Atabay: Divê di warê makeqanûnê de mîsogeriya Kurdî hebe

Hevserokê Egîtîm-Sen’a Wanê Mûrat Atabay diyar kir divê di warê makeqanûnê de mîsogeriya Kurdî hebe, astengiyên li pêşiya wê were rakirin û bibe zimanê perwerdehiyê.

Hevserokê Egîtîm-Sen’a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku nêzikatiya bi feraseta tekparêz nêzî zimanên li dijî Tirkî tê kirin û bal kişand ser polîtîkaya asîmîlasyonê.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê Hevserokê Egîtîm-Sen’a Wanê Mûrat Atabay ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo Kurdî di warê makeqanûnê de mîsogeriya wê hebe û bibe zimanê perwerdehiyê tu gaveke erênî nehatiye avêtin û got “Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî em bi salan e têdikoşin. Di demên dawîn de ji bo dersên hilbijartî nîqaş hate kirin lê li gorî me divê Kurdî ne derseke hilbijartî be. Ne rast e ku gelek zimanê xwe wekî derseke hilbijartî bibîne. Kurdên ku wekî hêmana avakar a Tirkiyeyê tê dîtin, divê mafê wan hebe ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Dersa hilbijartî yan jî di kanaleke dewletê de weşana bi Kurdî ne çareserî ye.Mîsogeriya di makeqanûnê de hewce dike. Divê di warê makeqanûnê de mîsogeriya Kurdî hebe, astengiyên li pêşiya wê were rakirin û bibe zimanê perwerdehiyê.”

Atabay diyar kir zarokên bi zimanê xwe mezin dibin dema bi zimanekî din perwerde dibin, baweriya zarokan dişikê û got “Ji ber vê zarok bi ser nakevin. Ev travmayeke psîkolojîk e û nikarin tevlî jiyana civakî bibin. Tevî Tirkî divê her gel karibe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Divê hemû astengî were rakirin. Zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin, em dibînin di her warî de serkeftî ne.”

Ji ber argumana dewletek, neteweyek û zimanek a li Tirkiyeyê li ser Kurdî polîtîkaya asîmîlasyonê heye û got “Bi salan e, ev zext zêde dibe û didome. Di vî warî de em bang dikin, divê malbat xwedî li ziman derkevin. Divê li mala xwe bi zimanê zikmakî biaxivin. Divê saziyên sivîl ên civakî jî xebatên hevpar bikin û gavên girîng bi bandor biavêjin.”