Avahiya HDP'ê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin

Polîsên Tirk bi bendan kolana ku avahiya HDP'ê ya Wanê lê ye girtiye û nahêle ku kes derbasî herêmê bibe.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi rêya Twîtterê peyamek weşand û diyar kir ku kolana avahiya partiya wan lê ye bi bendên polîsan hatiye girtin û gel nikar xwe bigihîne avahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wekîlên me, rêveberên me yên bajêr û navçeyan li avahiya me ya partiyê ne. Em bang li gelê xwe dikin ku bên avahiya me ya partiyê."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku 5 sal in li Wanê qedexeyên rewşa awarte heye û got, "Rêyên ber bi avahiya partiya me hemû hatine girtin. Ji ber vê yekê jî heta ev qedexe bi dawî bibin em ê li ber walîtiya Wanê bin. Em ê li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê."