Artêşa Tirk li Lice dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk li taxa Karinçax a Licê dest bi operasyonê kir, li herêma ku balafir gule dike, şewat derket.
Artêşa Tirk li taxa Karinçax a Licê dest bi operasyonê kir, li herêma ku balafir gule dike, şewat derket.
Di saetên sibê de artêşa Tirk a dagirker li Taxa Karinçax a navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyona leşkerî kir.
Hate ragihandin ku ji saetên sibê ve helîkopterên şer devera Dahlê Aga ya dikeve bejahiya taxê bombe dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, li herêmê şer qewimî ye.
Dîsa li herêmê şewat derketiye.