Artêşa Tirk li gundên Pîranê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li gundên Pirêjman, Şingirik, Herîdan û Tonekrag ên li bakurrojavayê navçeya Pîranê ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Artêşa Tirk a dagirker li gundên Pirêjman, Şingirik, Herîdan û Tonekrag ên li bakurrojavayê navçeya Pîranê ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Operasyon bi beşdariya bi sedan leşkerî pêk tê.
Di operasyonê de ku doh bi şev dest pê kir, helîkopter jî tên bikaranîn û gundên li qada operasyonê hatine dorpêçkirin.
Hate ragihandin, ku -serê sibehê li bejahiya gundan ji ber operasyonê şer derketiye. Ji ber operasyonê gundî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane tedarik bikin.