Artêşa Tirk li herêma Omeriyan agir bi daristanê xist

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê li sê gundên herêma Omeriyan operasyon da destpêkirin û agir bi daristanê xistin. Leşker nahêlin ku şewat were tefandin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Omeriyan li 3 gund û mezrayekê vê sibehê tevî helîkopteran operasyoneke leşkerî da destpêkirin û derketina derve qedexe kir.

Li qada operasyonê ji helîkopteran bombe hate avêtin û agir bi daristanê ket. Şewata di navbera gundên Talatê, Çalê û Kuriksitîlîlê didome.

Hate diyarkirin operasyon û şewata li herêmê didome û destûr nayê dayîn ku şewat were tefandin.

Tîmên Midûriyeta Xebatên Daristanan ji bo tefandinê çûn herêmê lê bi hinceta ‘ewlekariyê’ pêşiya komê hate girtin.

Ligel ku hate astengkirin jî gundiyên Çalê şewatê ditefînin.