Avahiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan têne wêrankirin

Serokê ÇEVDER a Wanê Alî Kalçik ragihand, ku qadên ji avahiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan bi polîtîkayeke bi zanebûn têne wêrankirin.

Bajarê Wanê yê kevn ku dîroka xwe bi qasî 3 hezar salî ye, tevî ku qadeke sîtê ye, ji ber xemsariyê li ber tunebûnê ye.

Ûrartûyan beriya bi 3 hezar salî li aliyê başûr ê Keleha Wanê bajarek çêkirin. Bajarê ku wê demê navenda çand, huner, aborî û siyasî bû, bi sedan salî paytexta Ûrartûyan bû. Li vî bajarê ku heta sala 1915'an hîn jî li ser piyan bû, Kurd û Ermen bi hev re diman. Bi Qirkirina Ermenan re bajarê dîrokî hate hilweşandin û xerakirin. Ev bajarê kevnar li benda eşkerekirinê ye, lê belê ji ber polîtîkayên bi zanebûn ên dewletê li qedera xwe hatiye terikandin. Bajarê dîrokî ku bûye hedefa defînegeran, Îro weke cihekî ji bo çêrandin û stargeha heywanan tê bikaranîn.

Serokê Komeleya Lêkolîn, Pêşvebirin û Parastina Berhemên Dîrokî ıya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik got, "Li Tûşba ya dîrokî mizgeft, dêr, kargehên hunerkaran a wê demê, taxên Kurd û Ermenan û sûka wan hebûn. Qadeke bi vî rengî ya dîrokî îro li ber tunebûnê ye. Li vî bajarê dîrokî du mizgeft tamî kirin, lê belê xan, hemam, kargeh, stargeh û malên dîrokî yên Kurd û Ermenan li ber tunebûnê ne."

'BERHEMÊN DÎROKÎ BI TOPAN PARÇE KIRIN'

Alî Kalçik anî ziman ku li qada Deriyê Meherê berhemên ji nivîsa bi bizmarî hene û got, "Di 12'ê Îlonê de ew berhem bi topan parçe kirin. Bi rengekî ku nayê fêhmkirin hewl dan tune bikin. Li Tûşba ku cihê herî kevn ê Wanê ye, êdî bermahî nîne. Rayedarên ku girîngiyê nadin vî bajarê dîrokî, Keleya Wanê jî kirin bazirganîxaneyekê. Têkiliya mirovan a bi dîrokê, çandê û tûrîzmê qut kirin."

'ENCAMA POLÎTÎKAYEKE BI ZANEBÛN E'

Alî Kalçik destnîşan kir ku bajarê dîrokî divê teqez bê tamîrkirin û got, "Ev bajarê kevn çanda me ye. Eger bi baldarî bê nirxandin ji bo gelê Wanê û bajêr wê bibe çavkaniyeke mezin a hatineyê. Hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê tûrîzmê ve wê qezenceke mezin jê were. Mixabin vê nakin. Yên ku biryarê didin, rayedar berpirsyar in ku bêyî armanca qezenca şexsî çand, dîrok, cografya, av û axa vî bajarî biparêzin. Keleha Wanê ku têkiliya me ya bi dîrokê re datîne, bajarê Wanê yê kevn, avahiyên dîrokî yên li dora Gola Wanê divê bêne parastin û li gorî rastiya xwe bêne restorekirin. Mixabin li hemû qadên ku avahiyên dîrokî lê ne kevir ji wan hatine rakirin, hatine xerakirin. Xerakirina van avahiyan encameke polîtîkayeke bi zanebûn e. Li vê derê jiyan, çand, nasnameya Kurd û Ermenan, nirxên wan hemû têne tunekirin. Ev yek kiryareke bi zanebûn e."