Avesta: Dewleta Tirk dixwaze Kurdên azad ji holê rake

Avesta êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got “Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdên azad a ku PKK û Rêber Apo ew ava kiriye, herêmê dagir dike û dixwaze xeyalên Osmaniyan bi cih bîne.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Stêrk Tvyê bû, Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û berxwedana gelê Şengalê nirxand.

Avesta derbarê pirsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza parêzeran a hevdîtinê got ku “Beriya bersivandina pirsa we ez dixwazim hevrê Sînan Dêrsim û Fermandarê Eyaleta Mêrdînê hevrê Hewram û her çar hevalên bi wî re şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ketine meha Gulanê ya ku ji bo me meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê şehîdê mezin ê enternasyonalîst Hakî Karer, hozan Mizgîn, Mehmet Karasûngûr, Leyla Qasim, şoreşgerên mezin ên çepê Tirk Denîz Gezmîş û rêhevalên wî û hemû hevrêyên di qetlîama Hewlêrê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Heke îro em li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşînekê dikin, bi saya van şehîdan e.

Bêguman tecrîdê her dem bi pergala Îmraliyê dinirxînin. Rêber Apo dîl hatiye girtin û ne dîlekî ji rêzê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo jî ne tecrîdeke ji rêzê ye. Ev tecrîd li ser gelê Kurdistanê, jinan, hêzên demokratîk tê kirin. Ji ber vê jî konsepta qetlîamê berê li ser Îmraliyê didin destpêkirin. Dixwazin vê konseptê li ser Rêber Apo pêk bînin û encamekê bistînin. Berxwedana ku gerîla li Garê pêk aniye, îradeya ku jinan di 8’ê Adarê de derxistiye holê, qîrîna azadiyê ya ku di Newrozê de bi milyonan gelê me diyar kiriye, tecrîda dewleta Tirk pûç kir. Li hemberî van tiştan dewleta Tirk a faşîst kirinên bêexlaq û dermirovahiyê xistin dewrê. Bi tecrîda li ser Rêber Apo re xwestin îrade û sebra gelê Kurd biceribînin. Derbarê jiyana Rêber Apo hinek nûçe di çapemeniya xwe de weşandin. Lê piştre li hemberî nerazîbûna gelên me neçar man û destûr dan axaftina Rêber Apo ya bi telefonê ku bi tenê çar deqîqeyan domiya. Di hevdîtina bi birayên xwe re diyar kir ku ew xapandinek e û ew ê nekeve vê lîstikê, diyar kir ku ew ne girtiyekî ji rêzê ye. Gotibû heke tê xwestin ku çareseriyek pêk were, divê parêzer werin hevdîtinê.Bêguman tecrîd bi axaftina telefonê re bi dawî nebûye. Berevajî wê hêrsa me gelê me zêdetir bûye. Rewşa Rêber Apo , qedera Kurdistan û ya herêmê girêdayî hev e. Heta ku vê siyaseta qirkirinê bi dawî nebe wê tecrîd bidome. “

Avesta qala êrîşên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metîna ya Herêmên Parastinê ya Medyayê kir û got “Ev ne êrîşa pêşîn e. Ji sala 2015’an û vir ve êrîş zêdetir bûne. Dikevin kîjan qadê dixwazin wir dagir bikin. Bi taybetî dixwazin hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir bikin û li wir bi cih bibin. Armanca vê operasyonê gelekî zelal e. Ew bi xwe jî bi awayekî eşkere vî tiştî dibêjin. Ji sala 2015’an û vir ve bi destûra Emerîka, Îngîltere û Fransayê van operasyonan dikin. Dîroka destpêkirina operasyonan jî balkêş e. 24’ê Nîsanê roja qirkirina li ser Ermenan e. Di heman dîrokê de dixwazin Kurdan jî qir bikin. Di 24’ê Nîsana 2017’an de jî êrîşî Qereçoxê kiribûn, li vir hêzên HPG û YPG’ê hebûn. Di heman demê de li Şengalê êrîşî gelê me yê Êzidî jî kirin. Peyama di wê pêvajoyê de jî wisa bû û ya niha jî wisa ye. 

