Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê derbeke giran xwarin

YPG û YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û gelek çete hatin kuştin.

Şervanên YPG/ YPJ û Hêzên Şoreşger ku  bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêma Efrînê dan, di encamê de artêşa  dagirker û çeteyên wê derebeyek giran xwarin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê   bi şev bi top avêtin gundê Qestel Cindo yê Kantona Efrînê û gundê Eyn Deqnê, Şeeala, Nêrebiyê, Um Hoş, Hirbel û bajarê Til Rifet ên Kantona Şehbayê. Di encamê de, zerar li milk û malê welatiyan bû.

Diyar bû ku Hêzên Şoreşger li Kantona Şehbayê bersiva êrîşan dan û bargehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora bajarê Babê dane ber topan. Di encama topbaranê de, 11 çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora Babê birîndar bûn.

Her wiha Hêzên Şoreşger  top bi ser  komeke çeteyan de avêtin ku li Mariyê kom bûbûn . Li gorî çavkaniyên leşkerî li vir jî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê derbarê hejmara wan tu agahî nehate bi destxistin. Çavkaniyan bal kişand ku ambolansên dewleta Tirk ku ber bi wê herêmê ve çûn.
Hê jî topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçeyên Ehrez û Kefernaya yên Kantona Şehbayê ku bi hezaran sivîl têde dimînin, didome.

Çeteyên artêşa Tirk  a dagirker bi çeka doçka êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Îska ya navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, kir. Şervanên YPG û YPJ`ê yekser bersiva êrîşan dan. Derbarê encamên şer de, tu  agahî nehatin bi destxistin.

Her wiha berêvarî, şervanên YPG/J`ê balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Başmra ya navçeya  Şêrawa, xistin.