Artêşa Tirk li Licê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li herêmên dikevin navbera gundê Zengesor û Mizak ên navçeya Lice ya Amedê dest bi operasyonê kirin.

Arêşa Tirk a dagirker li herêma dikeve navbera gundên Mizak û Zengesorê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê, dest bi operasyona eskerî kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, ji duh bi şev ve liv û tevgereke helîkopterê heye.

Hat destnîşan kirin ku dem bi dem ji herêmê dengê çekan tê û yekineyên leşkerî sewqî herêmê tên kirin.

Hat diyarkirin ku operasyona leşkerî ya  herêmê berfireh dibe.