Artêşa Tirk Licê dişewitîne, li herêmê şer giran e

Artêşa Tirk a dagirker bejahiya di navbera navçeya Licê û Hezroya Amedê dişewitîne ya ku li wê derê operasyon dabû destpêkirin. Hate ragihandin ku li herêmê şerekî giran diqewime.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin leşkerên artêşa Tirk a dagirker şeva Înê bejahiya taxa Helhel ya Hezro, taxa Mişrif û Kerwasa Licêya Amedê dorpêç kirine.

Li gorî agahiyên gundiyan dane ji serê sibê ve li herêmê şerekî giran diqewime.

Herêma operasyonê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebaran kirin û sêgoşeya her sê tax lê heye agir bi herêmê ketiye. Li herêmê dengê çekan tê û dûmana reş xuya dike.