Asayişa Silêmanî nûçegihanê Rojnewsê berdan lê kel û pelên wan neda

Asayîşa Silêmanî 2 nûçegihanên Rojnewsê ku destgîr kiribûn piştî bi rojekê berdan lê kel û pelên nûçegihanan nedaye wan.

Di 24’ê Mijdara 2021’an de nûçegihanên Rojnewsê Berhem Latîf û Birwa Esedî dema li Silêmaniyê xwepêşandana xwendevan dişopandin, ji aliyê asayîşê ve hatibûn destgîrkirin.

Her dû rojnamevan piştî rojekê bi kefalet hatibûn berdan, lê tevî kel û pelên kesî, kamera û wênegirên wan hatin desteserkirin.

Piştî ku rojnamevan hatibûn berdan, rêveberiya ajansa Rojnewsê serdana Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê kiribûn, asayîşê ji bo dayîna kelûpelan soz dabû, lê 20 rojin kel û pel nehatine radestkirin.