Di dîrokê de çawa ku gelê Ermen qir kirin, îro jî dixwazin heman tiştî li ser Kurdan bikin. Em li hemberî polîtîkayên wan ên Neo Osmanî bûne asteng. Ji ber ku li herêmê tekane astengiya li hemberî serweriya wan em in, êrîş dikin. Beriya vê operasyonê me hevdîtinên wan li ser çapemeniyê şopand. Erdogan bi rojan li bendê bû ku Bîden telefonî wî bike. Beriya operasyonê bi qasî 3 saetan hevdîtin pêk hat. Wezîrê Karê Derve yê Tirk jî bi Mesrûr Barzanî jî hevdîtinek kir. Nêçîrvan Barzanî jî çend hevdîtinên navneteweyî kir. Em gelekî baş dizanin ku vê konsepta êrîşê ne nû ye, ne bi tenê Başûrê Kurdistanê, hemû destkeftiyên gelê Kurd dike hedef. 

Ev êrîş li dijî destkefiyên têkoşîna 40 salan e. Li hemberî îradeya Kurdên azad e. Dixwazin Kurdê azad ê ku PKK û Rêber Apo ew ava kiriye ji holê rakin û xeyalên xwe yên Osmaniyan pêk bînin. Bi vê mebestê dest bi operasyonan kirin û ev operasyon niha didome. Li Zap, Avaşîn, Metîna, Licê, Amed û Bakurê Kurdistanê ev operasyon didome. Ji aliyekî ve jî şeê psîkolojîk dimeşînin. Lê em dizanin ku wê ev operasyon negihêje armanca xwe.

Ji ber ku di warê siyasî de jî dizanin ew ê negihêjin armanca xwe, rojevê diguherînin. A rast li cihê pêşîn dema ku operasyon dan destpêkirin, li wir têk çûn. A niha nizanin ew ê çawa ji nav derkevin. Em vî tiştî diyar bikin. Wê encama vê operasyonê ji ya Garê xerabtir be. Wê derbeke giran bixwin. Li Garê ketin panîkê û neçar man ku birevin. Wekî ku di sala 2008’an de dema ku li Zapê reviyan.”

Avesta derbarê vê têkoşîna gelê Kurd jî got ku “Ez di serî de qehremanên Zagrosê, hêzên şer ên Xabûr û Heftanînê û hemû hêzên fedaî yên Apoyî yên ku qadên azad ên Kurdistanê kiriye qada têkoşîn û berxwedanê silav dikim. Wan nîşanî dinyayê dan ku tu hêz ji îradeya gerîla ne mezintir e. Tu teknîk ji îrade û biryardariyê ne xurttir e. Gerîlayên qehreman ev tişt daniye holê. Hemû kes vê destana qehremaniyê temaşe dike. Li hemberî her cure teknîka hêzên NATO’yê, hêzên me yên gerîla li bi îradeyeke xurt û bi teknîk û taktîka gerîlayên serdema nû têdikoşin. Heta kêlîka vê axaftinê li gorî bîlançoyê 140 leşkerên Tirk hatine kuştin û sê katê vê hejmarê jî birîndarên wan hene.

Li hemberî van tiştan Wezîrê Karê Derve yê Tirk wekî ku tiştek nebûye, axaftinên spekulatîf dike û dixwaze rojevên cihê ava bike. Ev tişt diyar dike ku dewleta Tirk çiqasî reben e. Metodên wan ên wisa bêexlaq heye ku, êdî bombeyan li heywanan girêdidin û li qadên şer diteqînin. Hatine asteke wisa ya bêçaree û bêexlaq. Gelê me vî tiştî dibîne. Gelê me wê di vê demê de piştgiriyeke çawa bide gerîla? Ev pirseke girîng e. Di du rojên pêşîn de gelê me, mezinahiya operasyonê fêm nekir. Lê piştre gelê me daket qadan û piştgiriya gerîla kir. Ev ne bes e. Divê gelê me bizanibe ku em şerê hebûn û nebûnê didin.

