Asayîşa YNK’ê çalakiya ji bo protestokirina êrîşên dagirkeran asteng kir

Asayîşa YNK’ê çalakiya ji bo protestokirina êrîşên dagirkeran asteng kir û 25-30 kes destgîr kirin.

Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Tevgera Azadî xwest ku çalakiyekê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li dar bixe.

Lê asayîşa Silêmaniyê bi hinceta ku “Biryar ji jor hatiye, em destûr nadin çalakiyê” gel asteng kirin.

Bi rûxmê hevdîtinan, asayîşa YNK’ê destûr neda ku gel çalakiyê bike. Asayîşa ku êrîşî gel kirî derdora 25-30 kesan destgîr kirin.

Kesên hatine destgîrkirin niha li Emniyeta Silêmanî tên ragirtin.