Artêşa Tirk li Licê daran dibire
Artêşa Tirk a dagirker ku sê roj in li Licê dest bi operasyonê kirine, daran dibire.
Artêşa Tirk a dagirker ku sê roj in li Licê dest bi operasyonê kirine, daran dibire.
Hate îdîakirin ku operasyona bejahî û hewayî ya artêşa Tirk a dagirker a 13'ê Gulanê li taxên Dêrxus, Huseynik, Karahasan û hin gundikên Licê dest pê kir, bi dawî bûye.
Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk serê sibehê bi wesayitan ji herêmê vekişiyane û dest bi birîna darên gelek gundikan kirine.