Aryen Arî: Bi ruhê sala 1999’an azadiya Rêber Apo misoger bikin

Ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arî diyar kir, ku di dema komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de helwesta herî mezin li dijî komployê li Rojhilatê Kurdistanê hate nîşandan û got; "Îro jî divê helwesta sala 1999'an de bê nîşandan."

Ji Fermandarên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arî, derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ajansa me re axivî.

‘JI ÎLAMÊ HETANÎ MAKO SERHILDAN ÇÊBÛN'

Aryen Arî di destpêka nirxandinên xwe de bal kişande ser wateya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rengdana wê ya li Rojhilatê Kurdistanê û got, “Ji bo 15’ê Sibatê roja reş roja dîlgirtina Rêber Apo di wê rojê de ne tenê Rêber Apo tê çarmixkirin dîrok, mirovahî, jin û ciwan têne çarmixkirin. Ji ber wê niha em bi saleke din, bi 15’ê Sibateke din re rû bi rû tên. Em jî wekî gerîlayên Kurdistanê di parçeyê Rojhilatê Kurdistanê de jî li beramberî vê roja reş derdikevin û dengê xwe digihînin hemû cihanê di heman demê de civaka me ya Rojhilat jî di sala 1999’an de dema dîlgirtina Rêber Apo di Kenya de jinên Rojhilatî, ciwanên Rojhilatî, pîr û dayikên Rojhilatî rabûn ser piyan dengê xwe bilind kir, ew rewşa ku dihate jiyankirin qebûl nekir, di wê demê de keçeke 16 salî li bajarê Ûrmiyê, xortekî Kirmaşanî agir bi bedenên xwe xistin ji Îlam hetanî Mako serhildan çêbûn şehadet hatin jiyankirin, tenê ji bo ku dengê xwe bigihînin hemû dewlet netewan û bêjin ‘kes nikare roja me tarî bike’ kes nikare me bêdeng bike em li beramberî vê bêdengiyê ne, ji ber wê di wê demê de hemû civaka Kurd xwe kir yek, hemû bindestên ku ew rewşa ne mirovahiyane ku dihate jiyankirin qebûl nekir û dengê xwe bilind kir.”

‘HELWESTA HERÎ MEZIN JÎ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HATE NÎŞANDAN'

Arî di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi armanca dewletên komploger kir û wiha pêde çû: “Hemû dewletên dagirker wisa gotin; em ê Rêber Apo dîl bigrin û radestî dewleta Tirkiyê bikin, carekî din civaka Kurd bixin bin betonê, lê belê ew xeyalên wan pêk nehatin, tişta ku hate jiyankirin germbûna gelan, yekîtiya gelan û bi rêxistinkirina gelan bû; helwesta herî mezin jî ji Rojhilatê Kurdistanê derket. Hem keçên Kurd yên di Rojhilatê Kurdistan de jiyan dikirin beşdarî nava refê gerîla bûn, hem jî xortên ku di wê demê de hêj nas nedikirin ku Rêber Apo kî ye û ji bo çi dest bi şoreşê kiriye; bi girtina Rêber Apo re şiyar bûn, jixwe fêm kir û di heman demê de zanistek hate jiyankirin ku êdî di malê de karekî min nîn e, derketina çiya karê min e, li ser vî esasî di wan salan de ruhekî mezin hate qezenckirin.”

‘LI BERAMBERÎ TECRÎDA LI SER RÊBER APO TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN’

Fermandara HPJ’yî Aryen Arî her wiha destnîşan kir ku di roja me ya îro de pêwîste ruhê sala 1999’an were jiyankirin û wiha axaftina xwe domand, “Ji ber ku komplo berdewam dike, komplo veguheriye tecrîdeke giran; ev salên dirêj e, em agahî ji Rêber Apo nagrin. Ji ber wê dagirkerî di roja îro de di hemû parçeyên Kurdistanê de êrîşî li ser me dike û bi van êrîşan dixwaze dîsa me ji hebûn, nasname û dîrokê dûr bixîne û bê par bihêle.

Erka herî mezin ew e ku hemû ciwanên Kurd erk bigrin ser milê xwe û ji xwe re vê bêjin “eger Rêber Apo ji bo ku jiyaneke azad û ronahî ji bo me bafirîne bi erkê ku girte ser milê xwe heta dîl girtinê çû, em jî erkdar in ku li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin bikevin nava tevgerê û tevlî nava refên gerîla bibin.”

‘LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ TU CARÎ RUHÊ ŞOREŞÊ SAR NEBÛYE’

Fermandar Arî işaret bi ruhê şoreşê ya li Rojhilatê Kurdistanê û erkên ciwanan kir û wiha dewam kir; “Em dikarin ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê re vêya bînin ser ziman; li Rojhilatê Kurdistanê tu carî ruhê şoreşê sar nebûye, îro ew roj e ku em di sala 2022’yan de ne, lewma gerek dike careke din wê ruhê, nû bikin, zindî bikin û yên ku herî zêde di vê demê de li Rêber Apo xwedî derkevin jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ne; ji ber ku yê ku me xelas bike tenê Rêber Apo ye û di vê demê de yên ku vê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin bişkîne jin û ciwan in, her yek ji wan erkdar e ku li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo xwe berpirsyar bibîne.”

‘TENÊ ŞERMEZAR DIKIN NA, KOMPLOYÊ PÛÇ BIKIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’

Ji Fermandarên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê Aryen Arî bi vê bangê dawî li nirxandinên xwe anî; “Bangawaziya me wekî gerîlayên jin ên HPJ’ê sala ku em jiyan dikin pêwîste mîna sala 1999’an çawa ku gelê Rojhilatê Kurdistanê li Rêber Apo xwedî derket, tevlîbûneke pir mezin çêkir, îro dîsa ew roj e ku em dîsa erkdar in ku bi tevlîbûna nava refên gerîla mezintir bikin, ruhê şoreşê di Rojhilatê Kurdistanê de bi azadkirina Rêber Apo re misoger bikin ji bo ku li beramberî vê roja reş a ku hatiye naletkirin; serê xwe bilind bikin, gotina tenê em şermezar dikin na, bêhtir li beramberî dagirkeriyê serê xwe bilind bikin komployê vala derxin, tecrîdê bişkînin; di dawî de em hemû li beramberî Rêber Apo erkdar in li beramberî tecrîda tê jiyankirin, serê xwe bilind bikin da ku em Rêberê xwe ji girtîgeha Îmralî azad bikin, bînin welatê azad.”