Artêşa Tirk û çeteyên wê panzera xwe li pişt xwe hiştin û reviyan

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li navbera gundên Saricek û Diraqliya ya navçeya Şera yê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin.

Piştî şerê giran ên vê sibehê ya li navbera gundên Sarincek û Diraqliya ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê û şûnde êrîş hate têkbirin, artêşa Tirk û çeteyên wê panzera xwe li pey xwe hiştin û reviyan.