Vê carê têkçûna Erdogan û Bahçelî ya li Zap, Avaşîn û Metîna wê tecrîdê bi dawî bike. Heta ku ev têkoşîn bi ser nekeve wê tecrîda li Îmraliyê bidome. Heta ku li vir têk neçin wê êrîşî Rojava û Şengalê were kirin. Ji ber vê divê gelê me li dora gerîla bibe yek, şev û roj li qadan e. Ev şer ne bi tenê yê gerîla ye, ev şerekî şoreşgerî yê gel e. Ev şerê hebûn û nebûnê ye. Gelê Kurdistanê, dostên me û hêzên demokrasiyê daxuyanî dan û ev operasyon şermezar kirin. Ev piştgirî bi qîmet e lê têr nake. Divê di nav jiyana pratîk de jî di nava helwestekê de bin.

Çawa ku hemû kesan hêz ji serfiraziya gerîla ya li Garê stend, divê niha jî herkes rabe ser pêyan. Divê berxwedana gerîla jî bibe sedema hevgirtin û piştgiriyê. Ez bawer im gelê me bi vî tiştî dizane. Dibe ku li pêşiya wan jî astengî hebe. Ji ber pandemiyê astengî hene. Di vê pandemiyê de hêzên kapîtalîst li gorî xwe dikarin tevbigerin. Dema ku ew dixwazin pandemiyê ji holê radikin lê dema ku ew naxwazin mirovan dixin hundiran. Erdogan dema ku dixwaze kongreyan dike lê destûrê nade ku gel ji bo azadiyê dakeve qadan.

Bi taybetî divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê bizanibin ku dewleta Tirk têkeve cihê ku dixwaze wê Başûrê Kurdistanê têxin ablûkayê. Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDK ne derveyî vê konseptê ne. Belkî bi awayekî pratîk ne di nav operasyonê de ne lê em dizanin ku çavê xwe ji operasyonê re digirin. Her roj operasyon tê kirin û axa Kurdistanê tê bomberdûmankirin. Dema ku ev tişt tê kirin, Mesrûr Barzanî dibêje sedema vî tiştî PKK ye. Parastina AKP’ê ne karê Mesrûr Barzanî ye. Divê xwe nexapînin.

Gava duyemîn a dewleta Tirk Selahattîn û Hewlêr e. Divê gelê Başûrê Kurdistanê xwedî li nirxên xwe derkevin. Gelê başûr gelekî berxwedêr û bi rûmet e. Gelê me yê li derveyî welat divê bi metodên dewlemend xwedî li vê têkoşînê derkevin. Gerîla ji xwe berpirsyariya xwe pêk tîne û destaneke mezin dinivîsin. Wê ev dewlet li Zagrosê bi ser nekeve. Pêngava Bazên Zagrosê armanca xwe ev e. Pêngava Xabûrê û ya Heftanînê jî tê vê wateyê. Gerîla îradeyeke mezin nîşan dide , divê gelê me bi vê îradeyê re be.”

Avesta qala peymana li ser Şengalê kir a ku di navbera Iraq, PDK û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin. Avesta got ku “Êrîşên li ser Şengalê konsepteke vî şerî ye. Ev peymana 9’ê Cotmehê ye. Di 9’ê Cotmehê de komploya li ser Rêber Apo hate destpêkirin. Di 15’ê Sibatê de dema ku Rêbertî dîl hate girtin êrîşî Garê hate kirin û di 24’ê Nîsanê de di salvegera qirkirina Ermenan de jî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Ev hemû ji aliyê ferasetê tê kirin. Ji 9’ê Cotmehê û heta niha li Şengalê berxwedaneke mezin heye. Ev ji bo mafên wan ên rewa ye. Heta îro li ser gelê Şengalê gelek qetlîam hate kirin. Herî dawîn di sala 2014’an de li pêşberî çavê dinyayê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Me dît ku gel wê demê çawa xwe parast. Gelê li gundê Gir Zerik bi çek û tivingan ji şeva ku êrîşê dest pê kir û heta nîvro li ber xwe da. Bi dehan ciwan li vir şehîd bûn Di wan deman de dema ku tu kesî li ber xwe nedaya wê DAÎŞ’ê di nava nîv saetê de hemû Şengal dagir bikira. Nexwe îradeya berxwedanê ya gelê Şengalê heye. Gelê Şengalê ji bo hebûn û tunebûnê têdikoşe. 

