, malbatên girtiyan, lê ne tenê ew jî tevahî civaka me, li tevahî Kurdistanê, li derveyî welat jî divê xelekeke mezin ya berxwedanê li derdora girtiyan ava bikin. Li dora berxwedana Rêber APO xelekekî berxwedana mezin divê bê avakirin.”

DIXWAZÎN HÎNÎ JIYANEKE BÊ OCALAN BIKIN

Avesta anî ser ziman ku pêwîst e zindan ji bo derve şiyar bin, derve jî ji bo zîndanê şiyar bin. Avesta ji bo vê xalê vana got; “pêwîste zîndan ji bo derve şiyar be, derve jî ji bo zîndanê şiyar be. Dema gerîla çalakî dike destê zîndanan xurt dike. Dema zîndan têkoşîna xwe bilind dike û berxwedana xwe mezin dike û di fikir û ramanên xwe de xwe beşdarî pêvajoyê dike bi vê re jî hemû civakê xurt dike.” Avesta di nirxandinên xwe de zindan şiband qadeke perwerdê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got: “Ji hemû hevalên girtî re ew der qada Serok e. Me bi xwe jî demeke kurt dît, hestên ku mirov dijî  wekî ku mirov bi Rêbertî re di eynî çeperan de şer dike.  Niha ew hevalên girtî hemû li gel Rêber APO ne.  Bi ruh , bi mejî  nêzîkî Rêber APO ne, di şert û mercên nêzî hev de dijîn. Şert û mercên Rêber APO girantir in jî. Di yek hucreyê de ye û ev salek e jî çi dijî  em nizanin. Hevalên din yên girtî kêm be jî parêzvanên wan,  malbatên wan, derdorên wan diçin. Di hucreyekî de bin jî gelek kes li derdorê wan hene.”  

Avesta anî ser ziman ku dixwazin gelê Kurd, jina Kurd, her kesî hînî jiyaneke bê Ocalan bikin. Avesta got; “Me di kar û xebatên xwe de jî ev  got ku, em jin mîlîtanên tevgera azadiyê yên PKK, PAJK’ê û  xebatkarên wê, siyasetmedarên wê em ê hînî girtîbûyîna Serok APO nebin. Em ê fêr nebin ku Serok APO di esaretê de ye. Sonda me ew e ku em ê Rêber APO teqez azad bikin. Di şexsê Rêber APO de tevahî girtîgehan wê bêne azad kirin. Hemû civak tê azadkirin. Hemû jin têne azadkirin. Ji bo vê jî çalakiyên me jî pêwîst e li gorî karûbarê wê bin. Di qada şerê gerîla û parastina wê de, Federasyona Bakurê Surî, mîsogerkirina projeya xweseriya Şengalê,  rêveberiyên xweser di nav de, bi hemû awayî têkoşîneke  me ya mezin heye. Helwesta me; emê teqez siyaseta demokratîk biafrînin, pêşbixînin.”