Em dizanin ku hikumeta Iraqê bi zordariya PDK û Tirkiyeyê peymaneke wisa îmze kiriye. Vê peymanê jî li ser civaka Êzidî dikin amûra şantajê. Daxwazên gelê Êzidî di Makezagona Iraqê de heye. Gel dixwaze pergala xwe bidomîne. Hêzên ku wan wextekê baweriya xwe pêk anîbûn, di êrîşên DAÎŞ’ê de dev ji wan berdan. Gel çima ji wan bawer bike? Dayikên li hemberî artêşa Iraqê ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûne. Hêzên ku dixwazin Şengalê dagir bikin, ji van dayikan şerm nakin. Wê civaka Êzidî tu caran van êrîşan û vê peymanê qebûl neke. 

Di Makezagona Iraqê de mafê gelan heye ku bi bawerî û zimanê xwe bijîn. Divê dewleta Iraqê jî li gorî makezagona xwe tevbigere. Tişta ku gelê Şengalê ji hikumeta Iraqê dixwaze ev e ku bila li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Gir Zirk silav dikim. Ev berxwedeneke girîng e. Em van dayikên berxwedêr nas dikin. Bi salan li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Wan bi xwe xendeqên PDK’ê yên li Xanesorê girtibûn. Ji ber ku keçên wan di vê berxwedanê de şehîd bûbûn. 

PDK dixwaze civaka Êzidî wekî amûrekê bi kar bîne. Şervanên azadiyê bi deh hezaran gelê Şengalê rizgar kirin. Wan korîdoreke mirovayetiyê vekirin. Lê PDK’ê a niha ev mirov dîl girtiye. PDK jî baş dizane ku wê geşê Şengalê peymana 9’ê Cotmehê qebûl neke. Di mehên pêş de li Iraqê hilbijartin heye. PDK ji bo ku dengên Êzidiyan bistîne, wan dike amûra şantajê. Ez bang li gelê me yê Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê dikim. Van lîstik û xapandinên PDK’ê bibînin, vegerin Şengalê û di nav saziyên xwe de cih bigirin, dengê xwe bidin PADÊ. Dengê xwe bidin partiyên xwe, nedin kesên civaka Êzidî qir kirine.”

Avesta derbarê doza Kobanê ya ku siyasetmedarên Kurd lê tê darizandin jî got “A rast divê ji vê dozê re nebêjin doza Kobanê. AKP’ê ev nav da dozê. Dema ku em dibêjin Kobanê berxwedan û serfirazî tê bîra me. Doza niha tê kirin doza parastina DAÎŞ’ê ye. Erdogan DAÎŞ’ê diparêze. Dixwaze DAÎŞ’ê pak bike. Bi vê dozê re tê xwestin pêvajoya li Kobanê berevajî bikin. Kesên di vê dozê de tên darizandin siyasetmedarên azadîxwaz in û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê gelê xwe parastine. Ji her dera dinyayê enternasyonalîst hatin Kobanê, hêzên koalîsyonê ya navneteweyî hebû. Nexwe bila van kesan jî têxin nav dozê. Her kes xwedî li Kobanê derket, lê hêzên koalîsyonê yên li Kobanê xwedî li berxwedan û şehadetê dernakeve. Ji siyasetmedarên tê darizandin tola Kobanê distînin. Divê gelê me jî xwedî li van siyasetmedaran derkeve. Ne bi tenê ji bo parastina DAÎŞ’ê, bi vî awayî hemû çeteyên li Tirkiyeyê dixwazin biparêzin.”

Avesta di dawiya axaftina xwe de diyar kir li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana gerîlayan didome û got “Ez bang li hemû gelê Kurdistanê dikim. Bi taybetî divê jin û ciwan, xwedî li van nirxan derkevin. Divê gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê yên ku berxwedaneke dîrokî dikin, divê xwedî li peywira xwe derkevin. Ji bo ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran neyê pîrozkirin û xwedî li berxwedana gerîla neyê derketin 20 rojan qedexeya derketina derve hate ragihandin. Lê li hemberî vî tiştî jî karker û kedkar, xwedî li cejna xwe derketin. Em Partiya Karkerên Kurdistanê jî cejna hemû karker û kedkaran pîroz dikin, em cejna wan pîroz dikin.”